‘Ev ne çîroka windabûnê ye çîroka bêcezatiyê ye’

Denîz Gulunay a keça Hasan Gulunay ji bo navê xwe wiha got: “Her dem ji me re gotin ‘winda’ ye lê min tu car bawer nekir. Bavê min bi siyaseta sîstematîk û tunekirinê ya dewletê di bin çavan de hat windakirin.”

Stenbol – Dayîk û Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 110’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin.

Di çalakiyê de li aqûbeta Hasan Gulunay ê beriya 34 salan di 20’ê Tîrmeha 1992'’yan de hatibû windakirin, hat pirsîn.

 Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Jiyan Kaya xwend.

Agahiya hatiye binçavkirin hat redkirin

Jiyan Kaya anî ziman ku Alî Ekber Atmaca di 23’ê Gulana sala 1992’an de li Artvînê hat binçavkirin, bi îşkenceyê hat kuştin û wiha behsa berdewamiya aqûbeta Hasan Gulunay kir: “Di 20’ê Tîrmeha sala 1992’an de Hasan ji bo kar ji mala xwe ya Tarabyayê derket û êdî venegeriya malê. Kesek ji cihê ku Hasan lê dixebitî geriya û got ‘ew ji şaxa têkoşîna li dijî terorê digere û Hasan hatiye binçavkirin.’ Lê tevî serlêdanên malbatê jî bersiva ‘Hasan nehatiye binçavkirin’ ji wan re hat dayîn. Paşê Malbata Gulunay bi rêveberê Emniyeta Stenbolê Huseyîn Kocadag re hevdîtin kir. Huseyîn Kocadag ji malbatê re got; ‘Hasan Gulunay di binçav de ye, sax e.’ Kesê bi navê E.Ç. jî Hasan Gulunay di Emniyeta Stenbolê de dîtibû. Hasan Gulunay ji E.Ç. re gotiye ‘Ez Hasan Gulunay, dixwazin min di binçav de winda bikin.’ Kesê bi navê H.K jî diyar kiribû ku ew di 19’ê Tîrmeha sala 1992’an de hatiye binçavkirin û bi rojan îşkence lê hatiye kirin. Polîsan ji H.K. re gotiye ‘Me Hasan Gulunay kuşt, niha dora te ye.”

Aqûbeta Hasan Gulunay nehat eşkerekirin

Jiyan Kaya, anî ziman ku malbatê serî Serokwezîrî, Wezareta Karên Navxweyî û tevahî saziyên pêwendîdar daye û wiha got: “Wezarê Karên Navxweyî Nahît Menteş li Meclîsê bersiv da pêşniyarpirsê û got ‘Ev tevahî îdia propagandayên rêxistinên terorê ne. Hêzên me wekî her dem ji bo yekîtiya dewletê dixebitin.’ Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) di 21'ê Nîsana sala 2016'an de biryara lêpirsîneke baş nehatiye meşandin da. Lê aqûbeta Hasan Gulunay nehat eşkerekirin.”

‘Divê dewlet berpisiyariyên xwe bi cih bîne’

Jiyan Kaya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em di windakirina 34 salemîn a Hasan Gulunay de bang li rayêdarên dewletê dikin. Divê dewlet berpisiyariyên xwe bi cih bîne. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”

'Ev ne çîroka windabûnê ye çîroka bêcezatiyê ye'

Piştre peyama ku ji aliye Denîz Gulunay a keça Hasan Gulunay ve hatibû şandin ji aliyê Masîde Ocak ve hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Wê rojê, tenê kesek winda nebû. Jiyana malbatek, zarokatiya çar zarokan û çîrokekî bêdawî ya di bîra welatekî de vebibe, dest pê kir. Ev ne çîroka windabûnê ye. Çîroka înkar û bêcezatiyê ye. Piştî vê rojê jiyana me bi gotinên li bendêmayîn, edalet, qanûn, rastî, demboriyê derbas bû. Destpêke em bi saetan, paşê bi rojan û herî dawî bi salan li bendê man. Her cara ku derî lêda, em fikirîn ku agahiyek ji bavê min heye. Di her telefonê de, me hêvî dikir em bibihîzin ka çi ji bavê min hatiye lê tiştek nebû. Tenê bêdengî mezin bû. Her dem ji me re gotin winda ye lê min tu carî bawer nekir. Destên tarî yên dewletê ji bo bêdengkirina kesên ku li dijî wan derketine hat organîzekirin. Bavê min nehat dîtin. Ji ber vê yekê min her dem vê yekê got; Bavê min ne winda ye. Di encama siyaseta sîstematîk a tunekirina dewletê de di bin çavan de hat windakirin.”

‘Hesret bi demê re di hundirê mirov de kûrtir dibe’

Gotin kiryar nediyare lê di rastiyê de kiryar hebû. Tenê navê wî nehat gotin. Her ku ez mezin bûm, hesreta min jî mezin bû. Ji ber ku hinek hesret bi demê re kêm nabe. Berevajî di hundirê mirov de kûrtir dibe. Di jiyana zarokek de bêbavîtî ne tenê nebûnek e, dibe pirseke ku her dem dubare dibe. Min her dem heman tişt ji xwe pirsî; Bavê min li ku ye? Ev pirs di nava salan de neguherî. Tenê giraniya wê zêde bû. Her roja ku bersiv nayê dayîn, wateya vê pirsê hinekî din mezin dibe. Ji me re her dem digotin 'ji bîr bikin.' Me ev yek qebûl nekir. Ji ber ku qebûlkirin, tê wateya asayîkirina tişta hat jiyîn. Lê tiştê ku qewimî ne asayî ye. Ez îro hê li heman cihê me. Ez hê di nava heman pirsê de me û dizanim ku tenê pirsa min e. Ev yek ji bo her kesê li vî welatî ku zarokek, xwişk û birayek, hevjînek û bavek winda kiriye heman pirs e. Em li benda bersivê ne û em ê heta ev pirs bê bersivandin bêdeng nemînin. Em ê li vir bin.”

Çalakî, bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.