Eniya Jinên Başûr: Divê Rojava û destkeftiyên jinan were parastin

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên derveyî welat bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan kirin ku li dijî vî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û gotin ku divê di zûtirîn dem de deriyê Sêmalka bê vekirin.

Navenda Nûçeyan – Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên li Derveyî Welat li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî belavkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Hilweşîna dîktatoriya Beşar Esed û guhertinên ku di civaka Sûriyê de pêk hatine, her çendî cihê dilxweşiyê be ku desthilata Beşar Esed bi dawî hat, li aliyê din divê di pêşerojê de bi hesasiyet û berpirsyarî di pêkhateya rêveberiyê de, ji nû ve birêxistinkirina yekeyên jiyana gelan û civakan, rêgezên jiyana hevbeş û bidestxistina maf û azadiyên hemûyan de bê tevgerkirin.

Li gel hilweşîna sîstema leşkerî û rejîma Beşar Esad, çeteyên dewleta Tirk êrişî Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê kirin. Ev yek ji bo jiyana bi hezaran sivîl û penaberên me yên li kampên Şehba û herêmê bûne metirsiyek mezin.

Wek em hemû dizanin heta îro jî êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê berdewame. Gelê me dizane ku ji sala 2012’an ve Rojavayê Kurdistanê bi xwîna kur û keçên me kariye li Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk ava bike. Parastina vê destkeftiya demokratîk erkê her yek ji me jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat e.

‘Divê destkeftiyê jinan were parastin’

Çawa ku em ji bo Kobanî rabûn ser lingan û bi rihê Berxwedana Kobanê me kolanên Ewropa, Emerîka, Kanada û hemû cîhanê şiyar kirin, divê em niha jî bi heman ruh û hestê Berxwedana Kobanê rabin ser lingan. Ev modela demokratîk a ku derketiye holê mafê her kesî diparêze ku xwe bi şoreş û ruhê jina azad îspatkiriye. Divê destkeftiyên azadiya jinê yên weke hêvî, parastina jîngehê û avakirina neteweya demokratîk weke nefesa xwe pêwîst bê dîtin û parastin.

Niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê pêşketinê nerazîne û dixwazin vê destkeftiya mezin careke din û bi rengekî din têk bibin. Armanca wan qirkirin û tunekirina gelê Kurd û pêşketinên wane. Çend keç û jinên Kurd ji aliyê hêzên terorîst ve hatine revandin û heta niha jî xelkê navçeyên derdora Kobanê di bin dorpêçê dene. Heta niha jî çarenûsa gelê herêmê ne diyare û ji bo hefteyekê agirbest hatiye ragihandin.

‘Em daxwaz dikin di zûtirîn dem de deriyê sêmalka were vekirin’

Ev yek ji her kesê re zelal û eşkereye ku plana dewleta Tirk û çeteyên wê ya ji bo êriş û şerekî wêranker û nemirovane ye. Ji bo vê yekê em weke jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat bang li raya giştî dikin ku di zûtirîn dem de zextek mezin bikin da ku ev şer û qirkirina çaverêkirî raweste û şerê terora dewleta Tirk a li dijî gelê me were rawestandin.

Tevlîbûna me hemû azadîxwazên Kurd û bi taybetî jinên Kurd dikare hem bibe piştgiriyeke xurt ji bo berxwedana Rojava û Kobanê û hem jî di zexta ji bo azadiya girtiyan û komkirina alîkariyên madî û manewî ji bo gelê Kurd li Rojava de rolek baş bileyîze.

Ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî, hewldan tê meşandin.

Em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan dikin ku li dijî vî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de deriyê Sêmelka (Fişxabûr) bê vekirin da ku alîkariyên madî bigihêjin xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê.”