Foruma ‘Dengên ji bo aştiyê’ li Sûriyeyê nexşerêya edaletê xêz dike

Duyemîn foruma salane ya "Dengên ji bo aştiyê” bi nîqaşên li ser mijarên edaleta veguhêz, veguhêztina siyasî û ji nû ve avakirinê û bi pêşniyarên vîzyona têkildarî civakê ji bo pêşerojek adilane û berfirehtir nîşan didin, bi dawî bû.

Qamişlo – Rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan, bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî, duyemîn foruma salane ya bi mijara "Dengên ji bo Aştiyê" li dar xistin. Aktîvîstên ku li Qamişloyê li hev civiyan, têkildarî pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyalogek vekirî pêkanîn û mijarên edaleta veguhêz, veguhêztina siyasî û ji nû ve avakirinê nîqaş kirin.

Armanca forumê, bihêzkirina rola civaka sivîl ya di avakirina aştiyê ya domdar de, avakirina derfetê ya ji bo civakên herêmî ku bikaribin vîzyonên xwe pênase bikin, diyarkirina pêşîniyên xwe, avakirina pêşniyarên pratîkî û mîsogerkirina bihîstina dengê kesên mexdûr û yên rizgarbûnê ye.

Di rûniştinên forumê hatin kirin de, sê mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Di van mijaran de dijwarî û derfetên ku pêvajoyên aştiyê li herêmê pê re rû bi rû ne hate nîşan dan.

Rûniştina ewil: Edaleta veguhêz

Di rûniştina ewil de, zehmetiyên pêkanîna edaleta veguhêz a li ser asta herêmî û navneteweyî hate nîqaşkirin. Beşdaran, destnîşan kirin ku divê sûcdaran hesab bidin, ji bo mexdûran tezmînat bê dayîn û heqîqet derbikeve holê. Her wiha, li ser çawaniya reformên saziyî jî nîqaş hatin kirin. hate destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê beşdarî van pêvajoyan bibin û rola rêxistinên civaka sivîl ya di misogerkirina ragihandina dengê mexdûran hate diyar kirin.

Rûniştina duyemîn: Veguhêztina siyasî

Di rûniştina duyemîn de, pêvajoya veguhêztina siyasî ya ji bo pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Beşdaran, diyar kirin ku divê hemû komên etnîkî û olî di pêvajoyê de bi awayekî bandor ên temsîlkirin. Her wiha, balkişandin li ser girîngiya parastina mafên herêmî. Hate tekez kirin ku veguhêztina siyasî divê pêşkeftin û yekîtîya herêmê misoger bike.

Rûniştina sêyemîn: Ji nû ve avakirin û pêdiviyên lezgîn

Di rûniştina sêyemîn de jî, pêvajoya ji nû ve avakirinê piştî salên pevçûnê hate nîqaş kir. Beşdaran, girîngiya ji nû ve avakirina binesaziya zirar dîtiye û civakê tekez kirin. Der barê pêdiviyên herî lezgîn de analîzek hate kirin û çawaniya beşdariya gelê herêmî ya ji bo pêvajoyê hate nîqaşkirin.

Beşdariya çalak û nîqaşên afirîner

Di tevahiya sê rûniştinan de, nîqaşên bi beşdarbûnek berfireh hatin kirin. Beşdaran, derfeta îfadekirina nêrînên xwe peyda kirin, tecrûbeyên xwe parvekirin û pêşniyarên dikarin bên pêkanînin pêşkêş kirin. Piştî her rûniştinê, moderatora forumê Nalîn Esad ji bo beşdaran derfeta şîrove kirin û pirskirinê da. Ev yek bû sedem ku çalakî bi beşdariyek zêdetir derbas bibe û hesta berpirsiyariya hevpar a civakê ji bo pêşeroja herêmê xurttir kir.

Forum, bi encama sê rûniştinan û pêşniyarên sereke yên ji komên xebatê bi dawî bû. Her wiha hate diyar kirin ku ji bo bicîhanîn û şopandina van pêşniyaran, danûstendina berdewam a di navbera rêxistinên civaka sivîl û civakên herêmî de pir girîng e.

Pêşniyarên derketin pêş

Di dawiya forumê de, ji bo pêvajoyeke siyasî ya adilane û ji nû ve avakirinê li Sûriyeyê pêşnîyar hatin kirin. Ev pêşniyaran, li ser tecrûbeyên civakên herêmî bûn. Pêşniyarên derketin pêş wiha ne:

*Astengkirina gotinên nefretê û girtina berpirsiyariya belavbûna wan,

*Ji bo misogerkirina temsîliyeta adilane ya hemû pêkhateyan, ji nû ve şekildana polîtîkayên giştî,

*Xwedîderketina pergalên rêveberiya xwecihî ku cihêrengiya çandî û civakî li ber çavan digrin,

*Divê civaka sivîl, ji bo mafê beşdariya siyasî belgeyek bingehîn avabike û vê belgeyê pêşkêşî rayedarên neteweyî û navneteweyî bike.

*Di mijarên têkildarî ji nû ve avakirin û vegera ewle de jî pêşniyarên mîna belavkirina çavkaniyan bi awayekî zelal, berçavgirtina pêdiviyên civakên herêmî, çavdêriya projeyan, sererastkirina qanûnan ji bo parastina mafên milkê û peydakirina bernameyên perwerdehiyê ji bo ciwan û jinan hate kirin. Her wiha hate diyar kirin ku divê hevpeymaniyên civaka sivîl ku lihevhatina civakî xurtir dikin û astengiyên mezhebî derbas bikin, bên avakirin.

*Di der barê edaleta veguhêz de jî, hate diyar kirin ku ji bo mîsogerkirina vegera biewle ya kesên ji cih û warên xwe bûne û ji bo mîsogerkirina beşdariya mexdûran û kesên rizgarbûnê ya ji bo pêvajoyê, bernameyên berfireh werin pêşxistin.