Gelawêj Peyrewan: Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa jinê didome
Pêşmergeya Partiya Demokrat Gelawêj Peyrewan dibêje: “Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa jinê didome. Erkê me girantir e, divê em vê şoreşê bi ser bixin. Divê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek.”
ŞIYA KOYE
Koye – 5 partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyanî Azad a Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komela Zehmetkêşanî Kurdistanê pêk tê, ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê di 22’ê Sibatê de “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê” ragihandin. Piştre jî Komela Kedkarên Şoreşgerên Kurdistanê-Îran ragihand ku ew jî tevlî vê yekîtiyê dibin. Ev cara yekem e di dîroka gelê Kurd de li Rojhilatê Kurdistanê partiyên siyasî li ser projeyek hevbeş a neteweyî dibin yek. Ev wisa dike ku partiyên li Rojhilatê Kurdistanê di pêşerojê de di pirsa neteweyî û niştîmanî de xwedî yek helwest û fikrek hevbeş bin. Aliyek din ê girîng ê vê Hevpeymaniyê ew e ku di her geşedan, qonax û guherînan de, Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî piroje û fikrên hevbeş bin. Bi vî awayî dema Kurd daxwazên xwe tînin ziman xwedî proje bin.
Pêşmerge û endama partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Gelawêj Peyrewan têkildarî girîngiya yekîtiya 5 partiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û ragihandina Hevpeymaniyê ji ajansa me re axivî.
‘Hevpeymanî berhema kar û xebatên salan e’
Gelawêj Peyrewan wiha got: “Yekîtiya Kurd di her her dem û rewşan de li her parçeyên Kurdistanê girîng e. Yekîtiya li her çar parçeyên Kurdistanê wê Kurdan hê bi hêztir bike, da em nîşanî dijminê xwe bidin û em bêjin; ‘em li pey mafê xwe ne û hemû ew kuştin û darvekirinên we li hember me kirî, em ji mafên me dûr nexistine. Em ji bo bi destxistina mafê xwe bi biryartir bûne.’ Di her demê de divê aliyên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê. Yekîtiya ku di hefteya borî de di nav 5 partiyên Rojhilat de hate îmzakirin, berhemê kar û çalakiyên bi salan ên partiyan e. Berê jî çend caran ev hevpeymanî bi şêweyên cûda hebû, wek navenda diyalog, lê belê niha rewşa bi lez hate guhertin û diviyabû ew partî di vê demê de bibin yek. Bi vê hevpeymaniya ku ji bo gihîştina aramancê hatiye avakirin. Her wiha piştî vê îmzakirinê, êrîşek berfireh ji aliyê du welatên Emrîka û Îsraîl ve li ser Îranê hate destpêkirin û Îran ket pêvajoyek dijwar û ne diyar. Ev hevpeymanî niha gelek pêwîst bû. Ji bo ew partiyên Kurdan ku beşdarî vê hevpaymaniyê nebûne û muxalefetan, em bi hevre dikarin vê hevpeymaniyê bi hêztir bikin.”
‘Şoreşa jinê, şoreşek ku bi salan hatî tepisandin e’
Gelawêj Peyrewan da zanîn ku şoreşa jinan şoreşek ku bi sala hate tepisandin û rastî zilmê hatî ye û wiha domand: “Ev şoreş li Rojhilat bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku ji ber çend tayên porî wê xuya kiribû re serî hilda. Niha ji bo xwe dema dadikevin qadan, hîzara xwe avêtine, bi vê diyar bû ku pirsgirêk ne tenê derketina tayek pore. Pirsgirêk tenê Kurdbûn bû. Her tim hewl didin Kurdan bitepisînin.”
‘Divê jin ji bo mafên xwe têbikoşin’
Gelawêj Peyrewan destnîşan kir ku armanca Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ew e ku gel bi azadî bijîn û bighên mafên xwe û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku pêşmergeya vê partiyê me, ku ev 80 sal e xebat dimeşîne. Paşerojek me ya têkoşîna jin û mêran heye. Li Îranê zextên li dijî jinên ji pêkhateyên din tê kirin û ev zext li dijî jinên Kurd du qat e. Ji ber wê divê jin ji bo mafê xwe û azadiya xwe têbikoşin, van her du têkoşînan bi hev re bikin.”
‘Divê ev rejîm biçe’
Gelawêj Peyrewan wiha got: “Diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ew diruşmeya ku li ser gora Jîna Emînî hatî gotin û li hemû cîhanê deng veda ye. Jina Kurd ji dîrokê ve û jinên me yên bi hêz di nava xebatên şoreşgerî û partiyên siyasî de mil bi milê mêran li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyan. Têkoşîna îro berdewamiya şoreşa Jîna Emînî ye. Ji ber wê divê ev rejîm biçe û piştî kuştina zêdetir 50 kesên di asta jor a rejîmê de, gel bi şahî û kêfxweşî pêşwazî dikin.”
‘Jin rola bi bandor dilîzin, erkê me giran e divê em vê şoreşe biser bixin’
Gelawêj Peyrewan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê zêdetir bibin yek û wiha got: “Ji ber ev yekîtî wisa dike ku Kurd biser bikevin. Wek me dît dema hemû bi hev re ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn yek, wisa kir ku ew zilma li Rojava li beramberî Kurdan dihat kirin bisekine. Ji ber ji derveyî me bi xwe, kes piştevaniya me nake. Divê em bi xwe piştgiriya hev bikin û em dibînin her tim jin di nava xebatê de ne. Lê niha jin xwedî rola bi bandor in. Wek hêzên me yên pêşmerge yên jin hene, hêzên gerîlayên jin û şervanên me yê jin hene. Erkê me girantir e, divê em vê şoreşê biser bixin.”