Fikarên li ser jiyana Pexşan Ezîzî zêde dibin

Di demeke ku li Îranê raporên îşkence, hucreya yekkesî û înkarkirina darizandinek adilane zêde dibin de, gefa darvekirina girtiya siyasî ya Kurd û çalakvana sivîl Pexşan Ezîzî, bûye sedema pêlek nû ya fikar û hêrsê ya li ser zêdebûna zextan.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana sivîl û girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî bi cezayê darvekirinê  re rû bi rû ye. Careke din doza binpêkirinên mafên mirovan û bikaranîna cezayê darvekirinê li dijî dijber û rexnegirên siyasî li Îranê ket rojevê.
 Pexşan Ezîzî ji sala 2023’an û vir ve di girtîgehê de ye û li gorî raporên hatine weşandin, ev bi mehan e ku di hucreyên tekakesî de tê girtin. Her wiha rastî şert û mercên ku rêxistinên mafên mirovan her tim wekî mînakek zexta psîkolojîk û îşkenceya spî binav dikin tê.

‘Bêdengkirina dengê xwepêşandêran’

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Pexşan Ezîzî di dema pêvajoya doza xwe de rastî astengiyên cidî yên gihîştina parêzer û mafên parastinê yên bingehîn hatiye û cezayê darvekirinê, di jîngeheke ewlehiyê de û dûrî pîvanên pejirandî yên darizandina dadperwer de hatiye dayîn. Çalakvanên mafên mirovan diyar kirin ku dubarekirina vê meylê nîşan dide ku dadweriya Komara Îslamî berdewam dike ku dozên ewlehiyê û tohmetên cidî bikar bîne da ku dengê xwepêşandêran bibire. Çalakvanan tekez kirin ku prosedurên wiha di mijûlbûna bi girtiyên siyasî re, bûne şêwazek dubare.

Hinceta ‘Serhildan’ û ‘Serhildêrî’tawanek ji bo cezayê mirinê

Tawanbariya “serhildêr” a li dijî Pexşan Ezîzî, di salên dawî de li dijî çalakvanên siyasî yên Kurd, xwepêşander û girtiyan gelek caran hatiye bikaranîn. ‘Serhildêrî’ tawanek nezelal e ku dihêle rayedarên ewlehî û dadwerî çalakiyên sivîl û siyasî wekî kiryarên li dijî hikûmetê şîrove bikin.
Parêzer û rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî hişyarî dan ku bikaranîna berfireh a sûcdariyên wiha ne di berjewendiya edaletê de ye, lê belê amûrek e ji bo afirandina tirsê, tepeserkirina civakê û pêşîgirtina li belavbûna xwepêşandanên sivîl. Li gorî wan, cezayên darvekirinê di dozên siyasî de fonksiyonek ewlehî û siyasî hene, ne fonksiyonek dadwerî ye.

Fikarên li ser rewşa girtiyên siyasî yên Kurd zêde dibin

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber zêdebûna zext û zordariyê li dijî çalakvanên sivîl û siyasî yên Kurd, doza Pexşan Ezîzî di salên dawî de bûye manşeta rojnameyan. Girtinên girseyî, cezayên giran û darvekirinên girtiyên siyasî yên Kurd gelek caran ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ve hatine şermezarkirin û rexnekirin.
Çalakvanên sivîl bawer dikin ku hikûmeta Îranê bi dijwarkirina pevçûnên ewlehiyê li Rojhilatê Kurdistanê  hewl dide ku her çalakiyek protestoyî û daxwazên civakî bitepisîne û desteser bike. Pêvajoyek ku, ew dibêjin dê tenê bibe sedema atmosferek berfirehtir a hêrs û bêbaweriyê di civakê de.

Yekser rawestandina cezayên darvekirinê

‘Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî’ cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî şermezar kir û ew wekî mînakek aşkera ye ku binpêkirina mafên mirovan û wekî berdewamiya siyaseta tirsandinê li Îranê bi nav kir. Komîteyê tekez kir ku bikaranîna cezayê darvekirinê li dijî çalakvanên siyasî hewldanek e ji bo bêdengkirina dengê azadiyê û afirandina tirsê di nava civakê de.
Her wiha rêxistinê bang li rêxistinên mafên mirovan, medyayê, saziyên navneteweyî û raya giştî kir ku yekser darvekirina Pexşan Ezîzî were rawestandin û cezayê darvekirinê li Îranê bê betalkirin.
Di demekê ku jiyana girtiyekî siyasî li ber desteserkirinê ye, çalakvanên mafên mirovan hişyarî didin ku bêdengiya civaka navneteweyî dikare rê li ber dubarekirina cezayên bi vî rengî û tundkirina tepeserkirinê li Îranê veke.