Eyşe Efendî: Pêvajo li gorî girîngî û wateya xwe nameşe
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî ku rewşa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand teqez kir ku dewleta Tirk ji bo derbasbûna pêvajoya hiqûqî-qanûnî tiştek nekiriye, her dem bi paş dixe û got ku ev yek jî bi xwe re gumanan çêdike.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêşengî û îsnsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir. Ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve ji aliyê Rêberê Gelê Kurd, tevger, partî û gel ve bi dehan gav hatin avêtin.
Di ser pêvajoyê re zêdetirî salek derbas bûye lê heta niha ji bo pêvajoyê çarçoveyeke hiqûqî-qanûnî çênebûye ji bo bi temamî entegersyoneke demokratîk pêk were. Di vî warî de dewleta Tirk bi lawaziyeke mezin nêz dibe loma ev yek gumanên mezin bi xwe re tîne.
Di vê çarçoveyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
‘Ji bo aştiyeke mayînde her kes seferber bû’
Eyşe Efendî di destpêka nirxandinên xwe de, naveroka pêvajoyê bi bîr xist û got: “Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de bangeke dîrokî kir, ji aliyê bi milyonan ve erênî hat pêşwazîkirin. Piştî 49 salên têkoşîn, şer, şehîd, koçberî û hwd. li her çar perçeyên Kurdistanê, daxuyaniya ku hat dayîn bû nefes û destpêka qonaxeke nû. Di vî warî de ji aliyê rêxistina me ve amadekariyên pir mezin hatibûn kirin û her kes li gorî pêvajoya aştiyê xwe amade kiribû lewre her kes seferber bû, ji bo destên Rêber Apo jî xurt bikin û bangê bighîjînin serkeftinê. Gelek gavên mezin hatin avêtin ku yek jê jî bi pêşengiya gerîlayan bû bi awayê sembolîk şewitandina çekan, bi riya wê ragihandina bidawîkirina pêvajoya şerê çekdarî bû.”
‘Pratîka dewleta Tirk guman û metirsiyan zêde dike’
Eyşe Efendî bal kişand ser metirsiyên gel ên li hemberî dewleta Tirk û got: “Jixwe her kes li bendê bû ka wê dewleta Tirk vê bangê çawa pêşwaz bike. Gelê Kurd jî ji destpêkê de helwesta xwe diyar kir, bawerî bi Rêber Apo û PKK’ê anîn. Lê li hemberî dewleta Tirk bêbawer û bi guman e. Bêguman vala nîn e mirov wate dide metirsiyên gel. Ji ber di van salên dirêj de Rêber Apo gelek caran xwest agirbestê pêk bîne û çareseriyê bimeşîne lê dewleta Tirk her dem binpê kir. Ez niha dîsa jî teqez dikim ku em ji dewleta Tirk bi guman in, zêdetirî salek e pêvajoyê destpê kiriye lê dîsa jî bi aliyek dimeşe. Heta niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê heman zexta siyasî berdewam dike, girtin û biçavkirin heye, li aliyekî din bi hezaran girtî çarenûsa wan nehatiye diyarkirin. Bi kurtasî, li wir pêvajoyeke aştiyê heye lê guhertinên cidî di pergal û siyaseta dewleta Tirk de tunene.”
‘Heta niha cihê Rêber Apo bi qanûnî nehatiye diyarkirin’
Eyşe Efendî wiha domand: “Di rewşa Rêber Apo de guhertinên qanûnî pêk nehatine. Girêdayî rewşa Rêber Apo jî heta niha guhertinên hiqûqî û qanûnî nehatine kirin. Devlet Baxçelî digot ku gere Rêber Apo tevlî meclîsê bibe lê em dibînin di vê çarçoveyê de xebateke siyasî-hiqûqî nehatiye kirin. Heta komîteyek jî hat avakirin lê hê jî dest bi xebatên xwe nekiriye.”
‘Em ê ji bo doza xwe her dem li ser piyan bin’
Eyşe Efendî da zanîn ku gel û gerîla ji bo aştî û parastinê jî amade ne û wiha got: “Jixwe ger dewleta Tirk xwe kilît bike û bi vî şêwazî berdewam bike, em dizanin wê pêvajoyeke çawa derkeve pêşiya me. Ger pêşketin çênebe tevger û gerîlayên wê amade ne û sozên xwe heta dawî dane. Çawa ku ji bo aştiyê amade ne, di heman demê de ji bo parastina hebûna xwe jî amade ne. Em jî weke gel çawa me ji destpêkê ve piştgiriya zarokên xwe kiriye, em ê careke din di her biryarê de piştevaniya xwe nîşan bidin. Heta ku ev pêvajo û doz hebe, em ê weke gel her dem li ser piyan bin.”
‘Temînata serkeftinê bi niyet û gavên dewleta Tirk ve girêdayî ye’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bêguman pêwîstiya pêvajoyê bi serkeftinê heye. Ji bo ku ev bang bigihîje encemê divê ji aliyê dewleta Tirk ve gavên qanûnî werin avêtin. Pêwîst e guhertin di meclîs û destûrê de pêk were, sozên ji bo Rêber Apo û gelê Kurd hatine dayîn divê werin pêkanîn. Destpêkê divê bi hezaran girtî werin berdan, rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin û bi dehan xalên din ên ji bo çareseriyê hene.”