Esmer Resul: Min dixwest li cihê kurê xwe biçim eniyên pêş ên berxwedana Rojava

Esmer Resul ji bajarokê Ranyayê ye û kurê wê ji bo parastina xaka Rojava berê xwe daye Rojava wiha dibêje: “Divê hemû dayîk zarokên xwe wisa perwerde bikin ku her dem di têkoşîna ji bo azadiya welatê xwe de amade bin.”

Ranya- Piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, banga seferberiya giştî kir, di çarçoveya banga seferberiyê de ji Başûrê Kurdistanê hejmarek zêde ciwanan berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Esmer Resul dayîka yek ji ciwanên ku ji bajarokê Ranya yê Silêmaniyê ye berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê ye.

‘Kurê min got an ez ê bi serbilindî bijîm an bimrim’

Esmer Resul diyar kir ku kurê wê ji ber dîmenên li Rojava pir xemgîn bûye û got: “Dema kurê min biryara çûyînê da, ji min re got dayê ez nikarim di demek ku li wê derê komkujî li ser gelê me tê kirin de, li vê derê wisa rûnêm. Got an ez ê biçim bi serbilindî bijîm an jî ji bo welatê xwe şehîd bibim.”

‘Banga yekîtiya neteweyî’

Esmer Resul weke dayîkek xwedî helwest daxwaz ji hemû dayîkan kir ku serbilind bin û da zanîn ku tekane kilîta serkeftina Kurdan ‘Yekîtî ye’ û wiha got: “Ger em ne yek bin, dijmin ji lawaziya me dê sûdê bigre. Niha dema vekirina rûpelên nû ye û divê em li her çar aliyên Kurdiatanê Yekîtiya xwe ya Neteweyî ava bikin. Ji ber xwîna me li her cihê tê rijandin.”

‘Min dixwest li cihê jinên şervan bim’

Esmer Resul di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû şervan zarokên me ne. Dema dibînim zarokek an jî şervanek birîndar dibe, dilê min diêşe, dixwazim li cihê şervanan bim. Ger zarokên min ên biçûk nebûna, ez ê li cihê kurê xwe û jinên têkoşer biçûma eniyên berxwedanê. Min gelek dixwest niha li cihê kurê xwe bûma. Ji ber riya azadiyê bê bedel nabe.”