Fransa û Amnestyê banga berdana Nêrgiz Mihemedî kir
Wezareta Derve ya Fransayê xemgîniya xwe ya li beramberî cezayê girtîgehê yê li çalakvana mafên mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî hatî birîn anî ziman û bang li rejîma Îranê kir ku tavilê berdin.
Navenda Nûçeyan- Parêzerê çalakvana mafên mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propagandaya li dijî rejîmê’ salek û nîv cezayê girtîgehê daye wê. Li aliyê din, dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derneketina derve jî da Nêrgiz Mihemedî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku rejîma Îranê bi dayîna cezayê 7 sal û nîv yê girtîgehê ku li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî hatiye birîn, carek din rêya çewsandin û tirsandinê bijartiye. Berdevk da zanîn ku rejîma Îranê mafê bingehîn ê gelê Îranê binpê dike, Nêrgiz Mihemedî parazvana van mafan bû û ji bo vê têdikoşa û Fransa daxwaza berdana wê dike.
Rêxistina Efûyê ev girtin wek binpêkirina mafên mirovan bi nav kir
Her wiha Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty) li Emrîkayê eşkere kir ku dadgeha Şoreşa rejîma Îranê, li pey darizandina bêedaletî ye. Amnesty destnîşan kir ku Nêrgiz Miheemdî ji ber çalakiyên xwe yên derbarê mafên mirovan de hatiye girtin.
Rêxistina Efûyê da zanîn ku Nêrgiz Mihemedî ji dema hatiye girtin heta niha ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî bêpar e, tenê di dema rêveçûna dadgehkirinê de hiştine ku parêzer wê bibînin. Rêxistinê ev yek wek binpêkirina mafên mirovan û zagonên navneteweyî binav kir.
Nêrgiz Mihemedî yek ji çalakvana mafên mirovan a herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan, di sala 2023’an de hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.