Felsefeya ku çarenûsa gelekî guherand: Em ji mirinê mezintir in

Li ser bedena bendava Tişrînê, di bin balafirên qirkeran û topbaranê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin; Em ji mirinê mezintir in. Ev dirûşim a bû felsefeya jiyanê, çarenûsa gelan û jinan guhert.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 5 mehên borî de di ezmûna hebûn û tunebûnê re derbas bû. Ev pêkhateyên ku ji bo xwe modela jiyana hevbeş hilbijartin, dikaribûn careke din bi yekparebûn û hevgirtineke xurt, ezmûna xeternak a jiyanî derbas bikin. Di vê pêvajoya xeter a heta niha jî berdewam dike de, ji bo xwe stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bingeh girtin û parastina rûmet, hebûn û destkeftiyên xwe yên 14 salan kirin. Ev xalên ku hatin destnîşankirin, bi taybetî di berxwedana gel a li Bendava Tişrînê de berz bû.

Bi hilweşîna pergala Rêjîma Baasê re, di Kanûna 2024’an de dewleta Tirk û çeteyên wê yekser ketin nav liv û tevgerê ku dest bi êrîşên dagirkeriyê yên dijwar kirin ku mirov dikare wek şerekî topyekûn ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî binav bike. Ev êrîş bi taybetî li ser Şehba, kantona Minbicê, pira Qereqozaqê û bendava Tirşrînê ve pêk hatin. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk hemû hêza xwe seferber kir da ku dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike. Li dijî van êrîşan, tevî hêzên parastinê, gel jî biryar girt ku ew jî di eniyên pêş yên berxwedana topyekûn de cîh bigirin û hebûna xwe li dijî ferzkirinên tunebûnê biparêzin. Li ser vê bingehê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Çileya 2025’an de biryar girtin ku berê xwe bidin bendava Tişıînê û parastina av, ax, enerjî û bendava xwe bikin.

Li dijî qirkirinê herikîna karwanên nemiran

Bi hezaran jin, ciwan, mêr û zarok wek artêşek dilsoz ber bi Tişrînê ve herikîn. Dewleta Tirk ji bo ku vîna gel lawaz bike û biryardariya wan pûç bike, karwanên gel yekser armanc girt ku gelek kes birîndar bûn û hatin qetilkirin. Topbarana dijwar a li ser karwanê jî nekarî bibe asteng ku gel derbasî bendavê bibe. Bi taybetî gelê Kobanê bi mîrate û hêza ku ji berxwedana li dijî DAIŞ’ê girtin, pêşengiya xwe gihandina bedena Tişrînê kirin. Bi vê yekê re gel armanca xwe bi cîh anî û dest bi nobedariya parastina bendava Tirşînê kirin. Ev berxwedanî tevî hemû êrîş û topbarana dijwar, bedelên ku hatin dayîn jî, heta roja îro dewam dike. Ji kantona Firatê, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Cizîrê gel karwan bi karwan berê xwe didin Tişrînê û nobetê digirin. Di nobedariya bendavê de dewleta Tirk bi rengekî rasterast gel armanc digre. Li gor bîlançoyê heta niha 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 270 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de malbat, şanoger, rojnemevan, endamên tenduristiyê, siyasetmedar, çalakvan û wekî din hebûn. Heta mirov dikare bêje Hêza Mustefa û hevjînê wê Edhem Mustefa yên ji bajarê Kobanê, li gel hev jiyana xwe ji dest dan û zaroka wan Tala ya yek salî di oxira parastina, axa welêt de sêwî ma.

Ji 2014’an ber bi 2025’an ve berxwedanên dîrokî

Li ser bedena Tişrînê bê navber xelekên govenda şoreşgerî hatin gerandin, sloganên ku pênaseya bîr û baweriya jiyaneke bi rûmet dikin berz bûn, tilîliyên jinan ku pala xwe dan hêza xwedawenda Star li asîmanan deng vedan. Bi vî awayî tevneke bêhempa ya berxwedaneke dîrokî hat risandin. Di van kêliyên avsenwerî de, ji sedan sloganên ku deng vedidan diruşmeya ‘Em ji mirinê mezintir in’ bi rengekî giyanî berz bû. Ev diruşme di binê hişê mirov de senaryoya berxwedana Kobanê zindî kir. Li bajarê Kobanê, di 2014’an de û bi dirêjahiya 134 rojan li ser erdnîgariya Kobanê, şerek gelek mezin rû da. Çeteyên DAIŞ’ê ku wek Qelan berê xwe didan Kobanê, rastî berxwedaneke mezin a şervan û fermandarên YPJ’ê û YPG’ê hatin. Di nava wê berxwedanê de, fermandar Zehra Penaber helwest, girêdan, hest û têkoşîna hemû kesên di eniyên parastina Kobanê de, tenê bi yek hevokek rastiyê berxwedanê anî ziman û got, ‘Em ji mirinê mezintir in’. Dibe ku ji bo gelek kesan hevok ango sloganeke normal be, lê ji bo gelekî têgihîştî û bi ax, rûmet û welatê xwe ve girêdayî, tê wateya felsefeya hebûnê.

Li dijî her cure êrîş û qetilkirinan ew ji mirinê mezintir in

Berxwedana Kobanê bû xaleke guherîner di stratejiya gelê Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê ya parastina şoreş û destkeftiyên wê de. Ji bo vê jî ji 2014’an heta niha, gel di her şert û mercê de xwe dispêrin vê mîrateyê. Bi wateyeke din, her ku şer dijwar dibe û hebûna wan dikeve xeteriyê, vîn û hêzdariya wan li gor demê bipêş dikeve. Ev bawerî û berxwedaniya ku em behsa wê dikin, ji her demê zêdetir li eniyên pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê matmayînek ava kir. Di demeke ku dewlet-netew şerê gel ê şoreşgerî kirine şerê li dijî gel û kontrolkirina wan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber rastiya Netewa Demokratîk vekir. Lewra ev berxwedana ji mirinê mezintir, bersiva li dijî bi hezaran serjêkirin, qetilkirin, qirkirin, tunekirinê ye.

Ji sekna Edlêya Kobanê, keda Egîdê welatê Rojê, helwesta bavê Teyar, hevgirtina yadê Menîce, wêrekiya Arîna 10 salî û bi hezaran qehreman û têkoşerên din gotin; Kurd ji mirinê mezintir in.