Ferîde Şengalî: 12 sal in birînên civaka Êzidî nehatin kewandin
Bi nêzhatina 12’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê gelek çalakî tên lidarxistin. Ji koordînasyona TAJÊ Ferîda Şengalî behsa çalakiyan kir û tekez kir ku dê jinên Êzidî nehêlin ferman were jibîrkirin.
Şengal – Civaka Êzidî ji ber 12’emîn salvegera fermana 74’an demek e li Şengalê di nava tevgerek de ye. Di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li gelek gundan semîner tên dayîn, li navenda Şengalê, Sûka Kevn kon hat vedan û serdana gorên komî tên kirin. Der barê fermana 74’an, berxwedana hatiye raberkirin û destkeftiyên di nava van 12 salan de çêbûne de ji koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî ji ajansa me re axivî.
‘Tevgera Azadiyê nehişt hedef û armanca DAIŞ pêk were’
Di destpêka axaftina xwe de Ferîde Şengalî şehîdên fermana 74’emîn, şehîdên şoreşê, bi bîr anî û wiha got: “Ez şehîdên ku ruhê xwe ji bo Şengalê dane, xwe kirine fedayê civaka Êzidî hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Jixwe hemû cîhan dizane ku fermanek çawa hat serê Êzidî. Bes kesê dengê xwe dernexist. Îsal 12’emîn salvegera fermanê ye. Hedef û armanca DAIŞ’ê ew bû ku Şengalê dagir bike. Dibe ku DAIŞ weke tevgerek îslamî xwe dabe nasîn lê hedef û armancên wê cuda bûn. Hêzêk ji aliyê Tirkiye, DYE û dewletên hegemon ve hatiye avakirin e. Armanc ew e ku li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe pêk bînin. Tevgera azadiyê nehişt hedef û armancên wan pêk werin. HPG û YJA-STAR, YPG-YPJ’ê berê xwe dan çiyayê Şengalê û bi hezaran Êzidî ji mirinê û ji girtinê rizgar kirin. Ji bo wê bi sedan şehîd dan.”
‘Hem Hikumeta Iraqê hem jî PDK’ê îxanet li civaka Êzidî kirin’
Di axaftina xwe de Ferîde Şengalî bahsa fermana 74’an helwestên hêzên parastina Şengalê dikirin kir û wiha got: “Li Şengalê bi giştî 12 hezar pêşmerge hebûn bes roja fermanê hemû beriya her kesê reviyan û Şengalê teslîmî DAIŞ’ê kirin. Beriya fermanê, PDK’ê çekên gel ên ferdî hemû kom kirin û gotin em ê parastina we bikin. Civaka Êzidî jî ji wan bawer kir. Hem hikûmeta Iraqê, hem jî PDK’ê îxanet li civaka Êzidî kirin. Tê zanîn, bi hezaran keç û jinên me ketin destên DAIŞ’ê, bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran kes winda ne, aqûbeta wan ne diyar e. Hedef û armanca wan ew bû ku koka Êzidatiyê tune bikin. Bes bi saya fikir û felsefaya Rêber Apo planên wan pûç bûn.”
‘Jinên Êzidî xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandin’
Ferîde Şengalî di axaftina xwe de anî ziman ku hedef û armanca DAIŞ’ê di şexsê jinên Êzidî de tunekirina civakê bû, wiha berdewam kir: “Tê zanîn ku bi hezaran jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, rastî tecawizê hatin û gelek ji wan hatin kuştin. Heta tecawizê zarokên 5 salî jî kirin. Tu tiştek nema ku jin û zarokên Êzidî nedîtin û nejiyan. Piştî naskirina fikir û felseya Rêber Apo me jinên Êzidî xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirand û berxwedaniyeke mezin raber kir. Hedefa DAIŞ’ê ew bû ku di şexsê jinan de Êzidatiyê tune bike. Hesab nedikirin ku jinên Êzidî bi saya fikrên Rêber Apo wê berxwedan û têkoşîneke mezin raber bikin. Hê di dema fermanê de jinên Êzidî ji bo xwe biparêzin hem ji aliyê fikrî, ve hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi rêxistin kirin. Wan deman pir demên zehmet bûn, Şengal vala bûbû, bi hezaran kes li çiyayê Şengalê mabûn. Kesên mayî xwe bi rêxistin kirin. Ji ber êrîşek mezin hebû, jinên Êzidî çek girtin û şer kirin. Ev bi xwe şoreşek bû, ji ber kesê bawer nedikir rojek jinên Êzidî çekan bigrin û berê xwe bidin nava nava şer. Di van 12 salan de gelek destkeftiyên me çêbûn. Ji van a herî girîng ew bû ku jinên Êzidî rêxistinên xwe ava kirin. Heke ne ji ber hêzên me yên parastinê bûya, kesek nikaribû li Şengalê wisa rehet bijî. Dîsa di bin navê TAJÊ de jinên Êzidî xwe li her gund û bajarî perwerde kirin, xwe bi her awayî bi rêxistin kirin.”
‘Ji bo ev ferman û berxwedanî neyê jibîrkirin me li Sûka Kevn kon veda’
Di berdewamiya axaftina xwe de Ferîde Şengalî destnîşan kir ku bi nêzbûna salvegera fermana 74’an wan weke TAJÊ gelek rêzeçalakî li dar xistine û wiha pê de çû: “Bi nêzbûna salvegera fermanê weke TAJÊ û Meclîsa Gel li Sûka Kevn ku ji bo me Êzidiyan cihekî dîrokî ye, me kon veda. Sûka Kevn, ji bo me Êzidiyan gelekî girîng e. Hem cihekî herî dîrokî yê Êzidiyan e, hem jî di fermanê de cihê ku herî zêde berxwedan lê pêş ketiye ye. Ji bo azadkirina bajarê Şengalê li vê sûkê 11 mehan şer û berxwedaniyek gelek mezin hat meşandin. Gelek heval li vir şehîd ketin. Ji ber vê jî ev du sal in em nêzî dîroka fermanê, li vê derê kon vedidin da ku ev ferman û berxwedanî neyê jibîrkirin. Her roj gel tê serdana vê derê, bi taybetî jin eleqeyek mezin nîşan didin. Yên ku tên, li vir wêneyên şehîdên xwe dadiliqînin, çira pêdixin û ji bo şehîdên fermanê xêrê belav dikin. Bi vî avayî şehîdên fermanê tên bibîranîn.”
‘Fermanên li ser me Êzidiyan hê jî xelas nebûne’
Di axaftina xwe de Ferîde Şengalî bahsa beriya niha pêngava ku TAJÊ ji bo dîlgirtiyan daye destpêkirin kir û wiha got: “Meha Tebaxê ji bo me meheke reş e. Weke jinên Êzidî hê jî êrîş li ser me tên kirin. Ev 12 sal in birînên civaka Êzidî nehatine kewandin. Heta em mafên xwe yên rewa bi dest nexin, ev birînên me tu carî baş nebin. Ruxmî ku 12 sal derbas bûne jî Iraqê hê jenosîdê nas nekiriye. Dewleta Iraqê fermana hatiye serê me weke tiştekî ji rêzê dibîne. Jixwe heta niha ji bo Şengalê tu tişt nekirine. Dixwazin civaka Êzidî bêdeng bikin, bes bi têkoşîna jinên Êzidî ev tu carî nayê qebûlkirin. Girêdayî hemleya TAJÊ ya ku ‘Ji bo Edalet û Azadî… Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê’ hatiye destpêkirin, me gelek rêzeçalakî li dar xistin. Bi boneya 12’emîn salvegera fermanê me lez daye çalakiyên xwe. Di vê pêvajoyê de me xwest em xwe bigihîjînin gelek jinên dilgirtî, me serdana malên wan kir. Tê zanîn hê jî bi hezaran jin û dayîkên me di destên DAIŞ’ê de ne. Em dixwazin der heqê wan jinan de agahiyan kom bikin da ku bikaribin wan azad bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Ferîde Şengalî ji bo civaka Êzidî peyama yekîtiyê da û wiha got: “Ji bo careke din li ser me fermanek ranebe, pêwîst e em xwe bi rêxistin bikin. Niha Iraq dixwaze li ser me hinek tiştan ferz bike, pêwîst e em hişyar bin û di nava xwe de yekîtiyê ava bikin.”