Endama DEM Partiyê Senem Erîş di ketina girtîgehê de rastî ‘lêgerîna tazî’ hat

Hat diyarkirin ku endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş, di ketina girtîgehê de rastî ‘lêgerîna tazî’ hatiye û wê birine qawîşa girtiyên edlî.

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên Ciwanan, di 18’ê Gulanê de ji bo bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner li ber Sureyya Opera ya Kadikoyê çalakî li dar xistin. 4 kesên ku di nav kesên di çalakiyê de hatibûn binçavkirin de cih digrin jî bi îdiaya "Muqawemeta li dijî polîsan” û “Muxaleta li dijî Qanûna bi hejmara 2911’an" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş jî di nav de 4 kesên ku hatin binçavkirin, sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hatin kirin. Hat diyarkirin ku Senem Erîş di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatiye û sewqî qawîşa girtiyên edlî hatiye kirin.

'Demildest dawî li vê pêkanînê bînin'

Meclisa Jinan a DEM Partiyê, bertek nîşanî pêkanînên lêgerîna tazî da, li ser platforma medyaya dijîtal X’ê parvekirinek kir û wiha got: “Endama Koordînasyona me ya Jinan û PM'ê Senem Erîş, bi îşkenceyê hat binçavkirin û girtin, di ketina girtîgehê de jî rastî lêgerîna tazî hat. Em lêgerînên tazî ku we veguherandine rêbazek îşkenceyê qebûl nakin, demildest dawî li vê pêkanînê bînin. Pêwîst e #SenemEriş demildest bê berdan.”

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê jî di parvekirina xwe de wiha got: “Endama me ya Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Erîş a bi hinceta tevlibûna wê ya bîranîna şehîdên meha Gulanê hat girtin, di ketina girtîgehê de 2 caran rastî lêgerîna tazî hat; bi darê zorê bi girtiyên edlî re tê girtin. Dê dewleta mêr û hêzên ewlehiyê, hesabê îşkenceya li dijî jinan bidin.”