Ev cara sêyeme berdana Ardil Çeşme tê taloqkirin
Berdana Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê girtî ye, cara 3'emîn bi rengekî kêfî hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Berdana girtiya siyasî Ardil Çeşme beriya niha 2 caran her carê jî bi 6 mehan hatibû taloqkirin.
Bi hinceta ‘Têkiliya xwe ya bi rêxistinê re dewam dike’ berdana Ardil Çeşme ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve cara 3'emîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Li gorî agahiyan, berdana Nûrcan Aslan û girtiyeke din a jin a li heman girtîgehê bi heman hincetan hate taloqkirin.