Gel diherike Rojava: Sînor hatin derbaskirin, nobet dest pê kir
Bi sedan kesên ku li Nisêbînê barîkatên polîsan derbas kirin, derbasî Qamişlo bûn û ciwanên Başûrê Kurdistanê jî ji Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bûn. Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo, çalakiya nobetê hate destpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Seferberiya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Bi sedan kesên ku li Nisêbînê barîkatên polîsan derbas kirin, sînor derbas kirin û gihîştin Qamîşloyê. Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê derketin rê jî, ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbasî Rojava bûn û tevlî refên berxwedanê bûn. Piştî meşa girseyî ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê, nobet hate destpêkirin.
Bi sedan kesên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, barîkatên polîsan derbas kirin û derbasî bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Girseya ku di çarçoveya seferberiya giştî de sînor derbas kirin, ragihandin ku tevlî berxwedana Rojava dibin.
Li aliyê din gelek ciwanên ku ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê hatin, ji Deriyê Sînor a Sêmalka derbasî xaka Rojava bûn. Ciwanên hatine Rojava li ser banga seferberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermandariya QSD’ê hatine, da cihê xwe di parastina destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bigirin.
Li sînorê Qamişlo çalakiya nobetê
Li sînorê Qamîşloyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobet dest pê kir.
Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li sînorê Qamişloyê yê li navçeya Nisêbîn a nobed hat destpêkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir bang li gel kir ku li ber xwe bide.
Keskîn Bayindir, di axaftina xwe de bang li raya giştî kir û got: "Îro em li ser sînorê Nisêbînê ne. Tenê 15 metre dûrî me, gelê me, xwişk û birayên me tên qirkirin. Me, wekî komek, biryar da ku li vir nobedê bikin. Em ê li vir li ser sînor heta ku ev şer biqede li ber xwe bidin. Me biryareke dîrokî girtiye. Li ku derê dibe bila bibe gelê me, werin û li vir nobedê bigirin. Em bang li gelê Başûr jî dikin; berê xwe ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve, ber bi Rojavayê ve bizivirînin. Îro roja rûmetê ye ji bo gelê Kurd. Îro divê dîrok were nivîsandin û çarenûsa gelê Kurd divê were nivîsandin. Ev tenê bi têkoşînê dikare were nivîsandin. Yên ku têkçûnê li ser me ferz dikin bila bizanin ku em ê serî netewînin. Em ê heta ku ev êriş biqedin bitêkoşin."
Piştî axaftinê, nobet dest pê kir.