Encamnameya 4’emîn Kongreya KJAR’ê aşkere bû

KJAR encamnameya 4’emîn kongreya xwe eşkere kir da zanîn ku xwe ji bo rêxistinkirin û parastina hemû jinan, li Îranê berpirsyar dibîne û hat gotin ku bi hêvî, îdia û heyecana kongreya çaremîn KJAR dê ji bo jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bibe bersiv.

Navenda Nûçeyan – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi dirûşma “Serxistina şoreşa Jin, Jiyan, azadî, misogerkirina azadiya jinan û civaka demokratîk e” di navbera 7-9’ê Gulanê de 4’emîn kongreya xwe li dar xist. KJAR’ê encamnameya kongreya 3 rojan berdewam kir weşand.

Encanme wiha ye:

“Ev Kongreya me, di şexsê şehîd Aryen Arê, Şîlan Banê û şehîd Rûken de, ji bo hemû şehîdên riya azadî û demokrasiye her wiha şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re hatiye diyarîkirin. Kongreya me di vê pêvajoya watedar, tije têkoşîn û sotîner a jiyana pêşketinên şoreşgerî de, pêk hat. Kongreya me bi ruhê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û di pêvajoyeke ku em encama têkoşîna berxwedêran digrin de, pêk hat. Di heman demê de, em di pêvajoyek ku êrîşên pir dijwar li ser hebûna jinan û gelên azadîxwaz bi pêş dikevin re, derbas dibin û asta têkoşîn û berxwedana me wê hem destkeftiyên heyî mayînde bike, hem jî statu û azadiya jinan û gelê me misoger bike. Di pêvajoyeke ewqas dîrokî de, lidarxistina Kongreya KJAR’ê, di hestên tevahî endam û pêkhateyên heyî de bi giranî derket pêş. Her wiha kongreyê bi me tevan re, bi ruhê berpirsyarî tevgerê û têgihîştina ruhê pêvajoyê, da avakirin.

Şoreşa jinan, bi hemû heybeta xwe bi pêş dikeve. Bi hêvî, biryar û îdiaya pêkanîna serxistina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, me kongreya xwe li dar xist. Di kongreya me de, kar û xebatên 4 salên derbasbûyî bi berfirehî hatin nirxandin. Me xebatên avakirinê yên li ser bingeha jiyana azad û civaka demokratik, girt rojeva xwe û li ser vê bingehê kêmasî û nîvcemayînên ku hatine jiyîn, bi xurtî hatin destnîşankirin her wiha rexne û rexnedayînên di van derbaran de hatin pêşxistin. Bi şêwazeke demokratîk, di kongreyê de Desteya Rêveber a KJAR’ê ya ji 15 kesane, hat hilbijartin.

‘Jin di çalakiyan de ne û pêla berxwedanê bilind dikin’

Di demeke ku êrîşên pir dijwar ên dagirkeriyê li ser Kurdistan, gelê me û tevahiya jinan tên meşandin, lidarxistina çaremîn kongreya KJAR’ê, ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêngava têkoşîneke dîrokî û nû ye. Di kongreya me de, êrîşên mêrsalariyê di asta herêmî û cîhanî de, bi taybetî êrîşên rejîma Îranê yên ku li ser hebûna jinan bi pêş dikevin, bi berfirehî hatin nirxandin û hat diyarkirin ku, teqez wê jin li hemberî pergala qirker, têkoşîna herî radîkal didin meşandin. Di kongreya me de hat diyarkirin ku jin bi têkoşîna xwe, di sedsala 21’ê de pêşeng û rêberên rasteqîn ên şoreşa civakî ne. Çiqas têkoşîna jinan bi hêz dibe, berxwedaniya wan li hemberî pergala mêr–dewletê zêdetir cîhanî dibe. Li hemberî vê yekê jî êrîşên mêr jî ewqas li ser destkeftiyên jinan zêde dibin. Şerên ku rû didin, qirkirina li ser jinan û krîzên civakî kûrtir dike. Di asta cîhanî de jinên ku di salên dawiyê de bi awayekî herî giran, berdêlên van krîzên sîstematîk ên mêrên serdest didin êdî li tevahiya cîhanê pêşengiya civakê dikin. Jin li her deverê, li hemberî serdestan, çeteyên paramîlîter, tecawizkar, dewlet, mêtingeriya kapîtalîst û karesata ekolojîk, di çalakiyan de ne û pêla berxwedanê bilind dikin.

‘Şoreşa jinan vegehurî şoreşa hişmendî siyasî civakî û çandî’

Di kongreyê de hat nirxandin ku, jin li her devera cîhanê, îlham ji têkoşîna hev digrin. Têkoşîna jinên Kurd di sedsala 21’ê de, bûye çavkaniya îlhama têkoşîna azadiyê. Li Kurdistanê têkoşîna jinan, ji her demê zêdetir hevpar bûye. Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re cîhanî bûye. Sînorên netewperestî, olperestî, zayendperestî yên li ber têkoşîna jinan, bi berxwedana jinan bêwate dibin. Bi manîfestoya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re êdî şoreşa jinan, di asta cîhanî de derbasî pêvajoyeke têkoşîna radîkal a li hemberî pergala kapîtalîst a global dibe. Di kongreya me de hat diyarkirin ku, teqîna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di sala 2022’yan de ku, bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ve pêvajoyeke nû ya têkoşînê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê da destpêkirin. Şoreşa jinan, veghurî şoreşa hişmendî, siyasî, civakî, çandî. Vê yekê têkoşîn û berxwedaniya jinan anî rewşeke çandî ya mayînde. Kongreya me diyar kir ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di sedsala 21’ê de, dikare bibe manîfestoya hemû şoreşên civakî yên Rojhilata Navîn. Jinên Kurd li çiya, zindan û kolanan têkoşîneke pir dijwar li hemberî faşîzma mêr-dewlet dan meşandin û berdêlên pir giranbuha dan.

‘KJAR xwe ji rêxistinkirin û parastina hemû jinên li Îranê berpirsyar dibîne’

KJAR berpirsyar e bi hemû hêza xwe ya siyasî, civakî û parastinî, pêşengiyeke xurtir ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bike. Êrîşên rejîma despot, nikarin îrade û baweriya jinan a bi şoreşê bişkînin. Jinan tu carî serî ji pergala mêrsalar re netewandine û natewînin. Wê berxwedan û tekoşîna jinan a ji bo jiyana azad, di asta herî jor de berdewam bike, şoreşa ku pêşengên wê jin û ciwan bin, wê tu carî gav paş ve neavêje. Weke KJAR, em ê di pêvajoya nû de, perwerde kirin û rêxistin kirina pergala parastina jinan, ji bo xwe bikin armanca sereke. Me di kongreye de tesbît kir ku, rêxistinkirin û serxistina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mîsogerkirina azadiya jinan û Îrana demokratîk e. Hat nirxandin ku KJAR xwedî mîraseke pir mezin e. Xwedî şehîdên pêşeng ên weke Şirîn Elemhûlî, Zîlan Pepûle, Aryen Arê, Zîlan Serdeşt û bi sedan şehîdên qehreman e. Li ser vê bingehê di Kongreyê de bi biryardariyeke xurt hat diyarkirin ku wê KJAR li ser bingeha hevgirtineke bi hêz, bi tevahiya jinên azadîxwaz re, têkoşîna azadiyê di asta herî jor de, bide meşandin. KJAR xwe li hemberî rêxistinkirin û parastina hemû jinan, li Îranê berpirsyar dibîne.   

‘Em jin ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyar in’

-Yek ji mijarên sereke yên kongreya me, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Hat diyarkirin ku ger niha pêxirtengiyên cîhanê û heremê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên mehkûmkirin, çavkaniya xwe ji têkoşîna mezin a Rêber Apo digrin. Yê ku tesbîta dîrokî daniye holê û gotiye: “Şoreşên vê sedsalê, wê bibin şoreşên jinan. Bîrdoziya vê sedsalê, wê bibe azadiya jinan.” Rêber Apo ye. Xwedîderketina li “Pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” da diyar kirin ku fikrên Rêbertî çiqas cîhanî bûne. Tirsa mezin a hêzên hegemon, ji fikir û ramanên Rêbertî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya vekirina deriyên çareseriya pirsgirêkên gelê Rojhilata Navîn. Em weke jin di ber azadiya fîzîkî a Rêber Apo de berpirsyar in. Kongra me bi îdayên xwe ve da nîşandan ku, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatê me be. Weke tevgera azadiya jin (KJAR) di asta Rojhilatê Kurdistan û Îranê de wê têkoşîna me bi şêwazekî herî radîkal ji bo pêngava azadiya Rêber Apo were meşandin.

-Di kongreya me de hat destnîşankirin ku, şoreş bi yekîtî û têkoşîneke hevpar a jin û gelan ve dikare serkeftinê misoger bike. Yekîtîya jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistan dikare pêşengtiyeke hê bi hêz ji bo hevgirtina jinan a di asta Îranê de pêş bixe. KJAR weke rêxistineke sîwan di Rojhilat û Îranê de, bi têkoşîn û xebata xwe ve di asta herî jor de wê pêşengtiyê ji bo hevgirtina jinên Belûc, Ereb, Gîlek, Azer, Fars û hwd re bike. Têkoşîneke hevbeş di çarçoveya pergaleke hevbeş a jinan, wek KJAR’ê wê armanca me ya sereke be. 

-Zindan ji bo rejîmên totalîter qada ji navbirinê ye. Her wiha ji bo têkoşeran jî qada berxwedan û têkoşînê ye. Ev yek du eniyên ku di zikê hev de li hemberî hev şerê herî dijwar didin meşandin. Şerê taybet ê rejîmê, wê nikaribe vîna azadîxwaziya jinan bişkîne. Di şexsê Zeyneb Celaliyan, Ciwana Sine, Gulrux Îrayî, Spîde Qulyan û hwd jinên berxwedêr de, li girtîgehan bûne pêşengên rasteqîn ên tekoşîna azadî û demokrasiyê. Di vê çarçoveyê de, wê têkoşîna me di asta heremî û cîhanî de bê navber berdewam be.

-Kongreya me destnîşan kir ku, nirxên herî giranbuha şehîdên şoreşa azadiyê ne. Xwedî derketina li armancên şehîdan, erka me ya şoreşgerî ye. Giringiya hevgirtina malbatên şehîdan di kongreye de bi berfirehî hate nirxandin. Bi pêşengtiya malbatên şehîdan û li ser bingehê nirxên şoreşê xwe birêxistin kirin, dikare şoreşê mayînde bike. Li ser vê bingehê destkeftiyên ku şehîdên şoreşê ji bo civaka me ava kirine, em ê bi têkoşîneke xurt armancên wan pêk bînin.

- Zanista jin Jineolojî di vê kongreyê de bi berfirehî hate nirxandin. Şoreşa ‘Jin, jiyan, Azadî’ li ser hîma zanista jin pêş ket û rêya çareseriya hemû pirsgirêkên jin û civakê, di zanista azadiya jin, jineolojî de derbas dibe. Li ser vê bingehê komîteya Jineolojî, di serdema nû ya têkoşînê de rol digre ser şanê xwe ku, hemû jinan di akedemiya jin de li ser zanista jin perwerde bike. 

-Di kongrê de hate nirxandin ku, xwerêxistinkirin û xweparastin têkoşîna herî mezin e. Li hemberî her cûre êrîşên çandî, derûnî û fîzîkî xwe parastin, şertê sereke yê têkoşînê ye. Di şexsê jinan de, pergala mêrsalar êrîşî nirx û destkeftiyên civaka dike. Li ser vê bingehê, weke hêzeke parastina jin, HPJ’ê li Rojhilat û Îranê zanista parastinê ava kir û pergala xwe parastinê bi rêxistin kirin, dike erka xwe ya sereka. Di cihên pêwîst de, wê helwesta xwe ya li hemberî destdirêjî û êrîşên li ser jinan di asteke hê bilindtir de, raber bike.

-Di çaremîn kongreya ma ya KJAR’ê de, ji bo me yek ji xalên herî sereke parastina xwezayê ye. Dagirkerî û talana li ser xwezaya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, êrîşa li ser hebûna jin û civakê ye. Bi têkbirina xwezayê, mirovahî nirxên xwe yên dîrokî û jiyanî ya civakan tune dike. Li ser vî bingehî, bi feraseta xwedî derketin û parastina xwezayê, parastina civakê ye. Wê tekoşîna me li hemberî dagirkeran bi xurtî were meşandin.

-Kongreya me bi berfirehî rolê jinên ciwan nirxand û da diyarkirin ku, jinên ciwan hêza herî radîkal a li dijî pergala mêr dewlete. Rejîma Îranê bi êrîşên xwe yên li ser jinên ciwan, tola xwe ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ digire. Jinên ciwan bi çalakî û têkoşîna xwe ya radîkal, tevahiya beşên civakê beşdarî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin. Kongreya çaremîn da diyarkirin ku tu hêzeke serkutger nikare pêşî li hêza ciwanan bigre. Yekîneya Jinên Ciwan a Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) armanc kir ku li ser esasa xwe rêxistin kirin û parastinê, xwe bigihîne tevahiya jinên ciwan ên Rojhilat û Îranê.

-Di vê çarçoveyê de çaremîn kongreya me ya KJAR, bi xwe rêxistin kirineke berfireh, bi têkoşîneke ji her demê radîkaltir, di serdema pêş me de biryarên ku hatin girtin, wê bi pratîk bike. Bi hêvî, îdîa û heyecana ku di kongreya me ya çaremîn de derket holê, KJAR weke rêxistineke pêşeng wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji hemû hêvî û daxwazên jinan re, bibe bersiv.

‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî yekitiya jinan’ û ‘Jin, jiyan, azadî’.”