Fatemeh Ardeşîr Larijanî ji zanîngeha Emory hat avêtin
Fatemeh Erdeşîr Larijanî ku keça Alî Larijanî ye û li Zanîngeha Emory hîndekar e, li ser daxwaza Îraniyan ji zanîngehê hat avêtin.
Navenda Nûçeyan-Îraniyên ku niha li Emerîkayê dijîn, ji bo ku ji New York Union Teacher’s Collegeyê Leyla Xatemî were avêtin dest bi kampanyayek kirin.
Li ser daxwaza Îraniyên ku li Emerîkayê dijîn keça Alî Larijanî Fatemeh Erdeşîr a ku li Zanîngeha Emory hîndekar e, ji zanîngehê hat avêtin. Bi dehan Îraniyên ku rojên derbasbûyî li pêşiya Zanîgeha Emory kom bûn, îtiraz ji peywira wê re kirin û xwestin ji zanîngehê were avêtin.
Li gorî raporên hatine weşandin, rêveberiya beşa tibê ya zangîngehê, bi daxuyaniyek diyar kir ku dawî li peywira wê naîne û ji ber ku mijar bi personelan ve girêdayî ye nikarin zêdetir daxuyaniyê bidin.
Wezareta Xezîneyê ya DYE’yê 25’ê Çileyê Alî Larijanî û çend rayedarên Îranî, ji ber rola wan a di zexta li ser çewisandina çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê de, wan girtibû lîsteyê. Di heman demê de Senatorê Eyaleta Georgia Earl Carter, di nameya ku ji Lijneya Tibê ya Zanîngeha Emory re şandibû de, alîgiriya Fatemeh Erdeşîr Larizanî ya ku “tekiliya wê bi terorîzma bi desteka dewletê re heye” tiştek ku nayê pejirandin dîtiye û bal hat kişandin ku dibe ev yek ne tenê ewlehiya nexweşan, ewlehiya giştî û neteweyî qels bike.
Li dijî Îranê polîtîkayan dimeşînin lê zarokên rayedarên Îranê li zanîngehên wan dixebitin
Çalakiyên li dijî zanîngehên herî girîng ên li welatên Rojava ku zarokên rayedarên Îranî tê de dixebitin, didomin. Gelek kes vê yekê weke cotstandardiya polîtîkayên welatên Rojava dibînin lewre gelek gelek rayedarên Îranî di lîsteyên ferzkirinen DYE û welaten Rojava de ne lê zarokên wan di van zanîngehan de ango li navendên girîng ên dewletan de dikarin bixebitin. Ferzkirinên van welatan li ser Îranê jiyana welatiyên li Îranê dixe zorê lê zarokên rayedarên ku qaşo ‘ferzkirin’ li ser wan heye li Rojava jiyana luks dijîn.
Li ser medyaya dîjîtal kampanya dan destpêkirin
Piştî ku Fatemeh Erdeşîr Larijanî ji Zanîngeha Emory hat avêtin, niha jî gelek Îranî li ser medyaya dîjîtal dixwazin Leyla Xatemî ya li New York Union Teacher’s College dixebite ji kar were derxistin û ji bo vê yekê dest bi kampanyayê kirin. Leyla Xatemî, keça serokomarê berê yê Îranê ye û New York Teacher’s College di Beşa Matematîkê de hîndekar e.
Leyla Xatemî ji sala 2004’an ve heta niha Îranê terikandiye û li Fransa, Îtalya û DYE’yê perwerde dîtiye û li wan deran xebitiye.