Foruma jinan bi dawî bû

Meclisa Jin di Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê foruma xwe ya bi dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin” li dar xist, bi dawî kir.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin” de Meclisa Jin di Tevgera Civaka Demokratîk îro foruma xwe li Navenda Yekîtiya Endezyaran a Hesekê li dar xist.

Endamên sazî û rêxistinên jinan, partiyên siyasîdi forumê de amade bûn. Di forumê de mijara “Tundûtûjiya li dijî jinan ji aliyê siyasî û civakî” ji aliyê Hevseroka Konfdralîzma Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Hesen ve û mijara “Mekanîzmayên parastina jinan ji perspektîfeke qanûnî û mafî ve” ji aliyê parêzer Roja Xelef ve hate birêvebirin.

Forum bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Hevseroka Konfederalîzma Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Hesen daxuyaniyê da.

Biryarên ku di forumê de hatine girtin wiha ne:

“* Ji bo xurtkirina têkoşîn û hewildanên ji bo doza azadiya jinan û gihandina hemû jinan dixebitin.

* Piştgirîkirin û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî, yasayî û mafên wan de.

* Têkoşîna ji bo vegera ewle ya hemû jinên bi darê zorê koçber bûne.

* Parastina mafên jinan û xebat ji bo bicîhanîna qanûna malbatê.

* Bi hevahengiya bi saziyên peywendîdar re têkoşîna li dijî hemû cureyên şantajê yên elektronîkî.

* Parastina mafên jinên karker.

* Beşdarbûna mêran di foruman de û balkişandina ser guhertina hişmendiya mêran.

* Xurtkirina hevkariya di navbera saziyên rêveberiya xweser, rêxistinên civaka demokratîk û rêxistinên ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan dixebitin.

*Amadekirina rûniştinên hişyariya qanûnî ji bo jinan bi armanca agahdarkirina wan li ser mafên wan ên civakî û qanûnî.”

Forum bi dirûşmeyan bi dawî bû.