Emîne Kakabave: Divê NY li dijî cezayê darvekirinê helwest nîşan bide
Emîne Kakabave têkildarî cezayê darvekirinê yê dewleta Îranê peyamek pêşkêşî Raportorê Neteweyên Yekbûyî yê kar û barên Îranê Mayî Satu kir.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana Mafên Mirovan û endama berê ya parlamentoya Swêdê Emîne Kakabave têkildarî cezayê darvekirinê yê dewleta Îranê daye her sê çalakvanên mafên jinan, Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî peyamek pêşkêşî raportorê Neteweyên Yekbûyî yê karûbarên Îranê Mayî Stu kir.
‘Divê NY li dijî cezayê darvekirinê helwest nîşan bide’
Di peyamê de ve tişt hat gotin: “Ez daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dikim ku li dijî erêkirina cezayê darvekirina Werîşe, Pexşan û Şerîfe hewlest nîşan bide. Wan hersê çalakvanên jin xebatên mirovî kirine. Ji ber hewldanên xwe yên ji bo xizmeta mirovî cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Divê Matî Stu ji bo sekinandina cezayê darvekirinê bikeva nava tevgerê. Çalakvanên jin xebatên mirovî kirine û jiyana gelek kesan rizgar kirine. Lê belê ji ber hewldanên xwe yên aştîxwazî û dilxwaz, niha cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.”