Li Kobanê festîvala xwarinên gelêrî
Bi dirûşmeya “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê”, bi sedan jinên navçeya Qinê ya bajarê Kobanê bi riya festîvaleke gelêrî ya berhem û keda jinan, bi dehan xwarinên çanda bajarê xwe pêşkêş kirin.
Kobanê – Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star a li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, festîvala jinan a bi dirûşmeya “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê” hat lidarxistin.
Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên çandî û nûnerên sazî û rêxistinên li herêmê, li gundê Iwêne yê li rojavayê Kobanê kom bûn û bi rengekî hevpar festîvala xwarinên gelêrî birêve birin. Di festîvalê de li gel bi dehan cureyên xwarinên çanda Kobanê, pêşangeha berhemên destan a Weqfa Jina Azad jî hate pêşkêşkirin.
‘Divê em çanda xwe zindî bikin û ji pişaftinê biparêzin’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê jinên ku xwarin amade kiribûn Naz Mihemed Elî axivî. Naz wiha got: “Armanca kombûna me ya îro ew e ku em li çanda xwe ya dayîkê vegerin. Her wiha bi salan e gelê Kurd rûbirûyî êrîşên tunekirinê tê û di serî de çanda me tê hedefgirtin. Çanda me weke Kurd jî xwe dispêre ked, berhem û afirîneriyên jinan. Ji lewra girîng e ku di vê pêvajoyê de em wekî jin û bi giştî civak bikarin çanda xwe zindî bikin û ji hemû cure pişaftinê biparêzin.”
Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê, Suad Eldemir jî wiha got: “Êrîşeke mezin li ser nasname, çand û destkeftiyên jinan heye. Ji bo vê jî bi wate ye ku em weke jin di her warî de resenî, ked û têkoşîna xwe nîşan bidin. Em ê bi riya sekin, çalakî û hebûna xwe ji hemû hêz û kesên ku dibêjin êdî şoreşa jinan nema re bibin bersiv. Li vir ji festîvala lêvegera li çanda dayîkê em biryar û îsrara xwe nû dikin ku em ê meşa xwe ya azadiyê bê navber dewam bikin.”
Paşê jinan berhemên destên xwe ango xwarinên ku amade kiribûn wekî dolme, şorba dan, kufte, becanlî, çîk, kulîçe û hwd. bi rengekî rêkûpêk li mêvan û beşdarên festîvalê belav kirin. Her wiha ji Tevgera Hîlala Zêrîn komên govend û muzîkê jî hunera xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de jî Kongra Star diyarî dan jinên ku xwarin amade kiribûn û peyama girîngiya parastina çanda xwe dan.