Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê berxwedana Kobanê ya li hember tarîtiya DAIŞ’ê bi bîr xist û got “Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, bi mebesta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê perçedike ye jî. Fermandariyê destnîşan kir ku Kobanê, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e û wiha domand: “Xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ’ê ye.

YPJ’ê bi bîr xist ku di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanê bûye cihê ku stêrka azadiyê ji nû ve lê hilat. Daxuyaniya YPJ’ê wiha berdewam kir: “Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna Qendîl, Viyan Peyman, Zehra û Îvana Hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ’ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.”

‘Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide’

YPJ’ê da zanîn ya ku berxwedana Kobanêkiriye destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gel bûye û wiha pê de çû: “Di wê serdema dîrokî de Kobanê ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar perçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li ser sînor dewam kirin, bi hezaran dilxwazên azadiyê sînorên xêzkirî perçe kirin û mil bi milê şervanên YPJ û YPG’ê li dijî tarîtiyê şer kirin. Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide.”

‘Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ’ê şikand’

YPJ’ê diyar kir ku di heman demê de, Kobanê bûye wijdana cîhanê û wiha domand: “Di 1’ê Mijdarê de, dema ku gelên cîhanê ji Parîsê heta Berlînê, ji New Yorkê heta Abya Yala Tokyo heta Amed û Qamişloyê daketin qadan û gotin ‘Em hemû Kobanê ne’, wan nîşan da ku berxwedana Kobanêne tenê ya Kurdan e, berxwedana tevahî mirovahiya azadîxwaz e. Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ’ê şikand. Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de em careke din tekez dikin ku berxwedana Kobanê bingeha serkeftina gelên me û îspata yekîtiya me ya azad e.”

‘Em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin’

Daxuyaniya YPJ’ê bi van gotinan bidawî bû: “Vê destanê  nîşan da ku jinên bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe bi rêxistin dikin û gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dora vê xetê bûye yek, dikare çarenûsa sedsalekê biguherîne. Li ser vê bingehê, em li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng ku canê xwe dan da ku em îro bi serbilindî li ser vê axê bijîn, bejna xwe ditewînin. Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin, destkeftiyên vê axê mezin bikin, yekîtiya neteweyî xurttir bikin û welatê xwe ji her cure tarîtiyê re bikin qada ronahiyê. Bijî Yekîtiya Jin û Gelê azadîxwaz! Şehîd Namirin!”