Endamên Saziya Malbatên Şehîdan bertek nîşanî êrişan dan

Dayikên li bajarê Qamişloyê, êrişên dewleta Tirk ên li seranserê Kurdistanê şermezar kirin û gotin ku li hember êrişan ew ê li ber xwe bidin û dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin, li ser şopa zarokên xwe bimeşin.

PELÎN NÛPELDA

Qamişlo – Êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê gihîştine asta qirkirinê. Ji bo deskeftiyên gelê Kurd tune bikin, êriş û dagirkeriya xwe di hemû aliyan de didin meşandin. Dewleta Tirk rojane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tîne û hemû zagonên navneteweyî binpê dike. Yên ku di wan êrişan de herî zêde zirarê dibînin jî welatiyên sivîl in ku bi awayekî hovane dibin armanca êrişên dewleta Tirk.

Der barê êrişên dewleta Tirk li dijî herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Endamên Saziya Malbatên Şehîdan di heman demê de dayikên pakrewanan helwesta xwe ji ajansa me re parve kirin.

 ‘Êriş û komkujiyan li ber çavên cîhanê pêk tîne’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Xeyriye Hesen Xelef êrişên dewleta Tirk ên li ser axa tevahî Kurdistanê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk bi awayekî hovane li Rojava û deverên din ên Kurdistanê êriş û komkujiyan li ber çavên cîhanê pêk tîne û sivîlan qetil dike. Li hemberî van êrişan tu kes dengê xwe nake weke ku qet tiştek tune be nêz dibin. Bi taybetî di van êrişan de herî zêde zarok, jin û kesên sivîl ên ji cih û warên xwe bûne, dibin hedefa dagirkeriya dewleta Tirk. Ne tenê li Rojava, li Başûrê Kudistanê jî em dibînin rojane çawa bi hevkariya PDK’ê êrişan li ser gelê me û şervanên azadiyê pêk tînin. Ev yek jî bi rêvekirina PDK`ê ji dewleta Tirk re pêk tên. Em dibin şahidên êriş û komkujiyên li ser gelê me û tevahiya erdnîgariya Kurdistanê. Her roj bi çekên kîmyewî Kurdistan tê bombebarankirin û şêniyên herêmê ji cih û warê xwe tên koçberkirin û qetilkirin.”

‘Wê bi êrişan nikaribin îradeya me bişkînin’

Xeyriye Hisên Xelef diyar kir ku weke Kurd pêwîstiya wan bi helwestek hevpar heye ji bo bikaribin li hemberî dagirkeriyê  bisekinin û wiha domand: “Roja îro bi van êrişan re em dibînin ku dewleta Tirk çiqas ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber ku nema dizane çi bike û êrişê her kesê û her deverê dike. Ev yek jî qelsbûn û binketina dewleta Tirk nîşan dide. Em jî weke dayikên şehîdan weke gelê Kurd heta hebin em ê serî ji dagirkeriyê re netewînin, tekoşîna xwe xurt bikin û li ber xwe bidin. Wê bi êrişan nikaribin îradeya me bişkînin û me mehkumî jiyana bindest bikin. Banga me ew e ku di serî de weke gelê Kurd pêwîst e em xwedî bertek bin û tevahî gelên azadîxwaz, saziyên mafên mirovan li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û çavên xwe ji komkujiyan re negirin.”

‘Her roj em dibin şahidên êşên giran’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fadya Silêman jî da zanîn ku tevahiya dewletên ku destek didin dewleta Tirk naxwazin Kurd bi mafên xwe bijîn û got: “Êşa me dayikên şehîdan giran e, em her roj dibin şahidên bûyerên giran. Ji ber ku rojane Kurd rastî êriş û qetlîamên dewleta Tirk tên û bi her cure komkujiyan re rû bi rû dimînin. Li tu welatan, di tu ol an jî baweriyan de, tiştekî wiha tune ye ku neteweyek hebe û tu ji nedîtîve were dîtin. Ji ber êriş, dagirkerî û talankirina dewleta Tirk em her dem di nava koçberî, zorî û zehmetiyan de mezin bûn. Dema niha jî em mêze dikin çiqas zarok, jin û mirovên bi temen, ji mafê xwe yê jiyanê bêpar mane û ji ber topbarana dewleta Tirk bê dest û ling in. Ev yek di tu zagon û pîvanên exlaqî de tune ye. Elbet em vê jî dibînin hedef jin û Kurdên xwedî îrade ne.”

‘Roj were dê gelê Kurd hesab ji îxanetkaran bipirse’

Fadya Silêman herî dawî destnîşan kir ku dê heta dawî dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em Kurd dibînin ku di qada navneteweyî de durûtî û îxaneteke çawa li hemberî me tê kirin û li ser me hesabên xwe yên qirêj didin meşandin. Bi taybetî em dibînin dewletên ku xwe weke bi me re ne nîşan didin, di aliyê din de çawa destekê didin dewleta Tirk. Rojek were dê ne dîrok, ne jî gelê Kurd vê îxanetê qebûl bike. Em jî weke dayikên şehîdan, ne komployê ne jî dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê hemû zarokên xwe fedayî vê welatî bikin. Heta dawiyê em ê li pey heqîqetê bin, dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û li ser şopa şehîdan bimeşin.”