Feleknas Uca: Têkoşîna Êzidiyan gihîşt qonaxek nû
Feleknas Uca, peymana entegrasyona ku li Şengalê di navbera YJŞ-YBŞ û Hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin nirxand, diyar kir ku têkoşîna Êzidiyan gihîştiye qonaxeke nû û divê mafên yasayî, olî û civakî yên Êzidiyan jî bên misogerkirin.
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Iraqê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di merasîmeke hevbeş a di 26’ê Cotmeha 2026’an de li Çiyayê Şengalê hate lidarxistin de, li hev kirin. Li gorî vê peymanê, entegrekirina 500 jê jin bi giştî 4 hezar û 165 şervanan a di nava pergala ewlehiya federal a fermî ya Iraqê de hate ragihandin.
Piştî peymanê, Wezareta Karên Hundir a Başûrê Kurdistanê bi destnîşankirina Peymana Şengalê ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve di bin çavdêriya NY’ê de hatibû îmzekirin û got ku yekane çareseriya rast, pêkanîna tevahî ya Peymana Şengalê ye.
Siyasetmedar û dîplomata Êzidî Feleknas Uca, derbarê komkujiyên li ser gelê Êzidî, serdema berî û piştî sala 2014’an û pêvajoya entegrasyona demokratîk de ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo civaka me pêvajoyeke dîrokî ye’
Feleknas Uca, di destpêka axaftina xwe de got ku yekem car e ev peyman ji bo civaka Êzidî tê îmzekirin. Feleknas Uca behsa 74 fermanan kir, diyar kir ku Êzîdî di tevahiya dîrokê de rastî zilmê û komkujiyan hatine û heta ji mafên wan ên herî bingehîn jî hatine bêparkirin.
Feleknas Uca, bi bîr xist ku Êzîdî di tevahiya dîrokê de ji pêvajoyên biryargirtinê jî hatine dûrxistin û got: “Cara ewil e ku jin û xortên Êzîdî li gorî îradeya xwe tevgeriyan û cara ewil hêzên parastina Êzîdiyan bi dewletê re li ser heman maseyê rûdinîn, peymanan îmze dikin û pêvajoya entegrasyonê bipêş dixin. Ev yek ji bo civaka me dîrokî ye.”
‘Îradeya Şengalê li ber çav nehat girtin’
Feleknas Uca got Şengal beşek ji Iraqê ye û li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, her bawerî û ol dikare xwe birêxistin bike û bi taybetmendiya xwe bijî. Feleknaz, bi bîr xist ku îradeya Şengalê di sala 2007’an de careke din li ber çav nehatiye girtin û wiha pê de çû: “Di nîqaşên ku di sala 2007’an de piştî êrîşên li ser du navçeyên Şengalê hatin kirin, mijara lidarxistina referandûmê li gorî xala140’an derket holê. Êzidiyên Şengalê, xelkê Mexmûr, Kerkûk û Xaneqînê neçar man ku bi xwe biryar bidin ka ew dixwazin di bin banê Başûrê Kurdistanê de bimînin an jî di bin banê Hikûmeta Iraqê de. Di navbera Hikûmeta Iraqê û Hewlerê de derbarê Şengalê de nakokî hebûn. Di encamê de, îradeya Şengalê li ber çav nehatiye girtin.”
‘Êzîdiyan ji bo hesabpirsîna komkujiyê xwe birêxistin kir’
Feleknas Uca, diyar kir ku ev cara ewil e ku Êzîdî di pêvajoya biryargirtinê de li ser maseyê cihê xwe digirin û nirxandina xwe bi van gotinan domand: “Bê guman, ev pêşketin bi saya têkoşîna azadiyê û gerîlayên azadiyê bû. Di dema komkujiyê de 12 şervanan ji bo parastina Şengalê korîdorek mirovî vekirin. Şervanên berxwedanê ji Rojava hatin. Bi bandora felsefeya Birêz Ocalan, Êzidî ji bo rizgarkirina Şengalê tevlî parastinê bûn û hêzên xwe yên parastina xwe ava kirin. Êzidiyan ji bo hesabpirsîna komkujiya qewimî xwe birêxistin kirin. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk, pêşengên Êzidî qetilkirin û êrîşên li ser parlamentoyê û çalakiyên sîxuriyê hewldaneke şikandina îradeya Şengalê bû. Lê ew bi ser neketin. Hikûmeta navendî gelek caran hewl da ku bikeve Şengalê, lê îradeya gel ev hemû hewldan pûç kir. Dayîkên 70 salî li ber tangan bûn mertalên zindî, nehiştin ku ew bikevin Şengalê.”
‘Îmzekirina Peymana Şengalê ya di 9’ê Cotmehê de ne tesadûf bû’
Feleknas Uca, behsa Peymana Şengalê ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de hatibû îmzekirin kir û destnîşan kir ku armanca peymanê careke din Êzidî bê patastin hiştin bû.
Feleknas Uca, da zanîn ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewildanek komployek navneteweyî hatiye kirin û got: “Di 9’ê Cotmeha 2020’an de jî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî peymanek hate çêkirin. Ev peyman di bin zexta dewleta Tirk de, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Brîtanya û Emerîkayê de hate îmzekirin. Di peymanê de dihat gotin ku divê hêzên çekdar ji herêmê vekişin. Ev hêzên çekdar ji zarokên Êzidî pêk dihatin. Peyman bi armanca derxistina Êzidiyan ji axên wan hat çêkirin. Wan dixwest rê li ber komkujiyên din vekin. Naveroka Peymana 9’ê Cotmehê konsepteke ku berdewamiya tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê nekarîn bi dest bixin hildigirt. Îro civaka Êzidî, ev peyman têk birin. Civaka Êzidî jiyaneke hevpar dixwaze û ew nabêjin ku em ji Başûrê Kurdistanê vediqetin. Êzidiyên îro ne heman Êzidiyên beriya 3’ê Tebaxê ne."
‘Iraq neçar ma bi civaka Êzidî re li ser heman maseyê rûne’
Feleknas Uca ya got "berxwedana civaka nîşan da ku Êzîdî teslîm nabin", diyar kir ku di encama israr, biryardarî û têkoşîna Êzîdiyan de, dewleta Iraqê neçar maye bi hêzeke ku dixwest ji holê rabike re li ser heman maseyê rûne û danûstandinan bike.
Feleknas Uca, da zanîn peyman divê tenê bi qada leşkerî re sînordar nebe û balkişand ser pêwîstiya ji nû ve avakirinê ya di warên tenduristî, rêveberiya şaredariyê, siyaset û aboriyê de.
‘40 hezar Êzidî hê jî li Başûrê Kurdistanê di konan de dijîn’
Feleknas Uca, bi bîr xist ku 40 hezar Êzîdî hê jî li Başûrê Kurdistanê di konan de dijîn û got tevî ku 12 sal derbas bûye jî jiyankirina Ezidiyan a di konan de şermek mezin e.
Feleknas Uca, diyar kir ku tevî hemû zextan jî di 12 salên dawî de li Şengalê pergalek nû hatiye avakirin û destnîşan kir ku tevî ambargoyê jî mekanîzmayên xwerêveberiyê û meclîsên gel hatine afirandin, nexweşxane û dibistan hatine avakirin. Feleknas Uca, tekez kir ku ji bo guhertin û demokratîkbûna Iraqê ev hemû hewldanan bingehek girîng e.
Gelo welatên Ewropayê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê tiştekî dikin?
Feleknas Uca, helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî Êzidiyan jî rexne kir û wiha axivî: "Êzidî neçar man biçin Emerîka, Ewropa û welatên cuda. Neteweyên Yekbûyî alîkariyên xwe qut kir. Ji ber vê sedemê gelek Êzidî vedigerin. Siyaseta Ewropayê jî diguhere. Elmanya qirkirin qebûl kir û ji bo Şengalê biryaran dide. Lê belê alîkariya Şengalê, ji bo çareseriya pirsgirêka Êzidî ne têrkêr e. Şêniyên Şengalê ji welatên ku lê dijîn sirgûn dikin. Ev rewş pirsgirêkên nû bi xwe re tîne. Gelo welatên Ewropayê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê tiştekî dikin?”
Feleknas Uca, destnîşan kir ku bi pêvajoya nû re fikar derketine holê û divê ev fikar werin çareserkirin: “Şengal hatiye yekgirtin. Lê ger Şengal nikaribe xwe birêve bibe û xwedî statuyek nebe, ew ê çawa xwe biparêze? Ji ber vê yekê têkoşîna rasteqîn di pîvanek mezintir de dest pê dike. Em ê çawa encumenên xwe ava bikin û çawa perwerdehiyê organîze bikin? Ev mijarên girîng in. Divê dijminatiya li dijî olên cûda yên li Iraqê were rakirin. Êzidîtî bi fermî wekî ol nayê nasîn. Ev hûrguliyên girîng in. Gelek pirsgirêkên çaresernekirî hene ku divê werin çareserkirin.”
'Divê civaka Êzîdî bi tenê neyê hiştin’
Feleknas Uca, tekez kir ku ew ji pêvajoyek girîng re derbas dibin û divê civaka Êzîdî di vê pêvajoyê de bi tenê neyê hiştin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir: "Ew kesên ku dibêjin ew ne Kurd in hewl didin provokasyonê bikin. Êzidî Kurd in. Ew ne di nav gelên din de ne. Ew yek ji gelên herî kevin ên Mezopotamyayê ne. Dema ku Êzidî cara ewil bi nasnameya xwe beşdarî pêvajoya entegrasyonê bûn, nîqaşek dihat kirin ku 'Êzîdî Kurd in an ne?' Ez dikarim vê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re bêjim; Şengal ji bo kesî ne gef e. Ew ne ji bo Başûrê Kurdistanê, ne ji bo Tirkiyeyê, ne ji bo Ereban û ne jî ji bo Farîsan gef e. Şengal herêmeke xweser, dîrokî û stratejîk e ku Êzidî lê dijîn.”
Çima entegrasyon ji bo gelê Êzidî girîng e?
Feleknas Uca, derbarê gefên DAIŞ’ê de hişyarî da û got ku wê hêzên parastinê civak biparêze. Feleknaz Uca wiha domand: “Çend meh berê, li Iraqê efûyek hat dayîn û bi hezaran endamên DAIŞ’ê hatin berdan. Çeteyên ku ji kampa El-Holê hatin berdan, li gundên derdora Şengalê bi cih bûn. Gefa li ser Şengalê ji nû ve derketiye holê. DAIŞ’ê li Iraqê ji nû ve zindî dibe û dikare rasterast êrîşê Şengalê bike. Gelo li dijî vê yekê kî Şengalê biparêze? Gelo zarokên Şengalê dê dubarebûna sala 2014’an jiyan bikin an jî keç û xortên Êzidî bi rêya entegrasyona demokratîk pêşî li komkujiyên nû yên li dijî Êzîdiyan bigirin? Lewma entegrasyon ne xeteriyek e, dewlemendiyek û sembolek jiyana hevbeş e. Her wiha girîng e ku Êzîdî bikaribin xwe biparêzin.”
‘Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir berfireh bûya’
Feleknas Uca, diyar kir ku daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir xeternak in û ev daxuyanî dê bibin sedema hedefgirtina Êzîdiyan. Feleknaz wiha domand: “Ger tiştek bi serê Êzidiyan were, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar e. Peymanek ku statuya Şengalê misoger bike dê Hikûmeta Başûr dewlemend bike. Ez vê yekê di warê manewî, siyasî, olî û civakî de dibêjim. Peymana entegrasyona demokratîk ber bi demokratîkbûna Iraqê ve gavek girîng e. Divê ev peyman mafên yasayî, olî û civakî, mafên jin, ciwan û koçberan jî di nav xwe de bigre. Tenê wê demê em dikarin bêjin ku entegrasyonek hevpar pêk hatiye. Ev yek dê ji bo Şengalê jî dewlemendiyek be.”
‘Entegrasyon dê statuya Şengalê misoger bike’
Feleknas Uca, da zanîn ku entegrasyon wê him statuya Şengalê misoger bike û him jî qebûlkirina qanûna qirkirinê ji hêla Iraqê ve misoger bike. Feleknaz bi bîr xist ku zêdetirî 2 hezar û 700 Êzidîyên ku çarenûsa wan hêj ne diyar e û divê gorên komî yên ku hêj nehatine vekirin, bên lêkolînkirin.
Feleknas Uca, axaftina xwe wiha domand: “Entegrasyon tenê leşkerî nabe. Pirsgirêk bi vî rengî çareser nabin. Pirsgirêkên wekî kanalîzasyon, bîrên avê û ji nû ve avakirina bajêr hemû berpirsyariya hikûmeta navendî ya Iraqê ne. Li Şengalê rêyek dirêj pêşiya me ye. Ji bo ku em bi serkeftî pêşve biçin, pêdivî bi tifaq û yekîtiyê heye. Divê hemû gelê me li dora şervan û hêza xwe bicive. Divê em nehêlin ku di navbera gel de dubendî çêbibe.”
‘Divê bêdengiya li Ewropayê bi dawî bibe’
Feleknas Uca, destnîşan kir ku derbarê pêvajoya entegrasyonê de, li Ewropayê tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û got ku siyasetmedarên Ewropî dibêjin, Şengal ne wekî Rojava ye. Feleknas Uca, diyar kir ku saziyên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî hewce ne ku rol û berpirsyariyên xwe li hember tiştên di 12 salên dawî de qewimîne bibînin û wiha pê de çû: “Êzîdî 12 sal bi tenê hatin hiştin. Peymanek hat îmzekirin ku dê çarenûsa Êzidiyan diyar bike, lê bêdengî serdest e. Hinek welatên Ewropî ji bo aramkirina wijdanê xwe jenosîd bi fermî nas kirin. Lê belê derbarê ji nû ve avakirin û misogerkirina vegera jinên Êzîdî de tu xebat nehatiye kirin. Biryarnameyên ku ji hêla Parlamentoya Ewropî ve derbarê alîkariya ji bo Şengalê de hatine derxistin jî nehatine bicîhanîn. Lewma divê bêdengiya Ewropayê bi dawî bibe.”
'Entegrasyona li Şengalê dê ji bo Rojhilata Navîn jî bibe mînak’
Feleknas Uca got ku entegrasyona li Şengalê ji bo Iraqê gaveke pêşeng e û dê ji bo Rojhilata Navîn jî bibe mînak û divê hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Feleknas Uca, tekez kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û civaka demokratîk ji bo civaka Êzidî jî girîng e û got ku ew xwe wekî beşek ji vê pêvajoyê dibînin û amade ne bi ezmûnên xwe pêşengtiya wê bikin.
Feleknas Uca, bal kişand ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybetî jî nirxandinên wî yên li ser ronesansa Êzidiyan û wiha axivî: “Rêber Apo her tim balkişand ser xeteriya ku Êzidiyan pê re rûbirû mane. Îro ev pêvajo ketiye serdemeke nû. Nameyên Rêber Apo yên ji bo PDK û YNK'ê û ji bo Tevgera Azadî gelek girîng e. Rêber Apo piştî fermanê, di gihandina pêvajoya jinûveavakirinê de kedeke mezin da civaka Êzidî.”
Felaknas Uca, tekez kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bandorê li Rojava û Şengal bike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin. Şengal xeta sor e. Ev pêvajoyê yek ji qonaxên xwe yên girîng ên pêşîn li Şengalê nîşan da.”