Foza Yûsif: Em ê dîroka azadiyê bi îradeya jinan li ser vê axê binivîsînin

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif teqez kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûpelek nû di dîrokê de vekirine û got: “Di vê pêvajoya hesas de gaveke dîrokî avêtin. Em ê dîroka azadiyê bi îradeya jinan li ser vê axê binivîsînin”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 ‘ê Hezêranê wê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Duh li parka 4’ê Nîsanê Meclisa Kongra Star û Meclisa Jinên Zenûbiya deklerasyona xwe diyar kirin. Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif der barê girîngiya vê pêvajoyê de nirxandin kir.

‘Em li ser mîrasê têkoşeran meşa azadiyê didomînin’

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif da zanîn ku jin gavên şoreşê yên nû davêjin û wiha got: “Roja ku jin bi îradeya xwe namzedên xwe diyar dikin ev roja ku em gaveke şoreşê ya nû li ser vê axê davêjin rojeke dîrokî ye. Em vê diyarî tevahî şehîdên şoreşê dikin ji Arînan, heta Bêrîtanan, ji Sakîneyan, heta Hind, Seda, Hevrîn, Sara û tevahî şehîdên azadiyê. Em ji wan re dibêjin ku ew mîrasê we ji me re hiştiye, ew têkoşîna ku we didomand, bi sed hezaran, bi milyonan jin li ser riya we ji bo avakirina jiyana azad, demokratîk û rêveberiyek demokratîk îro îradeya xwe nîşan didin. Ji bo wê jî em vê rojê li tevahî jinên cîhanê, jinên azadîxwaz, têkoşer, zehmetkêş, dayikên şehîdan, YPJ’ê û gerîlayên azadiyê YJR’ê ku em li ser mîrasê wan vê meşa azadiyê didomînin pîroz dikin. Her wiha vê rojê li tevahî jinên Sûriyeyê ku 14 sal in bi zextek mezin vê tekoşînê birêve dibin û heta roja îro anîne pîroz dikin. Em îro ji bo ku rêveberiya xwe ya xweser, rêveberiya xwe ya demokratîk, bi awayekî xurt bi îradeya jinan ava bikin, em li vir amade ne. Weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em careke din mohra xwe li dîrokê didin û gaveke nû ji şoreşê davêjin. Cara yekemîn e ku jin bi nasnameya xwe ya siyasî, îradeya xwe nemzedên xwe hildibjêrin û ev jî serkeftinek e em diyarî tevahî têkoşerên jin ên cîhanê dikin.”

‘Îro neviyên Zenûbiya û Îştar bi hev re bi heman îradeyê şoreşek nû li dar dixin’

Foza Yûsif teqez kir ku dîrok dibe şahidê têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta antîdemokratîk û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jin tevî hemû êş, zilim, qetilkirin û çewisandinê, îro serî hildidin. Li Mezobotamyayê jinên Kurd, Ereb û Suryan beriya hezar salan şoreşa nan şoreşa çandiniyê, ya wêjeyê, li dar xistin. Careke din neviyên Îştar û Zenûbiya bi hev re bi dengekî, bi helwestek û bi îradeyek hevbeş li ser vê axê şoreşeke nû li dar dixin. Careke din dîrok dibe şahid ku jinên vê xakê serî natewînin û ji bo siyasetê ji yekdestiya mêr rizgar bikin têdikoşin. Ji bo ku şaredariyan ji zihniyeta antîdemokratîk a mêr rizgar bikin, ji bo ku çanda dewletperest a navendîtiyê bi pêş dixe, rakin wê careke din bi siyaset û şaredariyan, gund û bajaran bi hişmendiya jinan, bi zainsta jinan, bi îradeya wan ava bikin.”

‘Jin dê welatê xwe weke bexçeyek bi nêrîna jineolojiyê ava bikin’

Foza Yûsif da zanîn ku jin rûpelek nû di siyaset û herêmê de vedikin û wiha domand: “Heta niha jinan bi nasnameya, mêr karên şaredariyê didan meşandin. Heta niha jin bi ferman û biryara mêran dixebitîn lê belê îro bi damezrandina şoreşa jinan, bi îradeyeke azad, bi xwebûna xwe û nasnameya xwe biryar dane ku welatê xwe weke bexçeyek azadiyê ava bikin, bi şaredariyên demokratîk. Îro jinan biryar dane ku bi awayekî û nerîna jineolojiyê jiyanê ji nû ve vehûnin. Jinan biryar dane ku bi nêrîn û zanistek ekolojîk gund, navçe, bajar û axa xwe zindî bikin. Ji bo wê jî em dibêjin em îro rûpelek nû di dîroka siyaset û herêmê de vedikin.”

‘Em guhertina jiyanê bi nêrîn dil û mêjiyê jinan îlan dikin’

Foza Yûsif wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em careke din ji bo sîstema dagirker, baviksalar û pergala ku jinan tune hesab dike, bi biryar, îsrara guhertina jiyanê bi nêrîn, dil û mêjiyê jinan îlan dikin. Em dibêjin ku rûpela nu ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dîrokê de vedike wê bi gotinên zêrîn were nivîsandin. Êdî em dîroka koletiyê li pişt xwe dihêlin û dîroka azadiyê bi dest, îrade û hişmendiya jinan li ser vê axê dinivîsînin. Ji bo wê jî em deyndarên şehîdên xwe ne, em deyndarên gaziyên xwe ne. Ji ber ku wan riyeke bi şanazî, serbilindî û serfirazî nexişandin. Em dixwazin ji şehîdan re bibêjin ala ku wan hilda, ala azadiyê wê her dem bilind be. Jinan biryar dane ku wê li ser riya we bi îsrar bin, wê alê her dem li ser milên xwe bilind bikin. Îro jin mizgîniya jiyana nû didin ji bo wê em dibêjin bila dilê we şad be.”