Enstîtuya Lêkolînên Kurdî: Xwedî li zimanê dayikê derkeve

Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Elmanyayê Roja Zimanê Dayikê 21’ê Sibatê pîroz kir û bang li herkesî kir ku ji bo zimanê Kurdî derbasî nifşên nû bibin peywirên xwe ya neteweyî bi cih bînin.

Navenda Nûçeyan – Enstîtuya Lêkolîn û Zanistê yên Kurdî ya li Elmanyayê, bi boneya 21’ê Sibatê ‘Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî’ daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku UNESCO’yê ev roj di sala 1952’an de ji bo bîranîna xwendekarên ku li Bangladeşê ji bo zimanê xwe yê dayikê jiyana xwe ji dest dane, îlan kiriye. Hat destnîşankirin ku ev roj balê dikişîne ser zimanên ku li ber tunebûnê ne.

Di daxuyaniyê de dibêje li cîhanê zêdetirî 6 hezar ziman hene û nêzîkî 2,500 ji wan li ber tunebûnê ne. Enstîtuyê, da zanîn ku li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xetereyê de ne ku yek ji wan zaravaya Kurdî Kirmanckî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê Kurdî bi salan e tevî înkar û qedexeyan hebûna xwe parastiye û hat gotin ku ji bo ku ziman bijî, divê ew di jiyana rojane, perwerde, çand û zanistê de were bikar anîn.

Enstîtuyê daxwaz kir ku bikaranîna zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de û perwerdehiya bi zimanê dayikê wekî mafekî bingehîn were naskirin.