Festîvala Sînemaya Filistînê piştî heft salan careke din hat lidarxistin

Festîvala Sînemaya Filistînê piştî navbera heft salan careke din li Swêdê hat lidarxistin. Beşdariya jinan bale kişand û di festîvalê de jinan gelek xelat bi dest xistin, di serokatiya komîteyên dadweriyê de cihê xwe girtin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya Festîvala Sînemaya Filistînê ya li Swêdê de, beşdariya jinan bi awayekî berbiçav pêk hat û jinan gelek xelat girtin. Her wiha di serokatiya komîteyên dadweriyê de cihê xwe girtin.

Festîvala Sînemaya Filistînê li bajarê Malmo yê Swêdê, çalakiya xwe ya çaremîn bi serkeftinek berbiçav bi dawî kir. Di vê çalakiyê de beşdariya jinan bi awayekî berbiçav bû di herdu pêşbirkan de, ya fîlmên belgefîlm û fîlmên çîrokî, gelek ji xelat girtin û rola bingehîn a jinan di parastina vegotina Filistînê û pêşkêşkirina ji aliyên mirovî û hunerî ve bi awayekî bi bandor nîşan da.

Di beşa kurtefîlmên di belgefîlmê de, derhênera Filistînî Bîsan Ewdê xelata baştirîn fîlma belgefîlm a kurt bi dest xist. Ev xelat ji bo fîlma wê ya bi navê “Ebu Cebel” hat dayîn. Ev serkeftin jî beşek din ji rêwîtiya wê ya hunerî ya di belgekirina rastiya Filistînê de û guherandina jiyana rojane û hûrgiliyên wê yên dijwar ji temaşevanên cîhanê re radighîne.

Jinan gelek xelat girtin

Beşdariya jinan tenê bi standina xelatan li ser dikana xelatgirtinê û li pişt kamerayê sînordar nebû, di warê fîlmên çîrokî de jî derhênerên jin xelat girtin. Komîteya dadweriyê xelatên taybet ji bo performansa lîstikvaniyê da lîstikvanên fîlmên ku ji aliyê derhênerên Ereb ve hatibûn birêvebirin. Di navbera wan de derhêner Tala Ebu Nime bi fîlma xwe ya bi navê “Çavgirtin” û derhênera Glorîa Nejîm bi fîlma xwe ya bi navê “Destê Xwedê” hebûn. Lîstikvanên van herdu fîlman jî ji ber şiyanên xwe yên hunerî hatin ecibandin û xelat girtin.

Şopa jinan di rêvebirina komîteyên dadweriyê û biryargirtina di festîvalê de jî bi hêz bû. Akademîsyen, derhêner û hunermend Margo Heddad serokatiya komîteya dadweriyê ya pêşbirka fîlmên belgefîlmê kir. Rexnegira polonî Ola Selwa jî weke endama komîteyê beşdar bû. Di heman demê de, di komîteya dadweriyê ya pêşbirka fîlmên çîrokî de lîstikvana Swêdî Yosifîn Etsîamo cih girt. Vê yekê rola rêberiyê ya jinan di nirxandin û rexnekirina karên beşdar û di diyarkirina xelatên festîvalê de nîşan da.

Tê gotin ku çalakiya çaremîn a Festîvala Sînemaya Filistînê ya li bajarê Malmoyê ya Swêdê, di 30’yê Cotmehê de dest pê kir û heta 1’ê Mijdarê  berdewam kir. Festîval piştî navbereke heft salan careke din hat lidarxistin û bi beşdariya 23 fîlman pêk hat.