Fermandara YPJ’ê: Zêdebûna êrişên DAIŞ’ê aramiya herêmê dike xeterê

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arîn Şedadî diyar kir ku zêdebûna êrişên şaneyên DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî li Dêrazorê, aramî û ewlehiya herêmê dike xeteriyê.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Şaneyên DAIŞ'ê di demên dawî de, piştî ku hin deverên ku sînorê wan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ye û ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tên kontrolkirin, çalaktir bûne. Ev yek fikarên li ser vejîna terorîzmê derxistiye holê. Di nav vê aloziyê de, şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) wek xeta yekem a parastinê derdikevin holê, rolên stratejîk dilîzin, ji berhevkirina îstîxbaratê bigre heta parastina civakê û hişmendiya mafên mirovan, gelek tiştan dikin.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê Arîn Şedadî di hevpeyvîna xwe ya ku da ajansa me de zêdebûna çalakiyên şaneyên DAÎŞ’ê ya li herêmê û xeteriyên wan anî ziman.

* Rola jinan di rûbirûbûna gefên DAIŞ'ê de li deverên ku şaneyên wê lê hene, çi ye?

Jin di çalakiyên hişyarkirinê û perwerdehiyê yên li dijî tundrewiyê de, di berhevkirina agahî û dabînkirina piştgiriya psîkososyal de, roleke girîng dilîzin. Di vê çarçoveyê de jin bi dijwariyan re rûbirû dimînin, ji tundiya fîzîkî û psîkolojîk û nebûna çavkanî û piştgiriyê bigre, heta tirsa ji tolhildana ji aliyê komên tundrew ve tên kirin.

Yekîneyên Parastina Jinê di parastina jin û zarokan û hişyarkirina civakê ya li ser mafên jinan de roleke çalak dilîzin. Her wiha rasterast beşdarî operasyonên ewlehiyê û bersivdayîna awarte dibin. Gelek mînakên jinan hene ku bi ragihandina çalakiyên gumanbar, alîkariya penaberan û peydakirina piştgiriyê di astengkirina êrîş û çalakiyên DAIŞ'ê de roleke girîng lîstine. Ev jî bûye alîkar ku pêşî li gelek êrîşên terorîstî were girtin.

* Di vê çarçoveya ewlehiyê de têgeha "Parastian Cewherî" ji bo jinan tê çi wateyê?

Têgeha "Parastina Cewherî" tê wateya dabînkirina hawîrdorek bi ewle ji bo jinan, ku mafên wan ên bingehîn, di nav de parastina ji tundiyê û îstismarê û zêdekirina beşdariya wan a di biryardayîna têkildarî ewlehiyê de mîsoger dike. Ev parastin dikare bi pratîkî li gor vê têgehê bi afirandina bernameyên hişyarkirinê, dabînkirina xizmetên piştgiriya psîkolojîk û civakî û perwerdekirina jinan di jêhatîyên parastina xwe û mafên wan ên qanûnî de were bicîhanîn.

Kêmasiyên di parastina jinan de li hember van gefan ji ber hevahengiya nebaş a di navbera dezgehên peywendîdar û nebûna polîtîkayên zelal ji bo parastina jinan in. Ev dikare bi xurtkirina hevkariya di navbera rêxistinên hikûmî û nehikûmî de were çareser kirin.

* Ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya jin û civakê, divê ev hevgirtina di navbera komên çekdar ên cuda de çawa were çareserkirin?

Pêdivî bi pejirandina stratejiyên berfireh heye ku diyalog û danûstandin bi hin koman re û xurtkirina kapasîteya civakên herêmî ji bo rûbirûbûna gefên ewlehiyê di nav xwe de bigirin. Ji bo pêşeroja jinên herêmê hêviyeke me mezin hene, bi saya hişmendiya zêdetir a mafên wan û hebûna tevgerên jinan ên çalak ên ku ji bo bidestxistina aştî, ewlehî û aramiyê hewl didin. Divê jin ji girîngiya ragihandina çalakiyên gumanbar û hevkariya bi me re ji bo misogerkirina ewlehiya civakê haydar bin. Eger em dixwazin civakên ji tundiyê azad ava bikin, divê parastin di nav mal, dibistan û kolanan de dest pê bike. Em diparêzin, li ber xwe didin û ava dikin