Emîra EL-Izo: Ol nabêje jinan qetil bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Emîra EL-Izo anî ziman ku şîrovekirina şaş a olê, bûye sedem ku gelek jin bên kuştin û got: “Ol nabêje jinan qetil bikin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Tundiya li dijî jinan ne tenê bûyerek e, her wiha beşek ji nîqaşek berfirehtir e li ser têkiliya di navbera desthilatdarî û gotûbêjên olî de û asta bandora wan li ser mafên bingehîn heye. Di nav veguherînên ku li Sûriyeyê diqewimin de, her ku diçe bangên ji bo mîsogerkirina parastina mafên jinan ji hemû cureyên tundî û cudakariyê bilindtir dibin. Her wiha pêwîstiya civakê bi edalet û qanûnên sereke ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heye.

Berdevka Meclîsa Jinan ya Kongra Îslama Demokratîk Emîra EL-Izo ji ajansa me re mijara bandora olê ya li ser jinan nirxand. Emîra El-Izo anî ziman ku gelek jin di bin navê olê de tên qetilkirin û tekez kir ku pêwîstî bi zagonên ku mafê jinan biparêze heye.

‘Jin di civakê de kevirê bingehîn in’

Emîra EL-Izo diyar kir ku herî zêde jin û zarokan ji êrîşan bandor dibin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di van salên dawî de şerek mezin di Rojhilata Navîn de pêk hat û bi taybetî di Sûriyeyê de, yên ku herî zêde bandor li ser wan tê kirin jin û zarok in. Her êrîşek ku tê kirin despêkê li ser jinan tê ferzkirin. Ji ber ku jin kevirê bingehîn ê malbat û civakê ye. Ev bandor ne fîzîkî be jî, derûnî ye.”

‘Di bin navê kevneşopiyan de gelek jin tên qetilkirin’

Emîra EL-Izo bal kişand ser sedemên kuştina jinan ên li Sûriyeyê. Emîra di nava nirxandinên xwe dibêje ku kevneşopiyên civakî jî bandoreke mezin li ser jiyana jinan dike û wiha domand: “Di demên dawî de ji ber ku rewşên şer û aloziyan bûyerên kuştina jinan zêde bûne. Bi salên dirêj re gelek jin ji aliyê malbatê ve di bin navê kevneşopiyan de hatin qetilkirin. Gelek jin ji deverên hundirê Sûriyeyê bangên xwe ji me re dişandin û diyar dikirin ku ew di bin navê kevneşopiyan de têne qetilkirin. Di heman demê de, gelek jin ji ber sîstemên civakî û malbatî yên hişk yên mafên wan hatibûn çewisandin. Bi hişmendiyeke ku ew jin tenê cihên wan hundir malê ye, ji mafên xwe yên bingehîn hatibûn dûrxistin.”

‘Ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînak’

Emîra EL-Izo îşaret bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ezmûna şoreşa jinan a 15 salan kir. Emîra qala pêşengtiya jinan ya di nava 15 salan de pêkaniye dike û wiha gotinên xwe bilêv kir: “Di nava 15 salên şoreşê de jin bûn pêşeng û xwe di her warî de nîşan dan. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopa xwe li dîrokê xistin û bûn mînak ji tevahiya cîhanê re. Ezmûna wan bû mînak ji tevahiya jinên Sûriyeyê re, ku êdî jin bûye xwedî biryar û hebûn. Gelek jin di deverên hundirê Sûriyeyê de, kar û xebat dikirin lê keda wan nedihat dîtin, di heman demê de nikarîbûn dengê xwe bilind bikin. Di malbatê de ji aliyê hevjînan de divê ku jin bêdeng be. Lê wan jinan ji tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sûd wergirtin.”

‘Şîrovekirina şaş ji ol re jin gihîştin astên kuştinê’

Emîra EL-Izo da zanîn ku piştî hilweşîna Rêjîma Baasê jinên Sûriyeyê bi hêvî bûn ku wê Sûriyeyekê nû bi sîstemek nû ku mafên wan biparêze bê avakirin. Emîra wiha pê de çû: “Lê mixabin hikûmeta demkî sîstemên wê ji yên Rêjîma Baasê xirabtir û hişktir in. Piştî hilweşîna Rêjîma Baasê û hatina hikûmeta demkî, gelek jin di bin navê olê de tên qetilkirin. Ol tu carî nabêje ji mafê me ye ku em jinan qetil bikin. Ji ber şîrovekirina şaş a olê, jin gihîştin astên kuştinê, gelek kes Quranê şaş şîrove dikin û li ser bingeha wê şîrovekirinê tundiyê li ser jinan dimeşînin.”

‘Pêwîst e jinên di bin tundiyê de ne bêdeng nemînin’

Emîra EL-Izo destnîşan kir ku pêwîst e hikûmet zagonên ku mafên jinan biparêze derxe û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Pêwîst e hikûmet ew kesên ku tundiyê li ser jinan pêk tînin ceza bike û hesab ji wan bixwaze. Pêwîst e rêxistinên mafên miroan, sazî û rêxistinên jinan, bi rêya semîner, civîn û panêlan jinan birêxistin bikin. Divê êdî jin bizanibe ku maf, hebûn û azadiya xwe mîsoger bike. Pêwîst e di aliyê zagonî de jî, qanûnek ji bo wan jinên ku tundî li ser wan tê meşandin hebe da ku wan biparêze. Pêwîst e jinên ku tundî li ser wan tê meşandin, bê deng nemînin.”