Evîn Şahîn a ji Qamişloyê destkeftiyên Şoreşa Jinan dide nasîn
Evîn Şahîn ku ji bajarê Qamişlo ye, bi riya weşandina dîmenên destkeftiyên jinan, di nava şoreşa rojava de li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal, şoreşa jinê bi jinan dide nasîn.

ŞÊRÎN MUHEMED
Qamişlo – Bi destpêkirina şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinê tê nasîn, tevgerên jinan dest bi vekirina saziyên xwe yên ji bo zanakirin û pêşxistina jinan di warên hunerî û çandî de, kirin. Ev jî bû sedem ku bi hezaran jin berê xwe bidin qadên jiyanê û li hebûna xwe bigerin. Evîn Şahîn a 18 salî û ji bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, berpirsyariya pêşxistina şoreşa jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye ser milê xwe. Evîn Şahîn bi riya weşandina dîmenên biçûk ên kar û xebatên jinan, li herêmê li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal, hewl dide şoreşa jinê û girîngiya wê bi jinên cîhanê bide nasîn.
'Jinan bi şoreşa jinê didim nasîn'
Derbarê armancên xwe yên weşandina li ser malperên medyaya dîjîtal Evîn Şahîn wiha got: "Ez dîmenan amade dikim, bi riya wan hewl didim saziyên jinan wek Weqfa Jina Azad bi jin û jinên ciwan bidim nasîn. Naskirina jinan ji kar û xebatên saziyên jinan re dihêle feraseta bavsalarî bê guhertin. Proje û xebatên jinan wek perwerdeyên îdeolojîk, hunerî, stran, şano, wênexêzî û lêdana amûrên mûzîkê, diweşînim. Jin afirîner e û dikare civakê ava bike. Lê ew ji aliyê mêr ve ji warên jiyanî hatiye dûrxisitn. Jinan karîbûn di şoreşa jinê de hebûna xwe îsbat bikin û destkeftiyên ku dikevin xizmeta jinan bi dest bixin."
'Li hûrgiliyên pêşxistina jinan digerim'
Evîn Şahîn tekez kir ku ew bi kar û xebatên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor bûye û wiha got: "Ez bi şoreşa jinê bandor bûm, ji ber vê yekê min xwest hûrgiliyên pêşxistina jinan li herêmê bigerim. Min berê xwe da navend û saziyên jinan ku karên wan belge bikim, ji bo ku şopa wan di dîrokê de bimîne. Her wiha rê li pêşiya jinan vekim ku berê xwe bidin van navendan û xeyalên xwe pêk bînin. Bi îsrar im ku di karê xwe yê weşandina dîmenan de berdewam bikim. Girîng e ku em jiyana jinan li herêmê ji jinên Sûriyeyê û cîhanê re ragihînin û şoreşa jinê bi wan bidin nasîn."
'Berê xwe bidin navendên jinan'
Evîn Şahîn ji perwerdeyên çandî û hunerî yên Weqfa Jina Azad gelek sûd girtiye. Evîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez fêrî lêdana tembûrê bûm. Bi riya vê yekê min karîbû ji nêz ve hûrgiliyên perwerdeyan bişopînim û belge bikim. Her wiha ev navend piştevaniya jinan di warê derûnî, civakî û hunerî de jî dike. Bang li hemû jinan dikim ku berê xwe bidin saziyên jinan ji bo pêşxistina xwe. Şoreşa Rojava derfetên mezin ji me re peyda kir û divê em jî van derfetan baş bikar bînin."