Enternasyonalîstên Ewropayê piştgirî dan pengava TAJÊ

Enternasyonalîstên Ewropayê, bi wêne û dîmenên xwe beşdarî kampanyaya TAJÊ’ê ya bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em ê bibin dengê xweparastinê” bûn.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em ê bibin dengê xweparastinê” dest bi pengavek kir. Enternasyonalîstên Ewropayê bi armanca beşdarbûna kampanyayê wêne û dîmenên xwe yê piştgirî didin pengava xwe parastinê ya TAJÊ parve kirin.

Jinên li bajarê Hambûrg ê Bakurê Elmanyayê, di 30’ê Nîsanê de bi pankartên têkildarî Şengalê beşdarî çalakiya “Şevê paşve bigre” bûn. Çalakiyên "Şevê paşve bigre" xwepêşandanek femînîst a ku armanc dike tevahiya şevê bêyî tirs çalakiya xwe pêk bînin e. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Jin, Jiyan, Azadî!”, “Baviksalariyê bêçek bikin, şer rawestînin!”, “Em li dijî cinayetên jinan ên li seranserê cîhanê ne!” “Êdî li Şengal, Kurdistan û seranserê cîhanê cînayetên jinan û qirkirinê rawestin!” hatin hilgirtin.

Bi pankartan meşiyan

Enternasyonalîstên li bajarê Tûbîngen ê li başûrê Elmanyayê, bi dirûşma "YJŞ rûmeta me ye" tevli kampanyaya wêneyan a Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bûn. Piştî çalakiyên 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ya li Tûbîngê, nêzî 70 kes li hev civiyan û piştgirî dan YJŞ’ê û berxwedana Şengalê. Her wiha ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin jî li Tûbîngenê darek hat çandin. Di 5’emîn Konferansa Piştevaniya Enternasyonalîst a Kurdistanê de ku di meha Nîsanê de hat lidar xistin, zêdetirî 40 kesên ji rêxistinên cuda yên Elmanyayê li hev civiyan û piştgirî dan YJŞ’ê. Di çalakiya ku ala YJŞ’ê û pankarta “YJŞ rûmeta me ye!” hat rakirin de, bi Kurdî û Elmanî piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Şengalê anîn ziman.