Gel li dijî komên cîhadî li qadan e: HTŞ gule li ser gel reşand
Li Humus, Hama, Tarsus û Lazkiye bi hezaran kes li dijî kiryarên komên cîhadî yên HTŞ yên li dijî gel daketin qadan. Komên cîhadî HTŞ gule li ser gel reşand.

Navenda Nûçeyan – Li Humus, Hama, Tarsus û Lazkiye bi hezaran kes li dijî kiryarên komên cîhadî yên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) yên revandin, komkujî, îşkence û êrişên wan ên li ser cihên pîroz daketin qadan.
Hêzên HTŞ li Humus, Hama, Tarsus û Lazkiye gule li ser gel reşand. Li gor agahiyan di êrişa li ser xwepêşandaran de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Li Humsê li bajêr û gundewarî wî qedexeya derketinê ji 7ˋê êvarê heta sibehê, hatiye ferzkirin.