Foruma jinan didome: Divê Hevpeymana Civakî mînak bê girtin

Jinên beşdarî foruma mafnasî ya şêwermendiyê bûn tekez kirin ku di nivîsandina destûra Sûriyeyê de pêwistî bi esasgirtina Hevpeymana Civakî heye.

Hesekê – Foruma jinan a bi armanca naskirina maf û daxwazên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de ji aliyê Encumana Adaletê ya jinan û desteya hiqûq û adaletê, lidar xistin bi nîqaşan didome.

Jinên ku beşdarî foruma mafnasî ya şêwermendiyê bûn girîngiya forumê û nîqaşên ku jin dimeşînin ji ajansa me re nirxandin.

Parêzer Ferîha Omer tekez kir ku pêvajoya Sûriye tê de derbas dibe pêwistiya wê bi lidarxistina foruma mafnasî ya şêwermendiyê heye û wiha got: “Ev pêvajoyek girîng e, lewma lidarxistina forumê bi vî rengî  û bi pêşengiya jinan gaveke serkeftî ye, ji bo ku Sûriyeya azad, wekhev û adil bi nêrînên jinan were avakirin. Hebûna jinan di cihên biryardargirtinê de û hemû qadên din wê li Sûriyeyê zihniyetek azad û demokratîk misoger bike.”

‘Pêwistiya jinên Sûriyê bi destûrek bi pênûs û nerînên jinan heye’

Ferîha Omer destnîşan kir ku qonaxa xelasiya ji zihniyeta rejîma Beasê, bi ked û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye û wiha axaftina xwe domand: “Di dema desthilatdariya rejîma Sûriyeyê de rola jinan tunebû, hebûna wan jî şekî dihat dîtin lê bi zihniyeteke ku jin azad nedihatin dîtin û mafên wan nedihat parastin. Nivîsandina destûra Sûriyeyê bê edalet û hebûna hemû pêkhate û bi taybetî jinan, nayê qebûlkirin û nivîsandin. Jin di Sûriyeyê de rastî koçberî, qetilkirin û tecawizê hatin lewma pêwistiya jinên Sûriyeyê bi destûreke ku bi dest û nêrîna jinan were nivîsandin û mafên wan were parastin heye.”

‘Ji bo Sûriyeya ne navendî pêwistî bi esasgirtina Hevpeymana Civakî heye’

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo ku ji pêkhateyên Suryan e bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya gelan ku bibe nimûne ji nivîsandina destûra Sûriyeyê re û wiha got: “Di Şoreşa Rojava de jinan di her qada jiyanê de û ji pêkhateyê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di bin heman fikir û felsefeyê de biryara têkoşîn û berxwedanê dan, bi vê berxwedaniyê gelek destkeftiyên pîroz hatin bidestxistin. Ya ku hişt ev şoreş temenê wê dirêj bibe hevgirtina jinan ji her pêkhateyan e. Îro jinên ji gelek reng, ol û mezheban ji bo heman dozê bûne yek. Ji bo parastina ked û destkeftiyên bi salan Hevpeymana Civakî hat nivîsandin, ev hevpeyman mafên hemû pêkhate û jinan diparêze lewma pêwiste Hevpeymana Civakî esas û mînak were girtin da ku em Sûriyeya ne navendî û azad bidin avakirin.”

‘Hebûn û azadiya jinan esas e’

Parêzer Beşîra Cemal Dîn jî bal kişand ser girîngiya sîstema Rêveberiya Xweser ku gelan ji qirkirin û talanê xelas kiriye û got: “Sîstema Rêveberiya Xweser sîstemeke serkeftî ye, tê de her ferd xwedî maf û nasname ye lewma di Sûriyeyê de gere ev sîstem mînak were dîtin. Em jinên Sûriyeyê yên resen destûra ku bê hebûna jinan were amadekirin qebûl nakin û rast nabînin. Xeta me ya sêyemîn e, azadiya jinan tê de esas e û bê rola jinan, Sûriye dê vegere serdema koletî û desthiltdariyê.”

Foruma mafnasî ya şêwermendiyê bi nîqaşên li ser daxwaza jinên Sûriyeyê di nivîsandina destûra Sûriyeyê de berdewam dike û dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.