Gel û jinên Til Temirê Tabûra Cîhan û Nazim ava kirin

Ji bo bîranîna rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku bi êrişeke hewayî, di 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, gelê Til Temirê bi pêşengiya jinan tabûrek bi navê her du rojnamevanan ava kir.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Dewleta Tirk a dagirker ji dawiya meha Mijdarê ve êrişên xwe yên li dijî herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Dema ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan berxwedana şervanên li Bendava Tişrîn û Qereqozaqê dişopandin, wesayîda wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 19’ê Kanûnê de hat armancgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.

Gelê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê, bi pêşengiya jinan di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de tevli banga seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kir bûn. Ji bo ku xwedî li keda herdu rojnamevanan derkevin, navê tabûra xwe kirin “Tabûra Cîhan û Nazim.”

Têkildarî avakirina tabûrê, helwestên jinan, li dijî dagirkeriyê û divê sekna wan di rojeke weke îro de çawa be, jinên ku xwe bi çek û rext kirine ji ajansa me re axivîn.

'Kurd weke pêlên deryayê ne'

Dilşa Ebdilwehab di destpêka axaftina xwe de got ku wan ji sala 2011’an ve xwe bi çek û rext kirine û erka parastina axa xwe bicih tînin û wiha domand: "Em ji YPJ/YPG’ê re palpişt in, ji ber wê jî heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê vê axê biparêzin û ji riya berxwedanê paşve gavan navêjin. Dijminê ku dixwaze me qir bike bila bizanibe; Kurd pir in, Kurd hene û weke pêlên deryayan in. Em îro di pêvajoya hebûn û nebûnê de ne, ji lewre divê ku Kurd bibin yek û pergala xweparastinê bihêztir bikin."

'Ji ber parvekirina kêliyên berxwedanê em deyndarên hevrê Cîhan in'

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn di pêvajoya êrişên li ser Serêkaniyê 2019’an de ku êrişên dagirkeriya Tirk ber bi bajarê Til Temirê ve jî dibûn, li Til Temirê nêzî çend heyvan bi jinên Til Temirê re maye. Berxwedaniya wan bi riya kamereya xwe ji cîhanê re kêlî bi kêlî bi nûçe rapor û dosyayên xwe belge dikir û radigihand.

Dilşa Ebdilwehab hevrê Cîhan Bîlgîn bibîr anî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em ê xwîna Cîhan li erdê nehêlin ji ber ku me bi hev re kêliyên berxwedanê parve dikir. Cîhan bi kameraya xwe li hemberî dijmin şer dikin û têkoşîn dimeşand, em jî îro bi çeka xwe vê têkoşînê didomînin. Em deyndarên şehîd Cîhan in. Ne tenê her kêlî li cem me bû, Cîhan mînaka parêzvaniya mafên jinan jî bû. Cîhana ku bi wê kamereya xwe berxwedana me teyisand cîhanê, em ê her şopdarên wê bin. Li ser vê bingehî ez bang li jinan dikim ku terka axa xwe nekin û bi ruhê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li ber xwe bidin."

'Pêwîst e jinên cîhanê xwe bi çek û rext bikin û berê xwe bidin Rojava'

Fehîma Ebdilrehman jî dayika şervana YPJ’ê Arjîn Cûdî ye ku di şerê li dijî Cebhet El-Nusra, di 2013’an de jiyana xwe ji dest da, xwe bi çek û rext kiriye û di nava tabûrê de cih digre.

Fehîma Ebdilrehman a 60 salî ku porê wê yê spî nîşaneya temenê wê ye, der barê gava ku ji bo bihêzkirina pergala parastinê ya bajarê xwe avêtine de wiha dibêje: "Sonda me bi xwîna şehîdan, em ê vê axê neterikînin û gavan paşve navêjin. Her çiqas Erdogan bi top û balafirên xwe me bombebaran bike jî em jê bihêztir in, îradeya me heye. Li vir Kurd, Ereb û Aşûr hemû pêkhateyên li ser vê axê dijîn, yek in. Em xwişk û birayên hev in, em li vir di nava pergaleke demokratîk û wekhev de dijîn. Pêwîst e jinên cîhanê xwe bi çek û rext bikin, piştgiriya YPJ/YPG’ê bikin. Şerm e ji wê jinê re ku bikaribe û çek hilnegire, mirin carek e bila mirina me mirina bi rûmet be."

Dapîra 60 salî çeka keça xwe hilgirtiye

Fehîma got ku ew ê şopdarê keça xwe Arjîn be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çeka Arjîna min li erdê nema, min çeka wê hilgirtiye. Wê heta dawî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ber xwe da û gihîşt asta şehadetê, min jî çeka wê rakiriye û em ê vê riya bi rûmet bişopînin. Bila jin êdî koletiyê nepejirînin, em xwedî maf in îro. Madem çav û destên me hene, wê demê em dikarin gelek tiştan bikin. Erdogan êdî têk çûye. Ew top û balafirên xwe li ser serê me digerîne û topbaran dike, ê me çeka me ya kilaşinkof û îradeya me heye. Ji her çar aliyên Kurdistanê divê beşdarî seferberiyê bibin, em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê em vî dijminê hov têk bibin û xilas bikin. Ger ev çek neyê bikaranîn wê tu kes mafê me nede me.”

'Em ê bi çeka xwe şer bikin'

Nûra Mihemed Tahir jî got ku ji bo bajarê xwe biparêzin tabûrek ava kirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji bo parastina Til Temirê ji zarokan heta extiyarên 70-80 salî, em fedaî ne. Me 2015’an jî ev bajar parast û vaye em ber bi 2025’an ve diçin, biryara me heman e. Heta rojek ji temenê me bimîne em ê çekên şehîdan li erdê nehêlin. Di wexteke ku hemû cîhan û dewlet hewl didin jinan qir bikin de divê jin bersivek bidin wan, pergala xwe ya parastinê xurtir bikin. Em ji derveyî azadiyê tiştekî din napejirînin. Pêwîst e jin koletiyê qebûl nekin û serî netewînin.  Hevriya me Cîhan bi kameraya xwe em ê jî bi çeka xwe li hemberî dijminê hov şer bikin, ji ber ku em teslîmiyetê qebûl nakin."