Felek Yusif: Dewleta Tirk peymana 10’ê Adarê asteng dike

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî a kantona Firatê Felek Yusif geşedanên li herêmê nirxand û got: “Ger dewleta tirk destên xwe ji Sûriyê vekeşanda, wê niha hevpeymana 10’ê Adarê bihata meşandin û hemû pirsgirêk çarser bibana.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Li cîhanê û Rojhilata Navîn lezeke mezin di rojev, veguhertin û geşedanên siyasî û leşkerî de tê jiyîn. Di vî warî de du ji qadên herî aktîv û aktuel, Sûriye û Tirkiye ne.

Sûriyeya ku ev 15 sal in veguheriye qada têkbirina hesabên di navbera hêzên herêmê û navdewletî de, ev salek e ku hewl dide ji vê rewşê derkeve. Dewleta Tirk ku li aliyekî banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Sibata par de destpê ki re rû bi rû ye, li aliyê din jî hewl dide Sûriyeyê ji bo xwe bike pira rizgarî û mîsogerkirina rola xwe ya di nexşerêya nû a Rojhilata Navîn de.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Felek Yusif, derbarê geşedanên heyî, rewşa gelê Kurd û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, destwerdana dewleta tirk a di Sûriyeyê de û bandora wê ya li ser pêşeroja Sûriyeyê,  bersiva pirsên ajansa me da.

*Li Rojhilata Navîn û cîhanê pêlên şer, alozî û nakokiyan bi dijwarî bipêş dikevin. Di vî warî de a niha bi giranî ev geşedan li welatên ku Kurdistan dagir kirine tên jiyîn. Hûn vê yekê çawa dixwînin û pêvajoyeke çawa tê jiyîn?

Weke gelên Rojhilata Navîn, Sûriye û gelê Kurd yên li Kurdistanê, pêvajoya ku em dijîn û di heman demê de ji nêz ve dişopînin, gihîştiye asteke dijwar û xeternak ji şer û pevçûnan. Di heman demê de komkujî, qetilkirin, tunekirin û bişaftinê jî. Ev rewş li seranserê Rojhilata Navîn tê jiyîn û bi taybetî jî ji aliyê hêzên ku Kurdistan dagir kirin ve pêk tê. Bi taybetî jî li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ku şoreşa me xwedî temenek dirêj e û me dikaribû li hember sîstema Rejîma Baasê ya yek al, ziman û netew ku zordariyeke mezin li ser tevahiya civaka Sûriyeyê dimeşandin, pergaleke alternatîf ava bikin. Bi wateyeke din me weke pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya Netewa Demokratîk, modeleke ku ji pirsgirêk û aloziyên ji aliyê hêzên hegemon ve hatine peydakirin re dibe çareserî bipêş xist. Ev yek jî tevî hemû gef, dorpêç û êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê pêk hat ku me xwe ji aliyê parastinê, rêvebirinê û hwd ve birêxistin kir. Bi giştî qonax gelekî hestiyar e ku dawiya hevpeymana Lozan e, hêzên hegemon ku nexşerêyên cîhanê di veguhertinê re derbas dikin pirojeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn amede dikin û hwd. Ji bo vê jî gelek rojevên girîng û bi bandor di asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê de tên jiyîn.

 *Ji bo Rojhilata Navîn nexşerêyeke nû hatiye amedekirin ku li gor nîşaneyên heyî diyar e ku mîsogeriya vê pirojeyê bi pêvajoya niha li Sûriyê û Tirkiyê tê jiyîn re têkildar e. Hûn vê mijarê çawa digirin dest û bi taybetî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bandoreke bi çi rengî li ser projeya sedsala nû kir?

Hewldanên ku nexşerêya nû li gor berjewendiyên hêzên hegemon were meşandin, diyar in. Di vî warî de berxwedana gelê Kurd û destkeftiyên wan li Rojava û Bakurê Kurdistanê astengiyên pir mezin di projeya nû de pêk anî ku ew neçar hîştin hesabên xwe ji nû ve bikin. Di vê rewşa tevlîhev û bi nakok, her wiha kawosên ku roj bi roj girantir dibin de, Rêber Apo bi bangeke dîrokî derket pêşberî her kesî. Jixwe beriya vê gavê dilsozên bi Rêber Apo her tim teqez dikirin ku çareserî li Îmraliyê ye ku ev yek niha îspat dibe. Ji bo vê jî banga Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd û herêmê ye, di heman demê de ji bo hemû mirovahiyê rêya rizgariyê ye. Civaka aştiyane û demokratîk alternatîfa sîstema netewe-dewlet, desthilatdar û serdest e, jixwe banga dîrokî ya Rêber Apo demeke kurt maye ku saleke wê temam bibe. Dewleta tirk ji aliyê siyasî, aborî, dîplomasî û hwd te îflas kiriye ku di nava tengasiyên mezin de ye. Ji bo vê jî di esas de dewleta tirk ji bo ku rêyeke xilasiyê peyda bike, berê xwe da Rêber Apo. Ji bo seyra vê pêvajoyê bi rengekî serkeftî, Rêber Apo gelek gavên erênî û bi bandor avêtin ku PKK’ê xwe fesih kir, her wiha komek gerîla çek şewitandin ku dawî li pêvajoya  şerê çekdarî anîn û destpêka qonaxeke nû ya aştiyane û demokratîk ragihandin.

*Li gor nirxandinên we diyar e ku rewşa li Sûriyeyê bandoreke mezin li ser rêveçûyîna pêvajoyê dike. Hûn wek herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di geşedanên li Rojhilata Navîn û pilanên hêzên hegemon de qadeke bi bandor e, rewşê çawa şîrove dikin?

Di Rojhilata Navîn de her tişt weke zincîrê girêdayî hev e. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê de destên gelek hêz û ya sereke jî destwerdana dewleta tirk di nav de hebû ku ev yek heta niha jî berdewam dike. Dewleta tirk yek ji sedemên bingehîn e ku heta niha hevpeymana 10’ê Adarê pêk nehatiye. Di heman demê de dewleta tirk gelek deverên Sûriyeyê dagir kiriye û bi temamî hikûmeta demkî a Sûriyê xistiye bin kontrola xwe. Salek derbas bû lê heta niha jî ev hikûmet nekarî sîwaneke hevbeş a komkirina gelên Sûriyeyê ava bike ku ev jî xwe dispêre destdirêjî û bandora dewleta tirk ya eşkere û liber çavan. Em dibînin ku bi qasî rayedarên dewleta tirk daxuyaniyan ji bo Sûriyê didin, ji bo welatê xwe nadin. Ji bo me jî helwest û daxwaza me zelal e, me her tim banga avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk ku mafê jinan û gelan mîsoger bike kiriye, Sûriyeke ku neyê dabeş û perçekirin. Lê ew aliyên ku dijbertiya nenavendîbûn û yekbûna Sûriyeyê dikin, me di vî warî de tewanbar dikin. Ez bawerim yên ku Sûriyeyê parçe dikin diyar in, bi taybetî jî ev komên çete yên ku perspektîf û fonên xwe ji dewleta tirk digirin, her wiha li wan herêman zimanê Tirkî bûye yê fermî, al û pereyên Tirkiyê tên bikaranîn.  Jixwe piştî hilweşîna Rejîma Baasê yekser herêm û projeya me hat armanc girtin. Li beramberî vê yekê berxwedanî û sekna jin, ciwan û gelên herêmê ya bi QSD’ê re li eniyên bendava Tişrînê û deverên din, ew hewildan vala derxistin. Piştre gelên me yên Elewî û Durzî bi sîstematîk rûbirûyê komkujiyan hatin ku heta niha jî ev dewam dike. Ev bûyer diyar dikin ku armanc ew e gelên Sûriyeyê perçe bibe û civak ji hev cuda bibe.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de da diyarkirin ku; çareseriya li Tirkiyê tê wateya çareseriya li Sûriyeyê jî. Ev gotin bi taybetî anha di vê pêvajoya heyî de xwe çawa dide der?

Pirsgirêka li Sûriyeyê ango paşxistina çareseriyê heta niha, yekser bi pêvajoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye. Rêber Apo çareseriya ku pêşkêş kir ji hemû gelên li herêmê derbasdar e ku em dizanin wê bandoreke erênî li ser hemû Rojhilata Navîn biteyîsîne. Dewleta tirk li beramberî vê rewşê hîna ne zelal e ku me berê ev mijar jiyan kiriye, Rêber Apo ev însiyatîfa sêyemîn e ku bikar tîne lê dewleta tirk jî her tim bi rengekî xapînok nêzik bûye. Ev pêvajo, şert û mercên heyî naşibin tu qonaxên derbas bûye, divê di destpêkê de dewleta tirk vê yekê baş bizane. Nêzikatiyên wiha hene ku tevgerê çek danîn, êdî teror nema û dewleta tirk gihîşt armanca xwe. Lê mijar ne wiha ye, PKK’ê bi rêbertî, gêrîla û gelê xwe têkoşiyan ku hebûna Kurd mîsoger kir û niha jî dem hatiye ku ev hebûn bi riya hiqûqî û zagonan were maydîne û garantîkirin. Lê ger dewleta tirk tiştekî şênber neke, weke ku Rêber Apo jî di destpêka pêvajoyê de bilêv kir wê ew li Anadolê bimînin. Ev tê wateye ku dewleta tirk gavan navêje û tevlî pêvajoyê nebe dê Tirkiyê perçebûnê bijî û aloziya Sûriyeyê jî kûrtir bibe.

 *Li gor nirxandinên we û pêşveçûnên ku li ser rûyê erdê tên jiyîn, diyar e ku pêvajoyeke gelek hestiyar û nakok heye. Ji bo vê jî weke encam, bi nêrîna we gelo rêveçûna pêvajoyê li gor çarçoveya ku Ocalan diyar kiriye dê encamên çawa xwe bi re bîne û di heman demê de dijbertiya dewleta tirk ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dê bandoreke bi çi rengî bike?

Ger dewleta tirk destên xwe ji Sûriyê vekeşanda, wê niha hevpeymana 10’ê Adarê bihata meşandin û hemû pirsgirêk çarser bibana. Lê rewşeke berovajî vê yekê heye, rojane gef hene, a niha li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şer, pevçûn û dorpêç heye, êrîşên li peravên Sûriyê û Suweyda ku careke din xwe didin der û bi dehan bûyerên din ku di bin berpirsyartiya hikûmeta demkî de dibin hene. Ger salek bû û heta niha jî ev hikûmet nikaribû komên çekdar kontrol bike, pirsgirêk e. Ev rewş dide diyarkirin ku artêşeke rasteqîn a Sûriyeyê tuneye û wiha jî dixwazin QSD’ê entegreyî van koman û qatilên Hevrîn Xelef bibin. A niha em derbasî saleke nû dibin, ji bo vê jî eger dewleta tirk di 2026’an de guhertineke cidî û şênber di helwest, tevger û fikirên xwe de çêneke, her kes dizane ku şert û mercên heyî dê dawiya dewleta tirk bîne. Rewş ne di xizmeta dewleta tirk de ye, ji bo vê jî ew li gel xwe li çareseriyê digerin û li Sûriyê jî xerabiyê ava dikin. Em dibînin her car hevdîtin di navbera hikûmeta Şamê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêdibe, yekser rayedarên dewleta tirk xwe dighînin Şam û pê re bûyer, êrîş û komkujiyên nû bipêş dikevin. Mirov dikare bi şênberî niha vê yekê bêje, ji bo dewleta tirk ji her warî de êdî şansê dawî ye ku Rêber Apo di vê çarçoveyê de derfteke pir baş ji bo dewleta tirk pêşkêş kir. Yên ku sûd ji vê pêvajoyê û banga Rêber Apo sud bigirin û baş bikar bînin, dê sedsaleke aram, demokratîk û aştiyan e garantî bike. Lê yê ku vê derfetê ji dest bide, tê wateya tunekirin û hilweşîna wan ku divê dewleta tirk vê rastiyê baş analîz bike û bixwîne.