Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman koça dawî kir
Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan – Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêr li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yê li ser Şehbayê cara duyemîn koçber bûbû, koça dawî kir.
Hêvî Silêman a ji bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî di temenê 62 saliyê de wefat kir, 7 zarokên wê hene, bi welatparêzî û dîroka xwe ya bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî, di nava tevahiya Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, navdar e.
Hêvî ji mamosteyên destpêkê ku perwerde bi zimanê Kurdî li Helebê di 2010 -2011'an de dida û endama damezrîner a SZKˊê bû, ji damezrînerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye û herî dawî endama Koordînasyona Kogra Star bû.
Li kêlek xebatên xwe yên di saziyan de Hêvî Silêman di salên dirêj de cihê xwe di nava têkoşîna ji bo gelê Kurd û jinan, girtibû. Nexasim, di berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê de roleke pêşengtiyê lîstiye.
Di nava rêwîtiya jiyana xwe de Rêber Abdullah Ocalan jî dîtiye.
Di vê dawiyê de bi nexweşiya penceşêrê li bajarê Qamişloyê koça dawî kir.