Felsefeya Abdullah Ocalan a li ser civaka demokratîk û rola jinê

Rêber Ocalan bawer dike dike ku erkê sereke yê jinan, şikandina peywendiyên civakî û kodên tepisandina jinê ye û dibêje ku jin dikare di avakirina civakê de berpirsyartiya çalak a hevsengî, wekhevî û nirxên jina azad û hevjiyana azad bipêş bixe.

RÛBAR QEDRÎ

Di felsefeya Abdullah Ocalan de, civaka demokratîk feraseta jiyana gerdûnî ye. Çavkaniya hemû cûreyên hevbeşiya demokratîkbûnê ye, dilsoziyek hêstî bi jiyana werçerxê re heye. Pêşketina bi awayek azad, ji serkeftina hikûmet yan dewletan, yan jî bidestxistina desthilatiyê pêk nayê. Hewldanek ji bo serxwebûna kes û civakê ya di nava jîngeha civakî, demokratîk û bidestxistina hevkarî, wekhevî û yekîtiya civakê de ye. Şêwedayîna hîşmendiyek nû ye ji bo pêşkêşiya hemû qadan. Ji bo pêvajoya demokratîkbûnê, di nav civakê de divê hemû pêkhate xwedî maf bin. 

Di çarçoveya vê felsefeye de, jin weke hebûnek asayî nayê dîtin. Tenê wek dayîka zarokan berhem bide, hebûnek ku ji derveyî wê bikaribe jiyanê bi azadî birêve bibe û rola ‘kilît’ a hemû deriyên girtî ber bi demokrasî û azadiyê ve vedike ye. Rêber Ocalan bawer dike dike ku erkê sereke yê jinan, şikandina peywendiyên civakî û kodên tepisandina jinê ye û jin dikare di avakirina civakê de berpirsyartiya çalak a hevsengî, wekhevî û bikare nirxên jina azad û hevjiyana azad bipêş bixe. 

Rêveberiya demokratîk, azadiya jinan û jîngehparêzî

Belê em dikarin bêjin modela Rêber Ocalan ji bo civaka demokratîk alternatîfeke ku bi taybetî ji bo civaka îro ku ji destê qeyranên desthilat û mêrsalar, sermayedar û qezencperestî êş dikşîne rizgar bibe ye. Civaka mirovatiyê, jîngeh û xweza di rewşa kavilgirtinê de maye. Ya ku îro em tê de jiyan dikin bi temamî wiha ye û nirxê jiyanê hatiye tunekirin. Ji ber vê ev model dikare bibe bersîvek ji bo qeyrana îro tê jiyîn. Ev model rêveberiya demokratîk, azadiya jinan û jîngehparêziyê formule dike. Aliyê herî girîng ê vê modelê, ev model alternetîfek ku dikare dawî li desthiletên mêrsalar bîne. Hem ji pirsgirêka amûrbûna zayendî û desthilata mêrsalar rizgar bibin, hem jî jîngeh û xwezaya civakê ji qirêjiyê û amûrkirinê diparêze. Sîstema sermayedar hewl dide xweza û jîngehê tine bike.

Ezmûna Rojavayê Kurdistanê û rola jinan

Li Rojava hewldanek û bexwedanek bê hempa li dijî tunekirina feraseta mêrsalar heye. Bi rêxistinbûna jinan di hemû qadên jiyana civakê û pêşxistina perwerdê de her tim jinan kiriye xwedî praktîk û kirdeya dahênanên girîng û bi bandor. Cara yekem e di dîroka civaka Kurdistanê de ku tenê jinên Kurd dikare bi vî awayî bi hêza rêxistina xwe di civakê de rola bîngehîn bigre. Yasayên derbarê kes û rêzgirtinê, bi taybetmendî û azadiya jinan destkeftiya mezin, hêja ku cihê şanaziyê ye û hêviya ronahiyê ye ji bo hemû jinên kedkar û azadîxwaz. Îro em dibînin jin ne tenê beşdar in, pêşeng in, beşdariya rêjeya nîvî bi nîvî jin karûbaran birêve dibin û jiyana civakî, îdare û bi pergala hevserokatiyê li Rojavayê Kurdistan nirxek girîng bidest xistin. 

Serkeftin û nîşaneya teorî

Ezmûna Rojava nîşan dide ku teoriya Ocalan divê were bicîhanîn. Ev teorî di avakirina civakek ku di aliyê demokrasî, hevsengî, rêgezî û rêveberiya hevbeş de bipêş bixe, gelek bi bandor e. Wek tê zanîn, Rojavayê Kurdistan hemû pêkhate, bawerî û netew di nava pergala demokratîk û xweser de dijîn, xeyala azadî, îdareya hevbeş, têkelbûn û yekîtiyek demokratîk li Rojava bipêş dikeve. Ev yek cîhê hêviyek girîng e ji bo  Sûriyeyê û herêmê. Tenê ev model dikare di nava yekîtî û hevsengiya bi hev re jiyana demokratîk civakê birêxistin bike. Di nava qada hêzên leşkerî de ev hemû cûre û dewlemendî tê dîtin û bûye hêzek bi bandor û xwedî baweriya jiyana wekhev.

Peyama 8’ê Adarê û bandora wê ya li ser xebatên jinan

Peyama Rêber Ocalan îsal xwedî girîngiyek taybet e, ji bo hemû jinên li pey riya azadiyê îlhamek e. Ev peyam bandorek zêde li ser bilindkirina ruhê şoreşgerî yê jinan kir. Carek din Rêber Apo got ku civaka mirovatiyê bi pêşengtiya jina azad û kedkar dikare azad bibe. Keda ku îro jin didin, kedek ji bo vegerandina nirxên azad û jiyana demokratîk e. Peyama Rêber Apo, girêdana hêza jinan a di nava rêxistinbûn û bilindkirina asta hêz û hewla jinan ber bi azadiyê, avakirina hêza yekîtî ji bo bilindkirina dengê jinan û şoreşa jinan ve dibe.