Evîn Goyî li Mexmûrê hate bibîr anîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Cangorî Evîn Goyî ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê de bi du rêhevalên xwe re hatin qetilkirin, hat bibîranîn.
Mexmûr - Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) cangorî Evîn Goyî, ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê bi du rêhevalên xwe re hatin qetilkirin, hat bibîranîn. Beriya merasîma bîranînê di şexsê tekoşer Evîn Goyî de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê birayê cangorî Evîn, Simal Kara axivî.
‘Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe hîn xurttir bikin’
Simal Kara diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî bi hemu hêza xwe êrişî pêşengên û destkeftiyên gelê Kurd dikin û wiha got: “Dijminê me çiqas êrişên xwe zêde bikin jî, em ê li dijî wê têkoşîna xwe hîn xurttir bikin. Em ê bi biryardarî xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî perwerde û zana bikin û li beramberî dijmin bibin hêz. Em ê bi paradîgmaya Rêbertî û xurtkirina yekitiyê teqez bigihin serkeftinê.”
Simal Kara di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li pey şopa cangorî Evîn Goyî û rêhevalên wê bin û xeyalên wan ên azadiyê bi cih bînin.
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana têkoşer Evîn Goyî hatî amede kirin, hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi dawî bû.