Foza Yûsif: Biryara PKK’ê gavekî dîrokî ye
Endama Desteya Hevseroktiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derbarê biryara PKK'ê de got ku: "Ev biryar gavek dîrokî ye ku bi xwe re hêviyên mezin ji bo aştî li Rojhilata Navîn dê bîne."

AVRÎN NAVDAR
Hesekê – Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi pêngavek dîrokî ya bi taybetî li gor şert û mercên siyasî û guhertinên li Rojhilata Navîn, di nava 5 û 7'ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'emîn li dar xist. Di kongreyê de biryara dîrokî ya bidawîkirina têkoşîna xwe ya çekdarî da. Bi vê yekê re dihat xwestin ku prensîba "Xwişk û Biratiya Gelan" were xurtkirin û xwestekên tevgerê yên ku aramî û demokrasiya li herêmê xurtir bikin.
Ji bo naskirina sedemên damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê, guhertinên bîrdozî yên Tevger tê re derbas bûne û gavên ku ji bo bersivdayîna banga Aştî û Demokrasiyê dikevin ser milê dewleta Tirk, Endama Desteya Hevseroktiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif bersiva pirsên ajansa me da.
*Di dema damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şert û mercên siyasî û îdeolojîk û kêşeyên li pêşiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebûn, sedemên damezrandina wê çi bûn?
Di salên 1970'î de Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Kurdistan bûye şahidê gelek guhartinên siyasî û bîrdozî. Di nav van veguhertinan de ya herî berbiçav, li kêleka tevgerên rizgarîxwaz ên ku bi giranî ji têgehên Marksîst û Lenînîst bandor bûne, avakirina tevgerên banga wekheviya çînan bû. Bandora tevgerên wek Vîetnam, Kuba û welatên din ên ku li dijî kolonyalîzm û dagirkeriyê têdikoşiyan jî hebû.
Ciwanên Kurd hem di bin bandora tevgerên neteweperest û hem jî yên sosyalîst de mabûn. Sedemên herî diyar ên li pişt derketina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê; kolonyalîzma Kurdistanê bû. Her wiha biçûkxistin û înkarkirina nasnameya Kurdî bû jî. Fikrên ciwanên Kurd jî di bin bandora tevgerên çepgir ên li Tirkiyeyê de bûn. Di heman demê de di bin bandora tevgera xwendekarên Tirk ên bi pêşengiya Deniz Gezmîş, Mahîr Çayan û şoreşgerên din de bûn. Ji ber ku Rêber Ocalan û koma îdeolojîk li Enqereyê bicîh bûn, bi tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ya ku li zanîngehan aktîf bù re her tim di nava têkiliyê de bûn.
Gelê Kurd rêjeyek mezin ji nifûsa Tirkiyeyê pêk dianî û bi saya hebûna gelek pêkhateyan cihêrengiyeke çandî da welat. Lê înkarkirina nasname û zimanê Kurdî û nezanîna hebûna Kurdan li Tirkiyeyê ku gelê Kurd bi eslê xwe Tirk dihat nasîn, hebû. Rêber Ocalan di daxwaznameyên xwe de diyar dike ku dema cara yekem gotina 'Kurdistan mêtingeh e' aniye ziman, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sereke ye, ji hişê xwe çûye û teşhîskirina wê jî berpirsyariyeke mezin e.
PKK di heman demê de li Tirkiyê û cîhanê di bin bandora tevgerên çep û sosyalîst de maye. Ev yek jî ji rêziknameya navxweyî ya ku di kongreya yekem a partiyê de hatiye amadekirin diyar dibe. Di van rêziknameyan de fikrên komunîst, marksîst û sosyalîst hatin destnîşan kirin ku bi pejirandina van ramanan riya rizgariyê dikare pêk were. Her wiha partî xwedî aliyekî navneteweyî bû. Di destpêka damezrandina wê de kesên bi eslê xwe Tirk hebûn ku di pêşxistina partiyê de roleke pêşeng lîstin, wek rêheval Kemal Pîr û Hakî Karer.
*Ji damezrandina dewleta Kurdî heta sosyalîzm û demokrasiyê, di tevgera rizgarîxwaza Kurd de çi guhertinên îdeolojîk pêk hatin?
Rêber Ocalan bi kêmasiya dogmatîzmê, bi ramanên xwe yên her tim diguhere û diyalektîk e, taybetmendiya xwe ya yekta ye. Piştî hilweşîna sosyalîzma Yekîtiya Sovyetê, Rêber Ocalan rewşa li wir analîz kir û gelek rexne li tiştên ku di wê serdemê de ji salên 1990'î ve hatin bidestxistin, kir. Her wiha sedemên sereke yên hilweşîna sosyalîzmê li Yekîtiya Sovyetê lêkolîn kir û rolek di pêvajoya guhartinê de lîst. Li gor şert û mercên heyî, teoriyên xwe bipêş xistiye, di salên 90’î de fikra serxwebûnê û paşê federalîzmê pêşniyar dike. Di heman demê de teoriya azadiya jinê di pêşengiya wî de pêşketinên girîng dît.
Ez difikirim ku ev guhertin, di ramana siyasî ya cîhanî de û her wiha di ramana siyasî û civakî de, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê temsîl dike.
Ji bo ku pergalek li ser bingeha demokrasî û wekheviyê pêk were, ramana mêr, netewperestî û zayendperestiyê, desthilatdarî, dewlet û modernîteya kapalîst hatin rexnekirin. Rêber Ocalan xwe tenê bi rexnekirinê sînordar nekiriye, ji bo van bûyeran alternatîfan bipêş bixe jî dixebite.
Neteweya demokratîk alternatîfa netew-dewletê bû, aboriya civakî, alternatîfa aboriya kapîtalîst bû. Azadiya jin û mêr jî bû alternatîfa zayendperestiyê. Ev rexne li gel pêşkêşkirina alternatîfên bi bandor, bi hêz bû. Di pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" de zanista jinê, mîna perçeyek ji guhertineke mezin a şoreşgerî û rewşenbîrî ya li herêmê derbarê mijarên civakî de hatiye nirxandin.
Zanista jinê di çarçoveya guhertineke mezin a şoreşgerî û ramana li herêmê de derbarê pirsgirêkên civakî de hat destgirtin. Ev geşedan şoreşek di nava şoreşê de pêk anî. Ji ber ku argumanên Rêber Ocalan vejîn û manîfestoyekê nîşan da û bû rê li ber şoreşa civakî û siyasî ya li herêma me û bi giştî li Rojhilata Navîn girt.
*Ruhê netewî yê ku ji aliyê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve bi giştî li perçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojava hatiye çandin, çiqas bandorker e?
Rêber Ocalan û kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bandoreke mezin li ser çar parçeyên Kurdistanê kir, Ji ber ku di bernameya partiyê de karkirina li her çar parçeyan ji bo yekîtî û serxwebûna Kurdistanê bû. Cudahiya wê û partî û rêxistinên din ên ku xebatên wan tenê bi parçeyekî ve girêdayî bû, ev bû.
Derbarê Rojava de; bandora herî mezin, ji salên 1980’yî û vir ve dema ku Rêber Ocalan ji Tirkiyeyê derbasî Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriyeyê bû, çêbû. Ev gav bû sedema guhertinên siyasî yên girîng ên li herêmê. Ji ber ku rasterast eleqeya vê beşê hebû. Her wiha ji bo pêşxistina hişmendiya neteweyî ekîb hatin avakirin. Berê jî eleqeya ji bo mijarên neteweyî hebû, lê qasî ku tê xwestin kûr nebû. Hewldanên ku di salên borî de hatine kirin, di 14 salên dawî de bingehek saxlem ji bo rewşa siyasî ava kiriye. Bêyî van xebatên siyasî û vejîna neteweyî ya ku pêk hatiye, zehmet bû ku em xwe amade bikin ku geşedanên li Sûriyeyê bişopînin. Ronesans û rêxistina gelêrî ya civakî, çandî û rewşenbîrî bûne alîkar ku aloziya Sûriyê vemirînin.
Em dikarin bêjin ku di navbera salên 1980 û 2011’an de bi saya baldariya rasterast a Rêber Ocalan û kadroyên di vê çarçoveyê de di vê serdemê de, li gel girîngiya xweparastinê bi rêxistinbûna gel, jin û ciwanan re şahidî hat kirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê û geşedanên piştî wê yên di rewşa jinê de, hewldan û xebatên ku bi salan berdewam kirin, nîşan dide.
*Piştî ku îdeolojî ji ramana sosyalîst ber bi ramana neteweya demokratîk ve çû, gelo têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê di nav sînorên çar perçeyên Kurdistanê de ma?
Ramana Rêber Ocalan bi derbaskirina sînoran tê binavkirin, ji ber ku dizane pirsgirêkên gerdûnî, cîhanî û herêmî hene ku bandorê li Kurdan dikin û Kurd jî di serî de bandorê li van pirsgirêkan dikin.
Analîzên wî ji rewşa cîhanî dest pê dike û paşê derbasî rewşa herêmê dibe. Ji ber vê yekê fikra Neteweya Demokratîk bandoreke mezin li pêkhateyên din ên herêmê kiriye. Ji ber ku hemû nasnameyan qebûl dike. Teoriya azadiya jinê jî bandoreke berfireh li herêmê û cîhanê kir, li Îranê xwepêşandanên ku dirûşmên ji Rêber Ocalan îlhama xwe bikar anîne, dît.
*Piştî komplo, 26 sal tecrîda girankirî û qedexekirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, çima dewleta Tirk li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe guherand?
Rojhilata Navîn niha şahidê çend pêşketinên girîng e. Ji ber ku hêzên herêmî yên wek Îran, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Misir û Tirkiyê ji bo serdestiya li herêmê hevkariyê dikin. Tirkiye, alozbûna rewşên li Sûriyeyê, Lubnan û Îraqê, wek metirsîdar dibîne û bi gefên navxweyî û derve re rûbirû ye.
Di nav van kêşeyan de, bandora Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê ku li Tirkiyeyê bûye hêzeke siyasî ya navdar, derdikeve pêş. Tu partiyeke din bêyî ku bi vê partiyê re lihevkirinek pêk bîne, di warê kursî û şaredariyan de nikare bigihê armancên xwe. Hilbijartinên vê dawiyê yên Tirkiyê, encama vê hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê û Partiya Komara Gel CHP'ê bû.
*Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di encamê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê kongreya xwe ya 12'emîn li dar xist û biryara bidawîkirina şerê çekdarî da. Hûn vê kongreyê çawa dinirxînin û bandora wê ya bîrdozî û siyasî li ser herêmê çawa bû?
Banga Rêber Ocalan dîrokî bû, ji ber ku di salên dawî de hewldanên hilweşandina partiyê hatin dîtin. Rêber Ocalan di wê baweriyê de ye ku partî bi serê xwe ne armanc in, belkî tê wê wateyê ku li gorî şert û mercan diguhezin, lê armanc berdewam dimîne. Ji ber wê jî ev biryar dîrokî bû, ji ber ku pêwîstî bi guhertin û pêşketinên Rojhilata Navîn heye, ji ber ku ne avêtina gavên pêwîst di dem û cihê guncav de, dibe sedema encamên neyînî.
Partiyên li seranserê Kurdistanê têkoşîna xwe didomînin û vê biryarê dikin destpêka qonaxeke nû. Rolek girîng a Partiyê di wê yekê de hebû ku doza Kurd bibe pirseke herêmî û cîhanî û Kurd jî li herêmê bibin hêzeke stratejîk.
*Gelo serkeftina vê qonaxê dê bandorê li ser welatên herêmê û bi taybetî jî Sûriyeyê, li gor mercên niha bike?
Ji ber ku kêşeya Kurd wek pirseke herêmî tê dîtin û hemû tiştên ku diqewimin, çi erênî û çi neyînî dê bandoreke mezin li ser welatên wek Sûriyeyê, Îraq, Tirkiye û Îranê bike. Ev welat, li Rojhilata Navîn roleke girîng dilîzin û bandoreke mezin li ser welatên din dikin. Berdewamiya aloziya li Sûriyeyê, helwest û siyaseta Tirkiyê nîşan dide.
Ez di wê baweriyê de me ku her guhertineke erênî li ser doza Kurd, li Tirkiyê dê rasterast bandorê li çawaniya reftarên Tirkan ên li ser gelê Kurd li deverên cuda yên Kurdistanê, bike.
*Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve gavên çawa ji Tirkiyeyê tên hêvîkirin?
Piştî pêngavên Rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê, divê dewleta Tirk guhertinên destûrî di şertên Rêber Ocalan de çêke. Her wiha divê guhertinên qanûnî pêk bîne. Divê Rêber Ocalan bi erênî û bi lez vê pêvajoyê birivê bibe û bi lez vê rawestînê ji holê rake. Rêber Ocalan vê qonaxê bi rê ve dibe, loma divê statuya wî ji aliyê qanûnî ve bê sererastkirin. Ji ber ku azadiya wî şertê serkeftina pêvajoyê ye. Her wiha gavên din ên destûrî yên têkildarî pirsgirêka Kurd û veguhertina demokratîk jî hene ku divê bên avêtin.