‘Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bû hêviya jinan’

Hevserokên Desteya Ekolojî û Darayî yên Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî gotin ku dirûşma 'Jin Jiyan azadî' bûye hêvî û hêza jinên bindest û li seranserê cîhanê belav bûye.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di 13'ê Îlona 2022'an de li bajarê Tehranê yê Îranê Jîna Emînî ya 22 salî ku ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bû; dema bi malbata xwe re digeriya ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat binçavkirin û girtin. Polîsên exlaq, bi hinceta ku porê wê xuya dike ew birin navenda polîsan û li wê derê Jîna Emînî rastî kiryar û îşkenceyên hovane hat. Ji ber derbên ku ji serê xwe xwar, ket komayê û piştî sê rojan di roja 16'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî gel bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' daketin kolanan. Jinên Îranê û hemû jinên cîhanê, bi qetilkirina Jîna Emînî re serî li hemberî desthilatdariyan, bi taybet siyaseta Îranê hildan, bi çalakî û xwepêşandanên xwe daxwaza hesabxwestina ji kujeran kirin. Serhildana 'Jin Jiyan Azadî' gihîşt lûtkeyê û êdî jin bi vê dirûşmê berxwedana xwe didomînin. Ji roja ku Jîna Emînî hatiye qetilkirin ve heya vê kêliyê çalakî û bertekên jinan mezintir dibin û li seranserê Kurdistanê û li dewletên Ewropayê jin li qadan dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' diqîrin.

Der barê salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emînî de, Hevseroka Desteyên Darayî û Hevseroka Desteya Ekolojî yên Efrîn-Şehbayê, nêrînên xwe anîn ziman.

Hêviya azadiyê

Hevseroka Desteya Ekolojî ya Efrîn-Şehbayê Bêrîvan Xelîl salvegera qetilkirina Jîna Emînî bi bîr anî û wiha got: "Em salvegera bûyera qetilkirina Jîna Emînî bi bîr tînin û di heman demê de hikumeta Îranê û kesên berpisiyar şermezar dikin. Ev bûyer bû cihê serhildan û şoreşê li dijî desthiladariya hikumeta Îranê. Bi riya desthilatdariya xwe jinan kiribû kole. Ev jî bû sedem ku Jîna Emînî bi hinceta ku porê wê xuya kiriye bê qetilkirin. Ev bûyer nîşaneya hovîtiya dewleta Îranê û zextên wê yên li ser jinan e. Vê yekê bû sedema hêrsa mezin a jinên Îranê û dest bi serhildanên li dijî hikumet û siyasetên wê kirin. Jin ji wê rojê ve bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' diherikin qadan û ev şoreş di nava jinên cîhanê de jî belav bûye. Em bang li kesên ku ji parastina mafên mirovan xwe berpirsyar dibînin dikin ku kujerên Jîna Emînî ceza bikin û pêşî li qetilkirin û destdirêjiya li ser jinan bigrin. Îradeya gelan ne tenê li Îranê, li cîhanê jî wê bi ser keve û şoreşa bi navê Jîna Emînî bûye hêviya azadiyê ji hemû jinan re."

'Desthilatdar xwe li ser koletiya jinan ava dikin'

Hevseroka Desteya Darayî ya Efrîn-Şehbayê Leyla Hisên jî bal kişand ser şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' û piştevaniya xwe ya ji vê şoreşê re anî ziman û got: "Em hemû jinên têkoşer, berxwedêr û pêşeng di kesayeta Jîna Emînî de bi bîr tînin. Her dem tundî û kiryarên hov li ser jinan tên meşandin ji aliyê hêzên desthilatdar ve. Hê jî didomin ji ber hebûna jinan li gel wan metirsiyê ava dike. Kesên ku parazvanên mafên mirovan in, li hemberî bûyera qetilkirina Jîna Emînî bêdeng man û heya niha jî jin li Rojhilatê Kurdistanê rastî binpêkirinan tên lê mixabin bêdengî didome. Desthilatdarî xwe li ser koletiya jinan ava dikin. Çirûska ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Îranê pêketiye, li seranserê cîhanê bi şîara 'Jin Jiyan Azadî' belav bû. Vê şoreşê, îlhama xwe û vîna tekoşîna azadiya jinan, ji Şoreşa Rojava girtiye."

'Em ê tola Jîna Emînî û jinên pêşeng bigrin'

Leyla Hisên diyar kir ku şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der hatiye û ev şoreş wê azadiya wî ya fizîkî jî misoger bike û wiha pê de çû: "Jinên ku di şoreşa 'Jin jiyan Azadî' de cih digrin û vê şoreşê mezintir dikin, dizanin ku ev yek bi saya felsefe û ramanên Rêber Apo ye. Jinên rojava çeteyên DAIŞ’ê bi hêza xwe têk birin. Banga me ji hemû jinan re ew e ku beşdarî çalakiyan bibin. Em jî heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nekin wê şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' raneweste û em ê tola Jîna Emînî û jinên pêşeng ku bûne hedefa desthiladariyê bistînin. Bi hêz û îradeya jinan em ê bigihîjin lûtkeya serkeftin û azadiyê."