Eyşe Efendî: Berxwedana Tişrînê rêveçûna dîrokî guhert
Eyşe Efendî ku 3 caran şahîdiya berxwedana bendava Tişrînê kiriye, da zanîn ku li Tişrînê soz bûn rastî, berxwedanê bi serket û çarenûsa welatekî hat guhertin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Dewleta tirk û çeteyên wî ku bi rengekî dijwar êrîşî bendava Tişrînê kir, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina bendava xwe û piştgiriya bi hêzên xwe re di dirêjahiya 4 mehan de nobet girtin.
Di 8’ê Çileya 2025’an de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar girtin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê û weke mertalên zindî parastina bendava xwe bikin û rê li ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bigirin. Karwanê yekemîn ku di 8’ê çile de ji seranserî kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi bendavê ve herikî, rastî bombebarana dijwar a dewleta tirk hat. Di êrîşa yekemîn a bi ser karwan ve 5 welatî hatin qetilkirin û 16 kes jî birîndar bûn. Tevî bombebarana dijwar ku armanc jê karwan paşve vegere, gel biryara xwe gihandina bedena Tişrînê dan ku bi vîneke ji agir û helwesteke pola meşiyan û xwe gihandin Tişrînê. Bi vê yekê re êdî bi sîstematîk nobetê destpê kir ku her car ji kantonekê karwanekî berê xwe dida Tişrînê.
Berxwedana ku zêdetirî 100 rojan berdewam kir , di 5’ê Gulana 2024’an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniya bidawîbûna çalakiya parastina bendavê û serkeftinê rihê berxwedanê da.
Di 4 mehên berxwedana Tişrînê de zarok, jin, ciwan û extiyar, her wiha hevjîn, malbatên şehîdan, astengdar û hemû beşên civakê tevlî berxwedanê bûn. Her kesekî ku bi vîna xwe ya azad û berpirsiyariyeke mezin beşdar bû, di hiş, rih û giyana xwe de bi hezaran bîranîn hilgirt. Gelek ji wan jî çîrokên wan nîvçomayî man û navên wan di lehengiya bendavê de hat nivîsand.
Eyşe Efendî a ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê ye, yek ji sembolên berxwedanê a herêmê tê nasîn. Eyşe Efendî ku bi navê “yadî” tê nasîn, 3 caran berê xwe daye Tişrînê û navê xwe di nava karwanên nemiran de nivîsî.
Sozên xwe li ser bedena Tişrînê pêkanîn
Eyşe Efendî ku têkildarî yekemîn salvegera berxwedana bendava Tişrînê dibêje ku wan xwe spart sozên ku dan zarokên xwe yên şehîd: “Weke dayîkên şehîdan û bi giştî jinên Kobanê, beriya ku em behsa berxwedana Tişrînê bikin divê em hinekî li ser rastî û hestên xwe rawestin. Jinên Kobanê salên dirêj ku di nava pêlên berxwedanê de têdikoşin, bi taybet dayîkên şehîdan jî me di bin darbestên zarokên xwe de rojan e sozên serkeftin û azadiyê daye.”
Eyşe Efendî hestên xwe yên di dema biryara girtina nobetê de bi van gotinan tîne ziman: “Di pêvajoya berxwedana Tişrînê de, min ji xwe re digot; heger me li rex şoreşa xwe şoreşeke fedayî jî daye meşandin, heger me soza şopandina riya zarokên xwe da, xwe gihandina bedena Tiştînê cihê herî serkeftî yê pêkanîna vê şoreşê û sozan e. Me bi vê biryardarî, soz û sekinê berê xwe da bendavê ku me hesabê şehadet, bîndarî û serkeftinê jî kirbû.”
Ji Kobanê ber bi Tişrînê ve berxwedana hemdem
Eyşe Efendî ku demekê tevlî berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ jî bû, xalên wekhev yên di herdû berxwedanan de wiha bilêv kir: “Dema me biryara çûyîna bendavê da, me dizanbû ku ev riya me ye, cihê temamkirina sozan e ku emê hevdû di nîvê rêyê nehêlin. Çawa ku me di Kobanê liberxwe da, teqez emê nehêlin ku hêzên me bi tena xwe di eniya Tişrînê de nemînin. Çawa me ji destpêkê de şerê gel ê şoreşgerî ji bo xwe bingeh girt, me careke din bi vê pozosyonê berê xwe da Tişrînê jî. Berxwedana gelê Kurd li her deverê weke hev e, çawa ku di dema berxwedana Kobanê gel li ser sînoran û li pirsûsê nobeta parastina Kobanê girtin, heman sekin û biryarê li Tişrînê xwe da der.”
Mirina li berçavan û cesareta di lutkeyê de
Karwanên destpêkê yên ku herikîn Tişrînê rû bi rû yê bombebaranên gelek dijwar hatin. Heta di 50 rojên destpêkê yên berxwedanê de 24 kes hatin qetilkirin û 221 kes jî birîndar bûn. Eyşe Efendî bûyerên ku şahîdiya wê kirin, bi van gotinan bibîrxist: “Ez di karwanê duyemîn de bûm, tê bîra min di rê de raste rast em bombebaran kirin ku li pêşiya me dan. Di encama wê bombebaranê de ajokarê ambulansê şehîd ket û gelek birîndar jî çêbûn. Tevî vê jî bombebaran berdewam bû û qet ranewestiya. Ji bo bombebaranê rê xirabûn, tevî vê jî em ji erebeyan daketin, me rê bi destên xwe çêkir û em 3 km meşiyan ku me xwe gihand bedena Tişrînê. Dema em wan kêliyan û bûyeran tînin bîra xwe, bi rastî jî ew cesarest û hêz çawa xwe dide nizam! Lê ez dibêjim çavkaniya vê hêzê xwe dispêre mîrateya şehîdan û sozên ku me bi xeyalên wan re da. Ji bo vê jî tenê dizanim tirs tûnebû û em di helwesta xwe de bi biryar bûn.”
Li Tişrînê taboleya bi heybat a berxwedanê
Eyşe Efendî bi kurtasî, 100 rojên berxwedana Tişrînê wiha pênase dike: “Dema dayîka şehîd xwe xware bedena Tişrînê kir û axa wê maç kir, wê di heman demê cihê ku zarokê xwe lê şehîd ketibû maç kir. Dema hevala me Edlê got; Em ji mirinê mezintir in, ku beriya wê şehîd Zehra di berxwdana Kobanê de heman hevok gotibû û beriya wê jî şehîd Mezlûm di girtîgeha Amedê de got; Em ji mirinê mezintir in. Ma ev helwest û biryarên serkeftinê ji valatiyê tên! Na ji berxwedanê, mîrateyeke bi heybet û hêviyên şehîdan û zarokên wan tê. Wiha berxwedana bendavê temam bû, bi vî rengî me şehîd li milekî oxir dikirin, me birîndarên ku nikarbû ji ber bombebaranê bighînin Reqa û Kobanê bi derfetên heyî derman dikir. Weke bersiva li hember wan topan jî me govend û dîlana şoreşgerî digerand. Di wê kêliyê de bi taybet govenda gêrîla dihat bîra me ku zarokên me yên gêrîla digotin tevî berf, baran û bombebaranê me çalakiya xwe serkeftî dikir û me pişt re jî govenda xwe digerand. Dayîkên me jî dayîkên gêrîla û berxwedanê ne, lewma jî me li dijî hemû şertên heyî govend digerand û çalakiya xwe dewam dikir. Li şûna ku em rûnin xemgîn bibin, bigirîn û bilorînin, me bi dîlana xwe serkeftin pêşwaz dikir.”
Eyşe Efendî ku da zanîn; “Berxwedana ku li bendava Tişrînê hat meşan din, di dîroka gelê Kurd û herêmê de bû mîrateyeke mezin” wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi taybet ev nexşerêya ku ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatibû amedekirin, bi saya vê berxwedanê û pirojeya Rêber Apo ev nexşerê hat guhertin. Ez her tim dibêjim; me bi derziyan bîr kolandin û xwîna zarokên me ji van bîran derket. Me nexşerêya xwe bi xwîna van zarokan xêz kir û rêveçûna dîrokê guhert. Me wiha berxwedana xwe ya bendavê bi serkeftinê tacîdar kir, ger were xwestin jî em amede careke din bi heman rihî berê xwe bidin Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî.”