Evîn Kiliç a OHD’yî: Divê Tirkiye êdî gavên sererastkirinê bavêje
KWKE, ji bo nirxandina îhtimala tehliyekirina Abdullah Ocalan û girtiyên din di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de heta Hezîranê qewl daye Tirkiyeyê. Parêzer Evîn Kiliç, diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de, divê Tirkiye gavên sererastkirinê bavêje.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê binpêkirin.
DMME’yê, di vê biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku ‘cezayê girtîgehê yê heta hetayî’ sererast bike. Lê belê Tirkiye tevî vê biryarê jî tiştek nekir, biryarên DMME’yê paşguh kir. Li gel pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de dayî destpêkirin, ‘mafê hêviyê’ êdî ket rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di axaftinek xwe de got ku divê mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan were pêkanîn.
Parêzeran îsal serî li KWKE’yê dan
Komîteya Konseya Ewropayê têkildarî pêvajoya çareseriyê, mijara ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan di navbera 15-17’ê Îlonê de kir rojeva xwe û ji bo biryara ‘mafê hêviyê’ pêk bîne heta Hezîranê qewl da Tirkiyeyê. Di 2026’an de jî parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê, ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bi danazanekê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dabû. Di serlêdanê de, hate diyarkirin ku hikûmetê heta niha ji bo ‘mafê hêviyê’ ti gavek neavêtiye.
‘Ji bo pêvajo bighê serkeftinê, divê qanûn werin bicihanîn’
Endama Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Evîn Kiliç, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ‘mafê hêviyê’ nirxand û diyar kir ku ji bo avakirinek demokratîk, pêwîstî bi pêkanîna ‘mafê hêviyê’ û sererastkirina zagonî heye. Evîn Kiliç da zanîn ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, hê pêşnûme qanûnek nîne û ji bo pêvajo bighê serkeftinê, divê qanûn werin bicihanîn.
‘Gel li benda gavên ji bo başkirin û tekûzkirina wekheviyê ne’
Evîn Kiliç anî ziman ku raya giştî li benda gavên zagonî yên pêkanîna edaletê û tekûzkirina wekheviyê ye û got: “Bila hiqûqek îstisnaî neyê pêkanîn, em dibêjin bila hiqûqa welatîbûnê were pêkanîn. Bila serxwebûn û bêalîbûna darazê were esasgirtin û divê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dawî li tayînkirina endamên xwe bîne. Divê qanûna ‘têkoşîna li dijî terorê’ bi temamî were rakirin. Gavên ku divê ji bo perwerde û ziman werin avêtin hene û divê bi vî awayî pêş de biçin. Sernavek din a girîng, hilweşîna ekolojîk a ji ber şer ava bûyî heye. Di vê mijarê de jî ji bo başkirina texrîbatên ekolojîk divê gavên başkirinê bên avêtin. Em difikirin ku hejmara 1911’an a qanûna muxalefetê ya meş, xwepêşandan û civînê, di aliyê ji holêrakirina newekheviya li Rojhilat û Rojavayê welat tê jiyîn, divê bê tekûzkirin da ku êdî azadî neyê sînordarkirin.”
Mafê hêviyê: Biryarek ku bi hezaran girtî li bendê ne
Evîn Kiliç da zanîn ku ‘mafê hêviyê’ ku li gel pêvajoyê dîsa bû rojev, ne têgînek nû ye û diyar kir ku mafê hêviyê, ji bo girtiyên ku cezayê girankirî yê heta hetayî girtî, di xalek ceza de di rewşa ku zêdeyî 25 salan di girtîgehê de mayî û ji nû ve tê nirxandin û derfeta tehliyekirinê heyî ye.
Evîn Kiliç wiha domand: “DMME ji salên 2010’an ve, derbarê welatên Ewropa de di van xalan de biryaran dide. Lê belê biryara DMME’yê ya li dijî Tirkiyeyê dayî jî heye. Li vê derê tam em gotinên xwe yên rast diparêzin. Biryara ku di 2015’an de derbarê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Abdullah Ocalan de hatîn dayîn heye. Tenê em nabêjin bila rêgeza ‘mafê hêviyê’ derbarê Abdullah Ocalan de bê pêkanîn. Ew bi xwe jî nabêje. Em dibêjin ku ger rêgeza ‘mafê hêviyê’ rejîma înfaza Tirkiyê pêk bîne, wê zêdeyî 2 hezar girtî ji vê sûd bigrin. Ev 2 hezar, hejmarek ku tê payîn e. Mixabin ji ber ku Wezîrê Edaletê serlêdanên di vê mijarê de bê birsiv hiştiye, em jî hejmara rast nizanin. Lê belê bi hezaran girtî di encama biryara ku DMME dayî de, herî kêm wê bighên şertên infazê yên baş.”
Evîn Kiliç destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke cezayê muebetê ya girankirî heye û got ku ger sûcek li dijî dewletê were kirin, sûcdar cezayê muebetê distîne, ev yek nîşan dide ku ev biryar di bingeh de cîgirê cezayê îdamê ne.
‘Divê li Tirkiyeyê gavên başkirinê were avêtin’
Evîn Kiliç wiha got: “DMME bi fikra ku dema bibe heta hetayî mafê girtî yê li wê derê hêvî bike, bi hêvî bibe tê binpêkirin, vê biryarê dide. Sê dosyayên Tirkiyeyê li ber Komîteya Wezîran (KW) heye. Derbarê van sê dosyayan de Komîteya Wezîran bi caran bi serlêdanên nivîskî derbarê sazûmanî û başkirinên ku divê werin kirin de ji Tirkiyeyê pirs dike. KW herî dawî di Îlona 2025’an de daxuyanekê dide. Di daxuyaniyê de wiha dibêje: “Ji bo başkirina rewşên hatine tesbîtkirin, tedbîrên pêwîst hatine girtin an na? Piştî demek diyar ya herî kêm, wê derfeta li ber çavgirtinê were pêşkêşkirin?’ Li beramberî van lêpirsînên nivîskî ku komîteyê dayî, herî kêm di aliyê pêvajoya ku Tirkiye di nav de ye, em difikirin ku divê gavên di aliyê edaletê de şênber ên başkirinê werin avêtin.”
‘Pêşniyarên di raporê de gelek girîng in’
Evîn Kiliç destnîşan kir ku tevî kombûna komîsyona li Meclîsê û kêmaniyên rapora hevpar a di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek girîng e û wiha got: “Di raporê de bal kişandin ser ji kuştinên kiryar nediyar, valakirina gundan, bi zorê windakirin, valakirina cihên bicihbûnê bigre, heta gelek pêkanînên antî demokratîk. Dîsa behsa rêgeza ‘mafê hêviyê’ nake. Tê xwestin biyarên DMME û AYM werin pêkanîn. Daxwazên ku di raporê de tê behskirin, ger pêşniyar bikevin meryetê, em di fikirin ku li Tirkiyeyê di asta demokrasiyê de wê jiyanek were avakirin. Pêşniyarên di raporê de hatine pêşkêşkirin gelek girîng in. Pêşniyarên ku wê çawa pêşî li tundiya dijî jinan were girtin, wê çawa pêşî li hilweşîna ekolojîk bê girtin hene. Liberçav girtina van pêşniyaran wê di çareseriya gelek pirsgirêkan de sûd bide.”
‘Pêwîstî bi sererastkirina zagonî heye’
Evîn Kiliç di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku êdî ji bo gavên şênber, divê serarastkirinên zagonî bikevin rojevê û got: “Ji bo endamên rêxistinê pêwîstî bi sererastkirina zagonek taybet heye. Sernavê din ê girîng jî rêgeza ‘mafê hêviyê’ ye. Ger ne dibin sernavê ‘mafê hêviyê’ de be jî, herî kêm ji bo pêkanîna biryara DMME’ê ya binpêkirinê ku di sala 2015’an de dayî bikevin nava tevgerê. Tevî van hemû kêmaniyê ku me diyar kirine, ger sererastkirinên zagonî pêk bên, em bawer dikin û hêvî dikin ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û avakirina civaka demokratîk dê bibe gevek mezin.”