Evînar Dêrîk: Dosyeya DAIŞ berpirsyariya civaka navnetewî ye jî
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneya Parastina Jinê YPJ Evînar Dêrîk got ku pêwîst e hêzên navnetewî jî girîngî bidin Kampa Holê û malbatên DAÎŞ’iyan ên ji netewên din, vegerînin welatên wan.

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê- Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), li kampa Holê ji bo ku rê li belavbûna îdeolojiya DAIŞ’ê û zindîkirina wan bê girtin, di 18’ê Nîsanê de bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi operasyonek ewlehiyê kirin. Pêngava ku 5 rojan berdewam kir, gelek tiştên veşarî yên di şanikên DAÎŞ’ê de derxistin holê.
Ji bo ku rê li ber zindîkirina DAIŞ’ê bê girtin pêk hat
Endama Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Evînar Dêrîk sedem û armancên pêngavê wiha anî ziman: "Li gor guhertin û bûyerên dawî yên li qada Sûriyeyê rû didin û mijûlbûnên hêzên me yên bi parastina herêmê ji êrîşan, bi taybetî yên dagirkeriya dewleta Tirk, şaneyên DAÎŞ'ê di vê valahiyê de xwestin careke din xwe zindî bikin. ji ber vê me li Kampa Holê dest bi operasyonek ewlehiyê kir. Ji bo ku rê li ber zindîkirina DAÎŞ’ê bê girtin pêk hat. DAÎŞ hewl dide carek din xwe di nava herêmê de belav bike û êrîşên xwe li dijî hêzên me pêk bîne. Ew hewl didin ne tenê li hundirê kampê, li derveyî her du kampên Hol û Roj jî xwe bi rêxistin bikin û destek ji derve distînin. Êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê jî, rê li ber zindîkirina DAÎŞ’ê vedike. Êrîşên dagirkeriyê ji fikrên DAÎŞ’ê ne cuda ne. Herdu jî komkujî û qetilkirinê pêk tînin."
'Hêzên me xeteriya DAÎŞ’ê ya li ser dinyayê bidawî kir'
Di nava gotinên xwe de Evînar Dêrîk bal kişand ser fedakariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo bidawîkirina fikrên DAÎŞ’ê û wiha pê de çû: "Yekîneyên Parastina Jinê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şerek mezin meşandin û li ber çavên dinyayê gelek bedelên buha jî dan. DAÎŞ metirsînek li ser tevê dinyayê bû, lê hêzên me vê xetereyê têk birin."
'Hêzên jin di pêngavê de rolên xwe nîşan dan'
Evînar Dêrîk balkişand ser rola Yekîneyên Parastina Jinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a di operasyona ewlehiyê de û wiha got: "Ji ber ku piraniya kesên di kampê de amade ne jin û zarok in û ji bo vê jî hewldaneke mezin ji Yekîneyên Parastina Jinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan re pêwîst bû. Bi rastî jî wan berpirsyariya vê pêngavê girt ser milê xwe û ji bo ku operasyon bimeşe hemû zehmetî derbas kirin û rola xwe li gor tê xwestin lîstin. Pêngav jî encamên erênî bi dest xist. Gelek kes ji şaneyên DAÎŞ’ê hatin girtin, alavên leşkerî, çek, pirtûk û nivîsên ku ji bo belavkirina îdeolojiya xwe di nava zarok û civakê de bikar tînin, hatin peydakirin."
'Dosyaya DAÎŞ’ê berpirsyariya civaka navnetewî ye jî'
Evînar Dêrîk da zanîn ku wek Yekîneyên Parastina Jinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk erkên xwe yên parastina herêmê ji xeteriyan pêk tînin. Evînar Dêrîk balkişand ser dosyaya DAÎŞ’ê, berpirsyariya civaka navnetewî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dosyaya DAÎŞ’ê ne tenê berpirsyariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ew berpirsyariya civaka navnetewî ye jî. Ji ber ku malbatên DAÎŞ’iyan ji netewên biyanî hene. Lê civaka navnetewî heta niha tu gavên ji bo çareseriya dosyaya DAÎŞ’ê û vegerandina malbatên wan ji dewletên wan re, neavêtiye."