Fatima Otaleb: Ji bo mafên jinan divê tifaqên hevgirtinê bên avakirin

Çalakvana mafên mirovan Fatima Otaleb ji bo rûbirûbûna hemû binpêkirinên ku bandorê bi taybetî li mafên jinan û mafên mirovan bi giştî dike û ji bo jinavbirina cihêkarî, neheqî û newekheviyê, banga avakirina hevbendiyên navdewletî yên Erebî-Berberî kir.

HANAN HARITE

Mexrîb- Li Mexrîbê di şeva 8’ê Îlonê de bi pileya 7 erdhejek pêk hat ku navenda erdhejê herêma El-Huz a bajarê Marakeşê bû. Wezareta Karên Navxweyî ya welêt ragihand ku di erdhejê da nêzî 3 hezar kes mirin û 6 hezar û 125 kes jî birîndar bûn. Ji bo jinên Mexrîbê yên ku xwestin şert û mercên jiyana xwe baştir bikin û bi awayekî azad beşdarî civakê bibin, erdhejê wêraniyek çêkir û hebûna wan jî xist xeterê.  

Endama Yekîtiya Çalakiyên Jin û aktîvîsta mafên mirovan Fatima Otaleb beriya karesatê bersiv da pirsên ajansa me, pirsgirêkên bi giştî jinên li welat dijîn û rêyên çareseriyê vegot. Fatima Otaleb bang li avakirina koalîsyonên neteweyî, herêmî û navneteweyî yên Ereb-Berberî yên ji bo ji holê rakirina cihêkarî û neheqiyê kir, diyar kir ku divê têkoşîn ji hemû sînoran derbas bibe.

*We di warê mafên jinan de xebatên xwe çawa dest pê kir?

Bizavbûna femînîst tiştek bû ku min qet plan nedikir û li ser nedifikirîm, lê gelek tişt hebûn ku min di demên jiyana xwe de, wek zarokatî, ciwantî an salên zanîngehê de jiyabû, ku pir bandor li kesayetiya min kir. Ez li bajarê Tiznîtê yê li başûrê Fasê dijiyam, ku tê de civak bêhtir kevneperest û zihniyeta baviksalarî serdest bû. Dema min bi xwendin û karên malê derbas dibû, lê mafê birayên min hebû ku bilîzin. Cûdahiya di navbera kur û keçan de tim li ser hişê min bû. Çawa dikaribû ewqas îmtîyaz ji mêran re bê dayîn û çawa ji mafê lîstikê bêpar bim? Min her tim ji xwe re digot ku di dabeşkirina rolan de di nav malbatê de newekhevî heye. Min her tim hewl da ku wêneyên neheqî û cudakariyê yên di nav malbata xwe de hilweşînim. Ev yek ji min re bû sedema tengasiyek mezin.

'Min li dijî cudakariyê şer kir'

Motivasyona herî mezin a ku ez ketim qada parastina mafên jinan têkiliya min bi aktîvîst Latîfe El-Cebabdî re bû, yek ji pêşengên jin ên qada mafên mirovan a Mexrîbê, ku ez jê fêrî têkoşîna femînîst bûm û bi biryar bûm ku di vê warî de bixebitim. Têkoşîna jinan a li dijî her cure cudakariyên ku dihatin kirin ji bo min bû îlham. Ji ber vê yekê ez di sala 1988'an de tevlî Sendîkaya Jinan bûm û ez bi hemû tecrubeyên ku min bi dest xist serbilind im, ji ber ku wan şekil da min. Ez beşdarî Kampanyaya Yek Milyon Îmze û Rojnameya 8'ê Adarê ya ku dengê jinan e bûm. Van hemûyan bandor li ser rêya min a têkoşînê kir û ez kirim parêzvanê mafên jinan û mafên mirovan. Bi giştî min li dijî her cure şîdeta li ser jinan û cudakariya li ser wan tê meşandin têkoşîn da.

* Weke feministekê hun bi kijan zemetiyan re rû bi rû tê?

Ez li gel jinên ku hewl didin guherîna zagonî pêkwere, tundîtûjiya bê edalet ya li dijî jinan ji holê rake me. Di heman demê de ez dinava aktîvîstên ku hewl didin hikumet vê guherînê bibînin deme. Em lê meyzandina civaka Mexrîbê ya li beramberî rola pêşektina jinê diguherînin. Mafê jinan ewe ku di welatek ku azadiya wan di garantî de jiyan bikine. Lê belê weke femînîstekê hinek astengiyên ku em rastî tên heye. Ev astengî çavkaniya xwe ji dengê hinek muhafazakarên siyasî digre. Ezê li vêderê li ser têgîna femnîst a ku barê wê giran rawestame. Femînîzm nayê wê wateyê ku meydanê ji civak û dîn re dixwîne, tê wateya ku hîn zêdetir ne di nava civakeke ku bê edaletî û pêkanînên ku rumeta wê biçûk dixwe de berdewam dike, di civakek bawerdike ku bi sûde û xwedî mafê jiyanê ye.

* Hûn rewşa tevgera feminist çawa pênase dikin?

Komek ku li rûxmê mafê jinên Mexrîbê garantî bikin, zagonê biguherînin û qebûl bikin, li hinek qadan pirsgirêkên wekheviyê berdewam dike heye. Em dikarin vê bi zagonên ku li qadan tên pêkanîn û der barê îcrayê de bi hebûna mekanizmayan ve girê bidin. Mînak di asta siyasî de, tevgerên femînîst ên li Mexrîbê jin di qadên ku lê hatin hilbijartin ji bo zêdebûna temsîla wan li rûxmê hemû hewldanan, me nekarî em xwe bigihîn asta ku em dixwazin.

* Hun weke tevgera femînst a li Mexrîbê, hun li gel jinên ku li herêmên pefçûn lê jiyan dikin û di rewşek ne parastî de di nava têkiliyan dene? Di nava yekineyên tevgerên femînîst ên li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa de koordinasyon heye?

Weke femînîstek ya Mexrîbê, di baweriya ku têkoşîn hemû sînor derbaz kiriye û xalên me ên hevbeş hene dene, di asta cihana Ereb de bi hemû yekineyên tevgerên femînst ên li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa re bi salan xebitim.  Bi taybet ji ber em xwedî têkoşîna ku ji aliyê Nawal El Saadawi, Fatima Mernissi û cihana berbera-Ereb û yên dinin em bi hêztirin. Di zagonên statuya şexsî yan jî ceribandinên Tunusê em li ser zagona statuya jinan weke kom xebitin. Mînak di sala 1992’an der barê guherîna zagona şexsî ya Mexrîbê, milyonek kampanya îmza, hewildanek ya komeleya yekitiya çalakiya jinan hebû û piştre xûşkên Îranê li herêmên ku ev fikir derxistî holê ji aliyê koalisyonan ve hate pejirandin. Di civaka Îranê de bi armanca guherîna zagonên bê edalet ên li dijî jinê û zextê, ji bo komkirina milyonek îmza kampayayek heman dan destpêkirin. Weke aktîvîsta Mexrîbê em bawerdikin ku li Îran, Sûriya, Yemen, Lîbya, Sudan, Îraq û li hemû welatan tiştên ku tê jiyan kirin şopandina wan erka meye. Em ayîdî cîhanê ne û ez parastina doza ku sînorên wê neyî dikim.

*Serhildanên li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirî ket sala xwe ya yekem, we helwestek çawa nîşanî tiştên ku li Îranê qewîmîn dan? Peyama we çiye?

Piştî qetilkirina Jîna Emînî li Mexrîbê tenê daxuyaniyê piştevaniyê nehatin dayîn, di dema wê bûyera bi êş de hewildanên me çalakiyên navnetewî ên 16 roj li dijî qetiliamên jina hevgirtin û xwepêşandanên ku me anî zîman çêbûn. Kampnayayên li dijî tundîtûjiya beramberî jinan hate destpêkirin, jin li dijî ji ber jin in tên qetilkirin derketin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re çîroskek ji bo jinên Îranê biryara lêgerîna guherînê û di rêya têkoşînê de pêşeketin û bilindbûnê bidin derket. Li Mexrîbê jinên li aliyên cîhanê, li dijî qetilkirinên jinan em hertim di nava piştevaniyê dene. Peyama min bi taybet ji bo mafê jinan, bi giştî hemû binpêkirinên bandorê li mafê mirovan dikin û ji bo gihandina serkeftinê û di nava piştevaniyê de divê koalisyonên navnetewî û herêmê ên Berbera-Ereban were avakirin.”