Encamnameya komxebata 'Rêveberiyên Herêmî’ eşkere bû
Di encamnameya komxebata "Di rêveberiyên herêmî de girîngiya zimanê Kurdî" de, plan û polîtîkayên şaredariyên DEM Partî yên der barê ziman û çanda Kurdî de cih digre.
Navenda Nûçeyan – Li Wanê, di 3’ê Adarê de bi hevkariya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) û Kovara Destar, Komxebata “Di rêveberiyên herêmî de girîngiya zimanê Kurdî” hat lidarxistin.
Encamnameya komxebatê ku bi beşdariya Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal jî di nav de 14 namzetên jin ên hevşaredariyê û hevserokên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partî hate lidarxistin, eşkere bû. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku hemû şaredariyên DEM Partî der barê zimanê Kurdî û çanda Kurdî de stratejî, polîtîka, bername û plansaziyan pêkbînin. Biryarên din ên di encamnameyê de cih girtin jî wiha ne:
"*Dê hemû şaredariyên me xwedî strateji, polîtîka, bername û plansaziya zimanê kurdî û çanda kurdewar bin.
*Dê ji bo zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de budçe bê veqetandin, kadro û xebatkar bên gihandin û îstîhdamkirin.
*Dê xwedî li mîrateya hevşaredarên berê yên partiyên siyaseta demokratik ên derbarê ziman, çand, wêje û hunera kurdî de ku kedeke mezin danê bê derketin û plan û projeyên wan ên kurdî û kurdewar ên ku nîvco mane an ji aliyê qeyûman ve hatine binpêkirin dê bên pêkanîn.
*Dê li navenda bajar, navçe, tax û gundan navendên çand û zimanê kurdî bên avakirin.
*Dê derbarê pêşketina hişmendiya zimanê kurdî de li tax û kolanan û di nava gel de xebatên zimanê kurdî bên pêşxistin.
*Dê ji bo pêwistiyên jinan malên jinan bên vekirin û hemû kar, xebat û sohbetên di van malan de bi kurdî bên meşandin.
*Dê li navend û navçeyên Wanê li ser navên jinên nemir ên têkoşer pirtûkxaneyên kurdî bên vekirin.
*Dê li gund, navçe, tax û kolanên navenda Wanê atolyeyên jîneolojiyê bên vekirin û perwerdehiya jîneolojiyê bi zimanê kurdî bê dayin.
*Li bin banê şaredariyê dê kreşên zarokan ên bi kurdî ku karibin li wir zimanê xwe jî hîn bibin bên vekirin.
*Dê ji bo jinan kooperatîfên çand, huner, aborî, çandinî û hunera destkariyê bên vekirin û hemû xebatên li kooperatîfan bi zimanê kurdî bên birêvebirin.
*Ji bo firotina berhemên kooperatîfên jinan dê bazarên jinan bên vekirin û hemû danûstendin, kar û xebat bi kurdî bên meşandin.
*Ji bo jinan dê di qada tenduristiyê de jî cih bên avakirin ku jin bikaribin xwe rehetir bînin zimên û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi zimanê kurdî çareser bikin. Derbarê nexweşiyên jinan de ji bo pêşxistina hişmendiya li ser laşên xwe bi zimanê kurdî civînên taxan, panel û sempozyum bên lidarxistin.
*Gund, navçe, tax û kolanên bajarê Wanê û navçeyên wê yên ku navên wan hatine guhertin dê bên tespîtkirin û navên wan ên xweser careke din lê bên danîn. Ji bo guhertina van navan yeke bên avakirin û bi xebateke taybet di hemû tabeleyên bajêr de kurdî esas bên girtin.
*Dê di derbarê avakirina hişmendiya zimanê kurdî de li navend, navçe, tax û gundan panel, komxebat û konferans bên lidarxistin.
*Dê malên jinan û krêşên zarokan ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin ji nû ve bên vekirin. Li van jîngehan axaftin, danûstendin û perwerdehî bi zimanê kurdî bin.
*Li hinek navçeyên ku cihên sersaxiyê ya ji bo jinan tune dê malên sersaxiyê bên vekirin û jin di rojên wisa de tenê wek ‘xizmetkar’ neyên dîtin. Êşên xwe jî bi hev du re li gor kevneşopiyên xwe yên kurdewar û bi zimanê kurdî parve bikin.
*Li navenda Wanê û navçeyên wê ji bo perwerdehiya jinan a li ser zimanê kurdî dê kurs û atolye bên vekirin.
*Ji bo pêşketina jinan a li ser pîşe û hunerê dê kurs û atolyeyên taybet ên wek dirûtin, neqş, honandin, tevn, bedewkarî û hwd. bên vekirin û perwerdehî bi kurdî bên dayin.
*Li Westanê ji bo danasîna gihayê ‘Siyabo’yê û çanda kurdan dê ‘Mîhrîcana Siyaboyê’ bi zimanê kurdî bê li darxistin.
*Li gund û navçeyên Wanê, dê stran û çîrokên kurdî ku dayikên me dema çandiniyê an komkirina giha, pincar û fêkiyan de digotin bên berhevkirin û ji nifşên nû re bê veguhestin.
*Di hemû şaredariyan de ji bo xebatkarên şaredariyan dê kursên zimanê kurdî bên vekirin û perwerdehiya kurdî bên dayin.
*Ji bo ku bûyerên wek Fatma Altınmakas jiyaye neqewimin di serî de bi kurdî, piştre bi hemû zimanên li herêmê tên axaftin dê ‘ Xeta Tundiyê’ ya telefonê bê vekirin.
*Hemû malperên û rûpelên medyaya dîjîtal a şaredariyên me dê bi kurdî ji nû ve bên sazkirin.
*Ji bo çapkirina pirtûkên jinên nivîskar ên kurd dê alîkarî bên dayin.
*Dê ji bo zarokan pirtûk û çavkaniyên kurdî bê weşandin. Danasîna çanda kurdan û mezinên pêşî yên kurdan bi riya pirtûkên kurdî bi zarokan bidin nasîn."