Femînîzma Îranê di siyaseta protestoyê de balê dikşîne ser serdemeke nû
Di daxuyaniya hevpar a femînîstên Îranê yên dîasporayê de hat diyarkirin ku femînîzm ji daxwaza maf derketiye, bûye zimanê siyasî yê berfireh ku berxwedana sivîl a li Îranê dike yek.
SHEÎLA GHASEMKHANÎ
Navenda Nûçeyan- Femînîstên Îranê yên li dîasporayê, di daxuyaniya hevpar a îro weşandin de, li dijî tundiya cudakarî û zextê sekna xwe raber kirin. Di daxuyaniyê de xwepêşandanên li Îranê, wek nîşaneyek girîng hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku gelek xwepêşandanên civakî yên li Îranê, bi daxwazên aborî hatine sînordarkirin û di çaçroveyek teng a siyasî de hatine şidandin û hat gotin ku femînîzmê îro berxwedana sivîl a Îranê kiriye çavkaniya herî bi hêz a gotinî.
Femînîzm û tundiya pergalî
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di zanistên civakî de, tenê êrîşên fîzîkî yan jî awayên vekirî yên zextê bi sînordar nîn e. Têgîna pergalî ya tundiyê, hiqûq, aborî û çandî pergal komên diyar ên civakê, derfetê jiyana hevpar bi awayekî sîstematîk çawa asteng kiriye derdixe holê. Cudakariya zayendî sazî bûye, li Îranê ji qedexeyên zagona malbat û mîrasê heta pêkanînên hîcaba bi zorê dirêj dibe, ev jî di nava mînakên şênber ên van tundiyan de cih digre.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku femînîzma Îranê, bal daye ser qatmana tundiyê ya neyê dîtin û di nava ceribandinên zextê yên cûda de bi serxist ku zimanekê ava bike. Ceribandinên jinan ên kontrola bedenî, bê ewlebûna aboriyê û dûrxistin siyasî, etnîk, sinifî û bi awayek civakî bi komên din ên hatin marjînalkirina re jiyan kirî dibe yek. Ji ber vê femînîzm, ji qadek yekî zêdetir, dibe derdorek analîtîk ku kêrî fêrbûna yekbûna pergala zextê tê.
‘Ji ‘Jin, Jiyan, Azad’ ber bi polatîkaya jiyanê ve’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke yek ji xalên hilweşîner ê dîroka xwepêşandanên werçerxê yên li Îranê derdikeve pêş. Ev dirûşema ku di dîtina yekem de weke daxwazek di bingehê zayendî de tê dîtin di demeke kin de bûye îfadeya hevpar a berxwedana li seranserê welat. Di lîteratura felsefeya siyasî de ev cure rêbaz, li dijî mirin, tepisandin, mantiqa disîplînê, weke polîtîkaya jiyanê ku jiyana rojane, beden û rûmeta mirovî dike navenda xwe pênase kir.
Di vî alî de jin ne tenê nasnameyek biyolîjîk, sembola bedenek girtiye bin kontrolê, jiyana hatiye sînordarkirin û azadiyek hatiye taloqkirin e.
Beden qada xebata siyasî
Beden di pergalên serdest de, wek yek jî qadên pêkanîna herî rast a desthilatê derdikev pêş. Dewletên Bedenan, cil û zayîn û qada tevgerê sererast dike û sererastiya siyasî ji nûve dihilberîne, bi polîtîkayên beramberî bedenê jinan li Îranê şênber dibe.
Femînîzma Îranê, vê mantiqa ku bedena siyasî kiriye îtiraz dike. Xwepêşandanên li dijî hîcaba bi zorê hatin pêşxistin, ne tenê sererastkirina zagonî ya diyare, wateya reda dewletê ya berê xwe daye mafê tasarufê ser bedenê kesan dihilgire. Bi vî alî re têkoşîna di navbera bedenê jinê, serwerî û xweseriyê de dibe qada siyasî û têkoşînê ku di jiyan rojane de were dîtin.
Femînîzm siyasteke ku daxwazan dike yek e
Di demên dawî de yek ji aliyên herî balkêş ên femînîzma Îranê, kapasîteya daxwazên berê bi awayek belav û parçeyî tîne ziman. Gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zimanek havpar ê sinifî, etnîk, netewî û cûdahiya nifşan asta sembolîk derbas dibe ava dike.
Di qadek ku awayên muxalîfa kalsîk zextên siyasî ên rêxistinî sînordar kirî de, ev cûrê gotinên hevpar, di aliyê domandina berxwedana civakî de rola jiyanî dilîze.
Tundî bîra kolektîf û vegotin
Tundiya dewletê di demê kurt de xwepêaşdan tepesandibin jî, di demdirêj de, bê edalet û hesta bi êşa a di bîra civakê de kom bûye kûr dike. Femînîzm, ji tepesandinên kolanan, cezayên girtîgehan û heta cûdakariya rojane ceribandinên jinan dîtbarî dike û di avakirina bîra kolektîf de rolek girîng dihilgire.
Ev bîr di medyaya dijîtal, hunera protestoyan, weje û çalakiyên sembolîk de ji nûve tê hilberandin. Di tevgerên civakî ya bi sekinîn û zivrînekên teqiyan re pêşdikevin, ev cûrê bîra protestoyan zemînên seferberiya pêşerojê ava dike.
Aboriya siyasî û newekhaviya zayendî
Ne wekheviya zayendî ya li Îranê, ne tenê encamên çandî û sererastkirinên hiqûqîne, raste rast têkilî bi pergala aborî ve heye. Rêjeyên biçûk ên derfetên kar ên jinan, di karên bê ewle û derveyî qeydan de, belavbûnê re, newekheviya mûçeyan, têkiliyên rantvan û ne şefaf ên aborî û newekheviya zayendan nîşan dide ku ketine nava hev.
Ji ber vê femînîstek ku asta aboriyê dîqat dike, bi daxwazên edaleta sinif re girêdanbûnên hê bi hêztir ava dike. Nêzbûna tevgerên jinan bi têkoşîna karker û sendîka, di aliyê berxwedana civakî ya mayînde û domadarî de krîtîk tê dîtin.
Dîaspora: Di nava piştevanî û nûnertiyê de
Daxuyaniyê femînîstên Îranê yên derveyî welat, pirsa ‘kê nûnertiya kê dike? Tîne rojevê. Ev pirs li gel girîngbûn, ne neçare ku rola dîaspora bê bingeh bihêle. Welatên dîaspora têkiliya xwe ya bi aktivîstên xwecihî re di parêze, daxwazên xwe gihandine qada navnetewî û di xistina tevgerê ya mekanîzmayên zextê yên kûrewî de bi bandor dibe.
Divê çarçoevyê de dîaspora, ne aktorek ku çûye pêşiya têkoşîna xwecihî, wek ên degê hundir zêde dike û vedide û asankarî bi nav dike.
Ev femînîzma ku ji ceribandinên Îranê derketiye, li dijî zextên beden, jiyan û pêşerojê dike hedef, berîsvek berfireh pêşkêş dike. Ev nêzîkatiya sînorên nasnameya teng derbas dike û di nava awayên cûda yên zextê de pirê ava dike, ket pêşiya daxwazên yek kesî û asoyek hê berifrehtir yê siyasî vedike. Di asta girêdanbûna xwe ya bi tevegrên din ên civakî didomîne de, potansiyela bûna awayê berxwedana sivîl a mayînde li Îranê dihilgire.”