Endama MYK’ê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol: Ger êrîş îdeolojîk be, dê bersiv jî îdeolojîk be
Endama MYK’ê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol, der barê atmosfera şer û aloziya li herêmê de nirxandinan kir û anî ziman ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîşên îdeolojîk ên azadiya jinê hedef digrin e.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Hawirdora tundiyê ya li cîhanê, nirxandinê der barê hedefgirtina tecrûbeyên civakî yên li ser bingeha azadiya jinê de tîne rojev e. Polîtîkayên tundî, şer û newekheviyê yên ji Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn dirêj dibin û jin pê re rû bi rû ne; ji bûyerên takekesî wêdetir e û mîna meyleke pergalî û îdeolojîk tê nîqaş kirin. Lewma, tê tekez kirin ku divê bersiva bê dayîn jî ne tenê hestyarî be, karekterek rêxistinkirî, hişmend û îdeolojîk be.
Bi taybetî êrîşên li dijî Rojava û tesbîtên ku modela civakî ya li ser bingeha azadiya jinan hedef digre, rola jinan mîna kirdeyên damezrîner di navenda nîqaşê de bicih dike. Avahiya wekhevîxwaz a bi berxwedana Kobanê re bû sembol û piştî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hate avakirin; ne tenê mîna destkeftiyek leşkerî an siyasî, mîna modelek jiyanek alternatîf a ku ji aliyê jinan ve li ser bingeha xweparastin, temsîliyeta wekhev û peymanek civakî hatî damezrandin, tê pênase kirin. Hedefgirtina vê modelê jî, bi bandora ramana azadiya jinê ya li ser asta herêmî û gerdûnî tê girêdan.
Endama MYK’ê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol a bangekî ku sînoran derbas dike kir, diyar dike ku xeta têkoşînê ya ji daxwaza azadiyê ya k piştî Jina Emînî li Îranê bilind bû û heta tevgerên jinan ên li Kobanê, Ewropa û Emerîkaya Latîn dirêj bû, di daxwazek hevpar a wekhevî û azadiyê de yek bû û bi van gotinan helwesta jinan kurte kir: "Ger êrîş îdeolojîk be, dê bersiv jî îdeolojîk be.”
'Êrîşên li dijî Rojava îdeolojîk in'
Îlknur Bîrol, da zanîn him li Tirkiyeyê û him jî li Rojhilata Navîn şer, tundî û êrîşên îdeolojîk mijarên sereke yên rojeva jinan e û bi taybetî êrîşên li ser Rojava, modela azadiye ya jinan hedef digre. Îlknur Bîrol, axaftina xwe wiha domand:
"Dema ku em nêzî 8’ê Adara 2026’an dibin, him li herêm û him jî li welatê me gelek pirsgirêk ku divê di warê pirsgirêkên jinan de werin nîqaşkirin û bi derketina kolanan di 8’ê Adarê de veguherin xeteke berxwedanê, kombûne. Em ji serdemekî ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê, temtema şer ji nû ve destpê lêdanê dikin; dînamîkên pevçûnê dijwar dibin, lê di heman demê de pêvajoyên danûstandinê jî li kêleka vê aloziyê pêşve diçin, derbas dibin. Di vê pêvajoyê de, me şahidiya êrîşekî ya li dijî Rojava ya ji aliyê rejîma Şamê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî ve tê meşandin, kir.
Pêwîst e ku mirov behsa cewhera vê êrîşê bike. Dema ku ev êrîş di çarçoveya azadiya jinê de bê temaşe kirin, ev êrîş aliyekî îdeolojîk jî dihewîne. Li aliyekî hêzên ku armanc dikin ku pergalekî dewletê ya li ser bingeha xeta cîhadîst-selefîst ava bikin û dewletên mezin ên kapîtalîst-emperyalîst piştgirî didin van hêzan hene. Li aliyê din jî, rastiyek civakî ya navenda wê Kobanê ku li dijî pergala tarî, newekhev û wêranker a ku li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin, mîna nerazîbûnek derket holê, heye.
Kobanê û Rojava, piştî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û serkeftina vê têkoşînê, mîna modelekî ku îdîa dike ku civakê li ser bingeha azadiya jinan û wekheviyê mîna prensîbên bingehîn ji nû ve ava bike, hatiye dîtin. Ev model armanc dike ku hişmendiya azadiya jinê belavbike, sazûmanî bike û veguherîne prensîbek bingehîn a jiyana civakî. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ev yek ji aliyê hêzên paşverû ve bûye hedef. Lewma, ev êrîşan îdeolojîk in.”
'Modela azadiya jinê di hedefê de ye’
Îlknur Bîrol, destnîşan kir ku modela li Rojava ne tenê avahiyek leşkerî an siyasî ye, xwe dîsperê peymanek civakî ku azadiya jinê bingeh digre û wiha axivî: "Azadiya jinê çi ye? Hebûna jinê çi îfade dike? Mîna yek ji bendên bingehîn ên peymana civakî ya li Rojava bersiva van pirsan hatiye dayîn û gavên pratîkî yên li gorî vê yekê hatine avêtin. Jinan artêş, yekîneyên parastinê û saziyên xwe yên serbixwe ava kirine; ji bo ku di hemû saziyan de nûnertiya wekhev mîsoger bikin, di hundir de jî li dijî serdestiya mêran têkoşîn meşandin û veguherînek girîng afirandin. Ev tecrûbeya ku derket holê, bû yek ji mînakên ku ji aliye raya giştî ya cîhanê û tevgerên jinan ve ji nêz ve tê şopandin. Dengê jinên ku li dijî tundiya fîzîkî û derûnî ya ku ji aliyê serdestiya mêran û amûrên zextker ên dewlet û mêran ve hatî hilberandin, dibêjin, 'Mafê axaftina ya li ser beden û keda min tenê aydê min e; ez ê vê bi rêxistinbûn û berxwedanê biparêzim,' veguherî dengek ku îro tê xwestin bên tepeserkirin."
'Divê bersiv bi helwesta îdeolojîk şêwe bibe’
Îlknur Bîrol, diyar kir tundiya li dijî jinan ne tenê bi nakokiyên herêmî ve sînordar e û got: "Dema ku em li geşedanên li Tirkiye û cîhanê dinêrin, em bi tabloyekî hejîner re rû bi rû dimînin; di destpêka beşên ku qetilkirin veguherî tiştekî asayî de jin û zarok cihdigrin. Em ji pêvajoyekî ku hovîtî bi rê û rêbazên cûda zêde dibe û em ji ber cînayet û kuştinên jinan dihejîn re derbas dibin. Em rastî pêkanînên ku hewil tê dayîn jin neyên dîtin tên. Em dibînin ku tê xwestin jin di qada giştî de bi awayekî azad hebûna xwe nîşan nedin û ji nû ve di nava malbatê de di qadekî bi "erkên taybet" re hatiye sînordarkirin de, bên heps kirin. Em şahidî dikin ku berxwedan û tevgerên jinan ên ku li dijî vê yekê pêş dikevin jî, him di asta takekesî û him jî di asta kolektîf de bi êrîşên serdestiya mêran û polîtîkayên dewletê re rû bi rû dimînin.
Lewma, divê em ji vê perspektîfê li pirsgirêkê binêrin; ger êrîş îdeolojîk be, dê bersiva bê dayîn jî îdeolojîk be. Aliyê herî girîng a bersiva îdeolojîk a jinan, arestebûna wan a kolektîf, berxwedan û rêxistinbûna wan e di parastina azadiya xwe de û ragihandina ku ew serdestiya yên din a li ser beden û jiyana wan nas nakin e. Divê di 8’ê Adarê de jin bi hişmendiyek ku careke din bi awayekî bihêz dijberiya xwe ya hemû cûreyên tundiya li dijî nîşan dide, li kolanan be. Girîng e ku em bi îradeyek xurt ku diyar dike ev tundî encax tenê bi berxwedanê dikare were rakirin, li hev bicivin. Ji ber karaktera tevgera jinê ya sînoran derbas dike, divê propagandayekî xurt ku tekez dike tecrûbeya azadiyê ya li Rojava dikare ji bo civakên din jî bibe mînakek îlhamê jî bê meşandin.”
'Bila 8’ê Adarê di cîhanê de bibe navê îtîraza mezin’
Îlknur Bîrol a da zanîn têkoşînên jinên li erdnîgariyên cûda temase hev dike û di daxwazek hevpar a azadiyê de li hev dicive, axaftina xwe wiha domand:
"Ev tiştên tên jiyîn, ne tesadufîn. Keziyekî hatiye qutkirin, jinekî ku ji qata sêyemîn tê avêtin, bedana zarokekî ya li erdê dikeve... Ev hemûyan mirovan gazî serhildanek mezin dike. Ev êdî astekî tundiyê ya nayê hilgirtin e.
Lewma werin em 8’ê Adarê; bi dengê bihêz ê berxwedanê, hevgirtina mezin a berxwedanê avakir û têkoşîna veguherîna civakekî demokratîk û wekhev a li ser bingeha azadiya jinê pêşwazî bikin. Werin em li ser xetekî ku em rêxistinbûnên jinan hêj zêdetir xurt dikin, ber bi 8’ê Adarê ve bimeşin. Bila 8’ê Adarê bibe roja jinên ku li hemû kolanên cîhanê, carna bi keziya ku sembola azadiyê ye, carna bi alên rengîn û carna jî tenê bi dengê xwe re azadiyê diqîre be. Bila li dijî şêweyên serdestiya li ser jinan û hemû rêbazên tundiyê yên ku ji bo domandina vê serdestiyê tên bikar anîn, veguhere navê îtîrazek mezin.
Ez bawer dikim ku bi mîlyonan kes dê li kolanan bin. Ez bawer dikim ku bi mîlyonan kes dê bi jinên Rojava û azadiya ku ew temsîl dikin re bibin yek. Ez bawer dikim ku bi mîlyonan kes dê piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinê Jina Mahsa Emînî li Îranê da destpêkirin. Ez bawer dikim ku jinên li Ewropa, Emerîkaya Latîn û li seranserê Emerîkayê, li dijî her cûre zilmê bi dengek hîn bilindtir dê serhildana xwe bînin ziman.”
'Jin yekane parêzvanên aştiyek wekhev in'
Îlknur Bîrol, diyar kir ku jin ne tenê li dijî tundiyê, di heman demê de ji bo pergalek hiqûqî ya wekhev û peymanek civakî ya nû jî têdikoşîn û bi van gotinan dawî li axaftina anî: "Jin; parêzvanên aştiyê yên rêziknameyek civakî ya bê şer û tundiyê ku armanc dikin ku ber bi civakek wekhev a ku ji hêla jinan ve tê xeyal kirin re biçin. Ez bawer dikim jin parêzvanên herî bihêz ên têgihîştina wekheviyê ne ku kes nikare li ser kesekî din serweriyê bike ne. Ez bawer dikim ku jin kirdeya bingehîn ên avakirina vê pergalê têdikoşîn dikin e û îradeya ku di çarçoveyek hiqûqî ya nû de dê parastina vê yekê bike jî dîsa di jinan de ye.”