‘Fikreke yek reng û yek deng nikare Sûriyeyê bi rêve bibe’
Endama Desteya Serokatiya MSD’ê Şêra Osê dîyar kir ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê nikare ji hemû pêkhateyan re bibe bersiv, rojane komkujiyan dike û got ku pêwist e diyaloga Sûrî Sûrî bi pêş bikeve, Sûriyeya demokratîk û ne navendî ava bibe.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Piştî hilweşîna rejîma Baasê li şûna ku li Sûriyeyê aramî û wekheviya gelan pêk were û hemû pêkhate bi maf û nasnameya xwe bi hev re bijîn, bi hatina HTŞ’ê re Sûriye ber bi rewşên xirabtir ve diçe û rojane bi destên çeteyên cîhadîst û hov ên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê HTŞ’ê ve komkujî, qirikirin li ser gelên Sûriyeyê tê meşandin û ger wisa berdewam bike pêşeroja Sûriyeyê wê ber bi karesetên xirabtir ve biçe.
Endama Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Deomkratîk (MSD) Şêra Osê têkildarî rewşa Sûriyeyê, alozî û komkujiyên tên kirin ji ajansa me re axivî.
Şêra Osê da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê Sûriye ketiye pêvajoyeke nû, got ku li şûna çareseriyê, rewş ji berê xirabtir bûye û wiha got: “Gelên Sûriyeyê piştî 54 salan ji zorî û zehmetiyan bi coş roja dîrokî ya hilweşîna rejîma Baasê pîroz kirin. Dema ku ev rejîm hilweşiya hêviya her kesê ew bû ku zarokên wan ji girtîgehê derkevin û bi hêvî bûn wê çareserî ji van aloziyan re werin dîtin lê belê piştî 7 mehan ji hilweşîna rejîma Baasê û hatina rêveberiya demkî, ev alozî û xeter zêdetir dibin. Di destûra Sûriyeyê ya berê de rola pêkhate, jin û ciwanên Sûriyeyê tunebû lê belê ev pirsgirêk berdewam dike. Di kongreya serkeftinê ya ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li dar xistibû de Ehmed EL-Şeraa xwe kir serokê Sûriyeyê. Destûra rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya hatiye derxistin, tenê pêkhateya Sunî qebûl dike, rol û mafên jinan tê de tunebû. Damezirandina rêveberiyê ji 12 kesan xwe bi xwe dihilbijêre û tenê jinek di nava wan de heye.”
‘Hikumeta demkî nikare diyalogê bi gelê Sûriyeyê re bike’
Şêra Osê destnîşan kir ku divê gelê Sûriyeyê diyaloga Sûrî Sûrî bikin û bi bi hev re bijîn, Sûriyeya nû ava bikin, bê mudaxeleya dewletên din û wiha berdewam kir: “Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi rêve dibe û biryara wê ne di destên wê de ye, heta roja îro gelek dewlet di her warî de mudaxele dikin. Ev nayê wateya ku çareseriya tê xwestin bi pêş bikeve. Daxwaza me ew e em Sûriyeya demokratîk a hemû pêkhate bi hev re kar bikin û gav bavêjin ava bikin. Em dibînin li dijî kiryarên li Sûriyeyê tên kirin, hikumeta demkî bê deng e û bi erka xwe ranabe.”
‘Komkujî li ser gelên Sûriyeyê didomin’
Şêra Osê diyar kir ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi vê fikra yek reng û yek deng ku tenê pêkhateyek qebûl dike nikare Sûriyeyê bi rêvebibe û wiha bi dawî kir: “Gere gavên girîng bavêje û bi hemû pêkhateyan re bikeve nava diyalogê. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, me digot em ê bi yek destî Sûriyeya nû ava bikin lê tiştên ku tên kirin nahêle li Sûriyeyê yekîtiya gelan çêbibe. Em ê çawa edaletê pêk bînin, di nava van mercên ku komkujî li ser gelên Sûriyeyê tên kirin de. Rêveberiya demkî îradeya siyasî tune kiriye. Divê destûra ku hat nivîsandin û tekezkirin were guhertin. Ji ber ku mafên pêkhateyên Sûriyeyê tê de tunebû. Weke gelê Sûriyeyê û weke MSD’ê em vê destûrê red dikin û qebûl nakin, destûra ku maf û hebûna jinan tê de tunebe bi tu awayî nabe. Daxwaze me ew e em Sûriyeya demokratîk, ne navendî ava bikin. Bangewaziya me ji bo rêveberiya demkî ew e destûr were guhertin û parastina hemû pêkhateyan bike.”