Fîlma “Berfîn” li Qamişloyê hat nîşandan

Fîlma “Berfîn” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem car hat nîşandan.

Qamişlo- “Berfîn” fîlmekî Kurdî ye, derhênera wê jina Kurd Ozlem Arzêba ye. Fîlm êş û azarên Kurdan ên salên 1990’î û zextên dewleta Tirk ên li ser wan dike. Bûyerên fîlm li ser keçeke Kurd e ku bavê wê tê kuştin, diya wê ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin, piştî dayika wê ji zindanê diderkeve tevlî refên Gerîllla dibe. Piştî ku Berfîn mezin dibe êdî ew jî li pey şopa dayika xwe diçe û dibe Gerîlla.

Fîlm li herêmên parastina Medyayê û Mexmûrê hatiye kişandin, li Ewropayê hat nîşandan û di heman demê de, fîlm beşdarî gelek festîvalan bû.  Îro yekem car, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev fîlm bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr hat pêşandan.

Hêjayî gotinê ye ku dê 3 rojan li pey hev li heman navendê fîlm werê nîşandan û dibe ku di demên pêş de li bajarên din jî werê nîşandan.