Endama koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya: Em alîgirên xeta sêyemîn in
Endama koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya têkildarî şerê Îsraîl û Îranê got: “Em ne alîgirên şerê Îsraîlê, ne jî şerê Îranê ne, em alîgirên xeta sêyemîn in. Tenê bi xeta sêyemîn, civak û bi taybetî jin dikarin jiyana azad û demokratîk misoger bikin.”

Navenda Nûçeyan – Endama koordînasyona Komelên Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya têkildarî êrîşên Îsraîl û Îranê ku 12 rojan berdewam kirin û geşedanên li herêmê tê jiyîn ji ajansa me re nirxandin kir.
Denîz Derya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku demek dirêj e şerê cîhanê yê sêyemîn di rojevê de ye û got: “Yê herî zêde pêşbîniya vî şerî kir û nirxand, Rêber Apo bû, hişyarî da ku hêzên dixwazin di Rojhilata Navîn de bibin xwedî stratejiyên diyar divê ne pergala netewe dewletê, ne jî pergala neteweya demokratîk ji bo xwe esas bigrin.
Lewre di pêşveçûnên vî şerî de hemû hêzên hegemon dixwazin li ser berjewendiyên desthilatdariya xwe li ser vê parzemînê cih ji xwe re bidin çêkirin. Yek ji dewletên ku herî zêde bandora şerê cîhanê yê sêyemîn li ser çêbûye jî bêguman Îran e. Ev demek dirêj e plana êrîşa li ser Îranê di rojeva hêzên serdest de ye û gelek caran xwestin bi rêbazên cuda mudaxele bikin, da ku bikaribin teslîm bigrin. Yek ji xalên ku dihêle ev polîtîka û êrîşên li ser Îranê werin kirin, ew e ku dewlet netew-hêzên hegemon dixwazin van hêzên herêmî teslîm bigrin û di bin kontrola xwe de bihêlin. Xaleke din a bingehîn jî ew e ku Îranê êrîşên xwe ji derveyî sînorên xwe zêde kiribu, ev jî tê wateya ev şer, şerê desthilatdaran e.”
‘Di encama vî şerî de dîzaynkirina Îraneke nû tê plankirin’
Denîz Derya bal kişand ser armanca bi êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê û wiha got: “Bi êrîşên 13’ê Hezîranê yên Îsraîlê li ser Îranê hatine pêşxistin, armanc ew bû ku yan wê Îran teslîmiyetê qebûl bike yan jî wê biguhere. Yanî Îran di pozîsyonek wisa de ye ku şer bike jî neke jî êdî mecbûr e were guhertin. Lewre projeya ji bo Îranê hatiye diyarkirin ew e ku rêveberiya wî were guhertin, hêza gel bigrin gel xwe û rêveberiyeke ku di aliyê wan de hatiye amadekirin bînin ser desthilatdariyê. Bi vî awayî bikaribin polîtîkayên xwe yên teslîmgirtin û rêvebirinê bi encam bikin. Yanî di encama vî şerî de dîzaynkirina Îraneke nû tê plankirin û esasgirtin.
Wekî tê zanîn di vê dema dawî de, hinek muzakere di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Emerîkayê de çêbûn. Her çendî xwestin bi riya muzakereyan Îranê bînin ser xeta xwe û teslîm bigrin jî dema ku dîtin bi riya van muzakereyan nikarin tişta ku ji bo Îranê dixwazin bigihîjînin encamê, vê carê xwestin bi riya êrîşê Îranê teslîm bigrin. Jixwe hem Îsraîl hem jî Îran her roj gefên qetilkirin, tunekirin û jiholêrakirina hev li hev dixwin. Şerê herdu aliyan jî xizmeta civak û gelan nake. Bi giştî xwezaya şerê desthilatdariyê ew e ku bi xwe re ziyan û windahiyan bîne. Lê di esas de ev şer şerê hegemonyayê ye, şerê desthilatdarî û pêkanîna projeyên xwe ye. Ji bo wê ji derveyî berjewendiyên desthilatdariya xwe, tu menfîeta gel û civakê di vî şerî de nîn e.”
‘Alozî û şerê herî mezin di nava Îranê bi xwe de ye’
Denîz Derya da zanîn ku wê ev alozî her biçe zêdetir û kurtir bibe û got: “Ev aloziya heyî tenê bi vî şerî nikare were destgirtin. Ji ber ku aloziyeke herî mezin beriya vî şerî di nava Îranê bi xwe de heye û tê jiyîn. Lewre alozî û şerê herî mezin di nava Îranê bi xwe de ye. Bi polîtîkayên xizaniyê, gel muhtacê xwe kirin û bi her awayî di bişaftinê re derbas kirin da ku nikaribe serî li hemberî rejîmê rake. Ev yek jî dihêle ku di exlaqê civakê de lewazî were çêbibe. Bi taybetî li ser jin û ciwanan ev polîtîka tê birêvebirin û ferzkirin. Bi polîtîkaya darvekirinê, dibe sedem ku roj bi roj civak were fetisandin û tunekirin. Tirsa hakîmiyeta Îranê ya ku di navxweyî de were hilweşandin zêdetir e, heta ji guhertina derve ji bo wê tê hedefgirtin. Ji bo wê jî di serî de jin û her kesê ku li hemberî tepisandina rejîmê serî rabike yan jî bixwaze serî rake, yekser digrin, îşkence lê dikin û bi darve dikin.”
‘Îran bi her awayî êrîş û zextê li ser jinan didomîne’
Denîz Derya destnîşan kir ku jin xwedî hêza guherîn û veguherînê ne û got: “Her wiha yek ji tirsa Îranê ya herî mezin jî li hemberî jinan e. Îran bi her awayî êrîş û zextê li ser jinan didomîne. Ji ber ku pir baş dizane jin hêza guhertin û veguhertinê ne. Dizane ku ew potansiyel bi jinan re heye ku rejîmê biguherînin û bi rêve bibin. Eger di wir de evqas zext û êrîş li ser jinan hebe divê em bizanibin ku potansiyeleke gelek xurt a jinan di guhertin û veguhertinê de heye. Ji bo wê niha tişta ku divê jin bikin ew e ku di her qada jiyanê de xwe rêxistin bikin û di serî de yekitiya jinên Kurd û bi hemû jinên Îranê re hevgirtinek li ser esasê çand û hebûna xweparastinê ye. Yek ji mijara herî zêde ji bo jinên Rojhilat û Îranê ji nan û avê zêdetir pêwistî pê heye, xwerêxistinkirina hêza parastina cewherî ye. Li hemberî van êrîş û şeran ji bo parastina hebûna nasnameya xwe divê tenê jinek jî xwe bê rêxistin û parastin nehêle. Her wiha divê hemû jin xwe di çarçoveya konfederalîzma jinan de sazûman bikin da ku bikaribin xwe bi feraset û hişmendiya jinan ava bikin û bikaribin bi têkoşîneke xurt û yekitiyê li hemberî hişmendiya mêrên serdest xebat bidin meşandin.”
‘Jin afrîner in’
Denîz Derya axaftina xwe wiha domand: “Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de bi awayekî xuya bû ku yek ji hedefa wan a esasî baregehên leşkerî û rejîm e. Lê jixwe hemû hêzên desthilatdar û netew dewlet destpêkê bi her şêwazê dixwazin hêzê gel bigrin gel xwe da ku bikaribin hêza gel tevlî xwe bikin û bi wî rengî hedef û armancên xwe pêk bînin. Piştre jî hemû polîtîkayên xwe yên îmha û tunekirinê di kesayeta jinan de li ser hemû hêzên civakê, bi awayê herî qirêj didin meşandin.
Lê ev rastî jî heye ku karekterê jin bi şer re tu car li hev nake û nekiriye, ji ber ku em di dîrokê de jî dibînin jin her dem xwedî rola avaker in, her dem di xizmeta civakê de û rola aştiyê di nava klan, qebîle, komîn û civaka xwe de lîstine. Lewre jî jin her dem di şeran de bûne qurbanî û mexdûr, ji ber ku ev şerê tê rêvebirin şerê desthilatdariyê ye. Lê jinan tu carî nexwestine bibin parçeyek ji vê desthilatdariyê. Ji ber ku jin û zarok nabin parçeyek ji desthilatdariyê dibe sedem ku di pêşketina hemû şerên hegemonyayê de yên herî zêde ziyanê dibînin û dibin qurbanî ew bin. Mînakên vê ne tenê li Îsraîl û Îranê, di heman demê de mînakên weke Xeza û hwd. li gelek deverên din jî dibînin. Ji bo ku jin bikaribin xwe ji rewşa qurbantî û mexdûriyetê rizgar bikin divê bi awayê herî xurt hêza xwerêxistinkirin û têkoşînê ya li hemberî hişmendiya mêr bidin meşandin û xeta sêyemîn a neteweya demokratîk ji bo xwe esas bigrin. Hişmendiya jinan her dem afrîner bûye, ev di gelek pêlên şoreşên ku jinan pêşengiya wan kirine de em berbiçav dibînin ka çiqas mêjiyê jinan afrîner, avaker, berpirsyar û pozîtîf e. Lewre em careke din dibêjin ku yekane riya xilasiya jinan di paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan de birêxistinbûn e. Eger jin vê paradîgmayê ji bo xwe esas bigrin û xwe di bingeha sîstema komîn û avakirina neteweya demokratîk de bigrin dest, bêguman dikarin hemû polîtîkayên ku di çarçoveya şerê qirêj de tên birêvebirin vala derbixin û ji wê rewşa qurbantiyê xwe rizgar bikin.”
‘Kîjan hêz xwe demokratîk neke wê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne’
Denîz Derya bal kişand ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û ev tişt got: “Bi giştî di pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de, Rêber Apo bi awayekî zelal diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn di meriyetê de ye û kîjan hêz xwe neguherîne û demokratîk nebe, wê rûbirûyê gelek xeteriyan were û nikaribe bigihîje serkeftinê. Vê yekê ji bo hemû hêzên Rojhilata Navîn û herêmê anî ziman. Lewre ev careke din dide diyarkirin ku kîjan hêz xwe demokratîk neke wê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne. Hêzên netew dewletê nikarin ji bo krîzên ku di asta civakî de tên jiyîn bibin hêza çareseriyê lewre siyaseta demokratîk şert e.
Ji bo Îranê jî ji her kesê zêdetir guhertina demokratîk pêwist dike. Ji ber ku di Îranê de planên derve yên pir cidî hene û di nava wê bi xwe de jî gelek krîz tên jiyîn. Li cihê ku Îran siyaseteke demokratîk bişopîne û ji bo xwe esas bigre her diçe krîzên civakî kûrtir dike. Îran divê di serî de mafên jinan, hemû beş û pêkhateyên ku li ser axa wê dijîn binase û ji wan re rêzê bigre. Hêzên netew dewletê jî pir baş dizanin ku krîzên civakî di asta jor de tên jiyîn û bi vî rengî rejîmê qebûl nakin. Me di serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî dît ku hesret û daxwazên gelê Îranê demokrasî, wekhevî û azadî ye. Ji bo wê mirov dikare bibêje ku ne hêzên kapîtalîst, ne dewleta Îranê, hêz û îradeya rasteqîn a civak û bi taybetî jinan nas nakin.”
‘Dema êrîşek çêdibe Îran destpêkê çavên civaka xwe ditirsîne’
Denîz Derya diyar kir ku niha di Îranê de her dema ku êrîşên derve tên kirin, tişta destpêkê dike ew e ku çavên civaka xwe di serî de bi polîtîkayên darvekirin û bi rêbazên cuda bitirsîne û got: “Ji ber dizane ev civak, civakeke berxwedêr e û rejîmê qebûl nake. Heta niha bi behaneya kesên ku ji serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sûcdar dihatin dîtin her roj girtin û ew darve dikirin. Ji niha şûnde jî wê bi behaneya sûcdarên sîxurên Îsraîlê ne kesên bêguneh jî di nav de wê bigre û bi darve bike. Dema ku Îran bi hêzên derve re muzakere dike, ji bo xwe bi hêz û desthilatdar bide nîşandan, vê carê zextê di hindir de li ser gelan zêdetir dike. Jixwe piştî vê agirbestê jî me ev tişt li ber çavan dît û hê jî wê xirabtir bibe. Ger Îranê, hêza civak û pirrengiya civakê nas kiribûya, rewşa wî, ewqas kaotîk nebûya.”
‘Em alîgirên xeta sêyemîn in’
Denîz Derya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tenê riya ku di Rojihilata Navîn de, dikare azadî û demokrasiye bi xwere bîne, pêkanîna neteweya demokratîk e. Esas ger Îranê fam bikira gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, peyama herî xurt a xweguhertina rejîmê dane wiha nedibû. Serhildanên ku wê demê hatin destpêkirin sedem ne tenê qetilkirina jinek bû, di esas de neqebûlkirina vê rejîmê bû. Ji ber malbateke biçûk tenê li hemberî qetilkirina jinek derneket. Hemû pêkhateyên ku li Rojhilat û Îranê dijîn bi yek dengî rijiyan kolanan. Bi vî awayî dan diyarkirin ku, heta niha bi vî rengî bi bêdengiyê li ber xwe dane lê ji vir şûnde ew derbasî merheleyeke din a berxwedanê dibin. Bi taybetî berxwedaneke gelek bi heybet a jinan di wir de hat nîşandan û ji bo bidestxistina mafên xwe gelek bedelên giran jî dan.
Em di dawiyê de dibêjin ku em ne alîgirên şerê Îsraîlê, ne jî alîgirên şerê Îranê ne, em alîgirên xeta sêyemîn in. Ancax di îsrarkirina xeta sêyemîn de, civak û bi taybetî jin dikarin jiyana azad û demokratîk misoger bikin.”