Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin: Emê axa xwe biparêzin
Şemsa Heyder ya ku nû beşdarî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûye gotinek Sakîne Cansiz “Namûsa me ne di bedena me de ye namûsa me di erdê me de ye” bibîr tîne û dibêje: “Axa me hêja ye ku em wê biparêzin.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Rojavayê Kurdistanê ji destpêka sala 2026’an heta niha rastî êrîşên pir dijwar ên ji hêla çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ve tên. Her çiqas niha hevpeyman di navbera QSD’ê û Şamê de hatibe îmzekirin jî, entegerasyon xal bi xal tê nîqaşkirin û bicîhanîn.
Di pêvajoyek wiha de destkeftiyên jinên Rojavayê Kurdistanê di xeteriyek cidî de ne. Di demek ku jinên Kurd rastî êrîş û binpêkirinên pir dijwar hatin de, ji aliyek din ve jî jin beşdarî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dibin. Şemsa Heyder ji gundewarê bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ye, di 8’ê Adara îsal de piştî hizirandinek kûr, biryar da di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de beşdarî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bibe.
Şemsa Heyder ji ajansa me re behsa sedema beşdarbûna xwe kir.
Ji rêxistina jin ber bi hêzeke jin ve
Şemsa Heyder di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Kurdistanî û tevahiya cîhanê pîroz kir û wiha berdewam kir: “Ez ji xebatên Kongra Star beşdarî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûm. Hikûmeta HTŞ’ê îradeya jinan li vir qebûl nake, niyet dike ku rêxistina jinê li vir fesix bike û hilweşîne. Lê kes nikare vê gavê bavêje û rêxistina me hilweşîne.”
‘Hilgirtina çekê pêwîstiyek demê ye’
Şemsa da zanîn ku beşdariya wê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin re pêwîstiyek demê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: “Min hîs kir ku pêwîstî heye ez çekê hilgirim, destpêkê ji bo ku xwe wekî jinekê biparêzim û ya din jî gel û tevahî jinan biparêzim. Kes nikare hêz û îradeya me têk bibe, heta ku hikûmeta Colanî vê bike. Bila baş bizanibin heta ku felsefeya Rêber Apo hebe wê jin nekevin, em ê hebin û her hebin jî.”
Hîskirina kûr a xeteriya li ser pergal û nasnameya jinê, bû sedema rakirina çekê
Şemsa got ku ji bo şoreşa jinê jinan bedelên giranbuha dane û di oxira wê de canê xwe feda kirin ne hêsan e ku têk biçe û wiha pêl da gotina xwe: “Jin û dayîk ev şoreş birêve birin, Colanî îro tê û dixwaze keda van kedkar û têkoşeran binpê bike, lê bi çi mafî? Ji lewra min xeteriya li ser jinan ji kûr ve hîs kir, ji ber wê min çek rakir. Îro em destê hev negirin, hev bihêz nekin û hev jî neparêzin wê kî were me biparêze? Ji bo wê divê ku em amade bin.”
Pergala demokratîk û azadîxwaz li Rojava bi bandor e lewma rastî êrîşan tê
Şemsa sedema êrîşên li ser jinên Kurd li Rojava bi bandora wê ya li ser asta cîhanê ve girê da û got: “Êrîş tekane tiştekî nîşan dide, ew jî bandorbûna pergala jin li Rojava û rêxistina jinan li ser asta cîhanê û bandorkirina jinên ji ol û baweriyên din e. Ji lewra heta îradeya jin û pergala wê neyê naskirin, wê ev çeka me hilgirtiye, ji destê me nekeve.”
‘Axa me hêja ye em wê biparêzin’
Şemsa di dawiyê de gotina Sakîne Cansiz “Namûsa me ne di bedena me de ye, namûsa me di axa me de ye” bibîra xwe anî û got: “Şehîd Sakîne Cansiz wiha dibêje, ji bo wê axa me jî hêja ye ku em wê biparêzin.”