Gaziya şoreşa jinan: Em ê şoreşê û destkeftiyên xwe mayînde bikin

Helîm Osman ku şahidiya 12 salên şoreşa jinan kiriye û roleke çalak di nav de lîstiye, da diyarkirin ku jinan bi têkoşîna li hemberî pergala serdest a dewletê û civakê jiyana alternatîf ava kirine.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê dest pê kir û pişt re li Efrîn û Cizîrê berdewam kir. Şoreşa ku di hemdema raperîna Sûriyeyê ya veguherî aloziyê de hat destpêkirin, xeteke cuda hilbijart û paradîgmaya neteweya demokratîk a xwe dispêre demokrasî, ekeolojî û azadiya jinan bingeh girt.

Şoreşa Rojava di nava xwe de bi xwe re gelek şoreşên din jî afirand. Di warê ziman, çand, siyaset, hiqûq, xweza û bi taybetî jî ji bo jinan, derfetên cihêreng ava kir. Şoreşa ku temenê wê 12 sal in, şahidên wê, vê şoreşê weke zayîneke nû bilêv dikin û heta niha jî hûrgulî û hestên wê demê jiyane, bi hestiyarî û hesteke cuda tînin ziman.

Helîma Osman a 47 salî yek ji jinên ku di şoreşa jinan de cihekî girîng girtiye ye. Tevî ku dayik e demeke dirêj di Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin de cihê xwe girt û heta demekê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jî cihê xwe girt. Helîma Osman ku herî dawî, di xebatên Rêxistina Sara de cih girtibû, di êrîşa balafirên bê mirov a dewleta Tirk de di 18’ê Nîsana îsal de hat armancgirtin û di encamê de birîndar bû. Ajansa me bi Helîma Osman re hevdîtin kir,  wê jî bîranîn û nirxandinên xwe yên li ser şoreşa jinan anî ziman.  

‘Serxwebûna Kobanê bi hevgirtina şêniyên wê hat ragihandin’

Helîma Osman hûrguliyên şoreşa ku ji Kobanê dest pê kir, wiha bi bîr anî: “Pêvajoya beriya 19’ê Tîrmehê gelek bi coş û wate bû, tê bîra min em hemû di nava liv û tevgerê de bûn û bi coşeke mezin me  amadekariyan dikir. Di asta hişyarkirin û rêxistinkirina civakê de, avakirina meclisan û hêzên parastinê amadekarî pêk hatin. Bi têgihîştin, zanebûn û berpirsyareke mezin, me gelê Kobanê rejîma Baasê ji Kobanê derxist û serxwebûna xwe ragihand. Coş, kêfxweşî û hesteke wisa xwe li me pêça ku me bênavber şahî û meş birêxistin dikir, di nav de zarok, jin, ciwan û extiyaran cihê xwe girtin û kêfxweşiya xwe bi hev re parve kirin. Bajarê Kobanê yê gelê Kurd û Rêber Apo ye, bi vê yekê re jî piştî salan ji dagirkeriyê, Kobanê bû bajarê gelê xwe. Bi vê gavê re çirûska şoreşê vêket û pêl bi pêl li Rojavayê Kurdistanê belav bû ku xeyalên gelê Kurd ên rizgarkirina parçeyekî Kurdistanê, hat misogerkirin.”

‘Bi şoreşa jinan re jiyan û pergala alternatîf tê avakirin’

Helîma Osman bal kişand ser veguherîna şoreşê ya ji şoreşa jinan re û got: “Di gavên ku me behs kirin de, jin xwedî hebûneke berbiçav bûn. Em weke jin ketin hemû saziyên rejîmê, me ala wan avêt û li şûna wê ala xwe ya kesk, sor û zer daliqand. Jin di nava rewşeke wisa de bûn ku weke giyayekî di bin kavilan de perçiqî be. Rejîma Baasê û civakê heman hişmendî û siyaset li hemberî jinan bi kar dianî ku her tişt bibû malê zilaman. Jin ji deng, reng û nasnameya xwe hatibûn tecrîdkirin. Lewre şoreşa ku hat destpêkirin, bi jinan re hêz û biryardariya serîhildan û bûyîna xwedî şoreşê bi pêş xist. Jinan derfeta avakirina jiyan û pergaleke nû ya alternatîf ku di nav de hebûn, maf û azadiya wan misoger bike dîtin ku ev yek  bi tilîlî û coşeke mezin pêşwaz kirin. Ji hemû beşên civakê zêdetir pêwistiya me jinan bi vê şoreşê hebû, ji bo vê jî em rabûn ser piyan, me pêşengî kir û me şoreşê kir ya jinan. Bi taybetî jî me perspektîfa Rêber Apo ya ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girê dide, di têkoşîna xwe de bingeh girt.”

‘Min hemû bend şikandin û beşdarî şoreşê bûm’

Helîma Osman behsa guhertinên ku weke jin jiyane kir û wiha domand: “Ez weke jin gelek bi şans im ku bûm parçeyek ji şoreşa jinan û min ev pêşketinên heyî bi çav dîtin û şahidiya wê kir. Beriya vê şoreşê, jiyana min tenê di malê de bû bi xwedîkirina zarokan re sînordar bû. Di encama kevneşopiyên paşverû û hişmendiya civakê ya baviksalar de, me nikaribû ji bo pêşeroja xwe armancan deynin û pêk bînin lê çawa ku şoreş birê ket û derfet ji me re hatin pêşkêşkirin, min dest bi xebatê kir. Min di destpêkê de xebatên meclisa taxa şehîd Yehya kir, piştre ez yek ji 5 jinên destpêkê ku me cihê xwe di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin de (Asayîşa jin) girt. Ji bo em hejmara jinan zêde bikin, em li hemû malan geriyan. Lê civakê nepejirand ku jin cilên leşkerî li xwe bikin û bajarê xwe biparêzin. Êdî ev mijarên têkoşînê bûn ku me dikaribû em van qeyd û nêrînan ji holê rakin. Bi vê têkoşînê re bi dehan tabûrên YPJ’ê hatin avakirin û asayîşa jin mezintir bû, me di warê xweparastinê de pêşketinên gelek mezin jiya. Wiha jî em dikaribûn di hemû qadên jiyanê de destkeftiyan qezenc bikin û di her alî de bibin xwedî hebûn û hêz.”

‘Tevî hemû êrîşan em ê şoreşa xwe mayînde bikin’

Di dawiyê de Helîma Osman di salvegera şoreşa jinan de vê peyamê da : “Ger em îro şoreşa xwe pênase û bi wate bikin, bi bilêvkirina destkeftiyên jinan wê bersiv derkeve holê. Gelo di kîjan şoreşê ango sedeman de jin dikaribûn di 12 salan de ji bo xwe pergaleke ku di asta yekem de azadiya wan dipejirîne, ava bikin? Ango di warê rêxistinî, xweparastin, hiqûqî, çandî, zanistî, perwerde, çapemenî û hwd. de cih bigrin û xweseriya xwe bi rêxistin bikin. Mînaka herî şênber jî rêxistina jinan Kongreya Star e ku ji Yekitiya Star bû Kongre. Ev modela ku li bi saya şoreşa jinan hat afirandin, ji jin û gelan re bû hêvî û ji hêzên hegemon re jî bû xetere. Ez yek ji wan jinan im, min biryar da di şoreşa jinan de cih bigrim, rola xwe bilîzim û xebatên bi bandor bidim meşandin. Dewleta Tirk bi balafireke bê mirov rasterast ez kirim armanca êrîşa xwe ku di encamê de min dest û lingek xwe ji dest da. Ez jî wek bi sedan jinan bûm armanca dewleta Tirk. Di salvegera 12’emîn a şoreşa me de ez vê peyamê didim; hê jî dest û lingek, ziman û mêjiyê min hene. Lewre heta dilopek xwîn jî hebe, em ê têkoşîna mayîndekirina şoreşa jinan û destkeftiyên wê berdewam bikin.”