FEMENA: Talîbanê Li Heratê 17 jin girtin

Rêxistina FEMENA diyar kir ku Talîbanê di 5 rojên borî de li Heratê herî kêm 17 jin bi zorê girtine. Ev operasyon û polîtîkayên tund ên li qadên giştî fikarên li ser binpêkirina mafên bingehîn ên jinan kûrtir dikin.

Navenda Nûçeyan –  Li Heratê operasyona serdegirtinê ku jinan dike armanc, fikarên li ser sînordarkirina azadiya jinan a li qadên giştî zêde dike. Ev rewş dikare rûmeta jinan binpê bike û wan bi pêkanînên cudakar re ku mafên wan ên bingehîn binpê dikin, rûbirû bihêle.

Daxuyaniya rêxistina femînîst ‘FEMENA’ ya li ser girtinan

Rêxistina femînîst a bi navê “FEMENA”ragihand ku Talîban berpirsyarê binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan e û berdewam dike ku jinên Efganî bigire. Rêxistinê piştrast kir ku Talîbanê di pênc rojên borî de herî kêm 17 jin girtine.

Rêbazên Talîbanê yên di revandina jinan de

Rêxistinê destnîşan kir ku Talîban ji destpêka serdegirtinê ve li Heratê revandinan berdewam kiriye. Ji bo girtina jinan a ji deverên cuda yên bajêr, wesayît, dewriye û endamên jin ên Wezareta Pêşvebirina Fazîletê û Pêşîlêgirtina Xerabiyê tên bikaranîn. Li gorî çavkaniyên herêmî yên ku bi rêxistinê û Ravi Zan Media re axivîne, di pênc rojên borî de ev 17 jin ji deverên kombûna bazirganî yên wekî Leylamî Market, Gor Darwaz û Almas Şarq ên li Heratê hatine revandin.

Her çend jinên hatine girtin serpoş û rûpoş li xwe kiribûn jî, lê endamên jin ên “polîsên exlaqî” (polîsên olî) berî ku bi hincetên cûrbecûr ên “binpêkirinan” wan bibin, cilên wan di bin perdeyan de diçirandin.

Rêxistina FEMENA çi ye?

Hêjayî gotinê ye ku FEMENA rêxistineke femînîst a navneteweyî ye. Ev rêxistin ji bo piştgiriya parêzvanên mafên mirovan ên jinan û tevgerên femînîst li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û Asyayê dixebite, bi taybetî li wan hawîrdorên ku qada sivîl lê teng dibe an jî ji ber şer û tundrewiyê bandor dibe.